Lêkolîna Elî Teter Nêrweyî ya bi navê “Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê Di Navbera Mêjû û Efsaneyê de” ji aliyê Avestayê weşandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê lêkolîna Elî Teter Nêrweyî ya bi navê “Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê Di Navbera Mêjû û Efsaneyê de” ji nav weşanên Avestayê hate çap û belavkirin.
Berhema nû ya Elî Teter Nêrweyî “Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdimê” ku ji 208 rûpelan pêk tê bi zimanê Kurdî û tîpên Latînî hate belavkirin.
Bi boneya derketina vê lêkolînê, Weşanxaneya Avestayê di daxuyaniyekê de çapbûna pirtûkê ragihand û li ser naveroka wê wisa nivîsî: “Kela Dimdimê û serhildana Emîrxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê tarîxa Kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweya Kurd e, heta çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin, Kela Dimdimê bêtir di çarçoveya folklor û edebiyata devkî de maye.”
Herwiha di beşekî din ê daxuyaniya Avestayê de hatiye nivîsîn ku: “Elî Teter Nêrweyî pêdeçûnekê di mêjûya Sefewiyan de dike û berê me dide pêwendiya Kurd û sefewiyan a berî şer, bi tafsîlat li ser her sê serhildanên Dimdimê, komkujiyên piştî şer, guhertina demografiya Kurdistanê û qirrkirina Mukriyan disekine.”
Hêjayî gotinê ku Ferdî Sak tîpguhêzî û adaptekirina berhemê bo Kurmanciya Bakur bi cih aniye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse