Wênegirê Kurd Xelata World Press Photoyê wergirt

19-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Elîpur Kolberî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dîroka 70 salî ya Xelata World Press Photoyê de cara yekem wênegirê Kurd Îbrahîm Elîpûr bi çîroka kolberan ve xelat wergirt.

Wênegirê Kurd Îbrahîm Elîpûr, ji Rûdawê re ragihand ku xelat di çend beşan de tê parvekirin, yek ji wan beşa projeyên dirêjdemî ye û xelat bi wî hatiye bexşandin.

Projeya wî çîrokeke wêneyî ye li ser kolberiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê.

Elîpûr li ser vê projeyê heşt sal xebitiye û di 30 wêneyan de çîroka xwe daniye ber çavan ku tê de kar û zehmetiyên jiyana kolberên Kurd li ser sînor nîşan daye.

Çalakiyên xelata World Press Photoyê roja 14ê Gulanê li Amsterdamê dest pê kirin û dê heta sibe Sêşemê 20ê Gulanê çalakî berdewam bikin.

Wêne û berhemên beşdarbûyî dê di çarçoveya pêşangeheke gerokê de li 144 welatan bên nîşandan.

Elîpûr eşkere kir ku di pêşangehê de sed wêne dê bên nîşandan û ji wan 30 wêneyên wî, 10 wêne hatine hilbijartin û dê di pêşangehê de bên nîşandan.

Tê pêşbînîkirin ku çar milyon kes serdana pêşangehê bikin, sala borî sê milyon û 500 hezar kesan serdana pêşangehê kiribû.

Îbrahîm Elîpûr amaje bi wê yekê jî kir ku li gorî komîteya dadweriyê ya pêşbirkê, sedema bexşandina xelatê bi wî re ew e ku çîroka wî kêm hatiye dîtin û gotin lê girîng e, her wiha projeyek zehmet e.

World Press Photo û Xelata Pulitzer li cihanê wekî du xelatên herî girîng ên qada wênegiriya rojnamegeriyê tên naskirin.

Xelat ji aliyê Dezgeha Cîhanî ya Wênegiriya Rojnamegeriyê ve tê dayîn ku sala 1955an li Amsterdama Holandayê hatiye damezirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst