Dengbêje 11 salî: Bila Nîzamettîn Arîç li min xwedî derkeve

16-02-2021
Abdulselam Akinci
Dengbêjê 11 salî Kadîr Tuz dixwaze bibe hunermendekî naskirî
Dengbêjê 11 salî Kadîr Tuz dixwaze bibe hunermendekî naskirî
Nîşan Kadîr Tuz Dengbêj Bedlîs
A+ A-

Bedlîs (Rûdaw) - Dengbêjê biçûk Kadîr 11 salî ye. Ew li gundê bercûmê yê bi ser Hîzana Bedlîsê dijî.Kadîr zivistanê li dibistanê ye havîna jî golikvanî dike û diçe ber deweran. Wî ji niha ve dest bi gotina kilamên dengbêjî kirîye. Ew jî kes û karen wî jî ji hunermend û dengbêjên serkeftî yên kurd daxwaza piştevanîyê dikin da ku Kadîr bi piştevanîya wan bibe dengbêjek serkeftî.

Bedlîs yek ji parêzgehên herî kevnar û dewlemend e li Bakurê Kurdistanê. Dîroka wê û tevna wê ya civakî di Şerefnameyê de bi hûrgilî hatiye nivîsandin. Bedlîs yek ji wan devera ye ku dengbêjî lê berbelav e. Weke berê di şevbuhêrkan de nema be jî, ew hewl didin kilamên xwe bi rengekî ji rengan zindî bihêlin.

Dengbêj Kadîr Tuz wiha behsa xwe dike: “Min guhdarîya dengbêja kir û dengbêjî lî min xweş tê.Min ewilî di televîzyonan de dengbêja guhdar kir û şopand.Ku wana kilam digotin min jî guhdariya wan dikir.Min kilamên wan ji ber kir. Li malê kilaman dibêjim, li ber pez dibêjim. Xelkê jî denge min guhdar dikirin û wana ji denge min hizkir.Wana digotin were ji mera kilaman beje. Ez dixwazim bibim dengbêjek baş. Bira Hozan Aydin û Nîzamettîn Arîç li min xwedî derkevin da ku ez jî weke wan bibim dengbêj.”

Kadîr hêj dengbêjek gelek bîçûk e, lê li gel wê yeke jî ew ji bo kes û karên xwe bûye cîhê şanazî yê.

Yaşar Tur mamê Kadir dibêje: “Di demen bere de em hemû li hev top dibûn diçûn dîwanxaneya, şevbêrkan dengbêj hebûn wana kilam digotin me guhdarîya wan dikir heta derengîya şevê bêhna me derdîker. Niha dengbêj nemane ev zarokê 11 salî li ber heywanan kilam milam digot min jî jêra got were ji apê xwere bêje dihat ji min re kilam digot hema wisa dewam kir.Hêvîya min ji Kadir heye eger lê xwedî were derketin dê dengbêjek baş jê derkeve.”

Gundiyên Kadîr jî jo bo ku ew bîbe dengbêjek sereke yê herema xwe jî bo Kadîr jî dengbêj û hunermendên kurd daxwaza piştevanîyê dikin.

Mesude Onluk jinmamê wî jî dibêje: “Kadîr hêj zarok e, înşellah dê denge wî hêj gelek xweş be.”

Xalî wî Raîf Sutlu jî got: “Yanî ku ji gundek wek Bercêmê derketina zarokek wek Kadîr ji me şanazî ye.Kêfa me gelek tê.”

Mamosteyê gund  Cemal jî wiha axivî: “Ew zarokek biçûkekî, hûn dizanin millete me jî êdî hêdî hêdî dengbêjiyê dîterikînîn. Divê em zimanê me,ev çanda me neye ji bîr kirin.”

Ji bo ku çîrokên nîvcemayî herin serî, ji bo ku mirazê bê mîrazan di kilman de hasil bibe,evînên nîvmayî û destan û serpehatîyên Kurdan jî devan derbasî nivşen nû bibin hewcetiya Kurdan hêj bi gelek dengbêjen wek Kadîr heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst