STENBOL - ​Pêşangeha Hunerê ya CI Bloomê: 'Têgeheke dewletê ya hunerê nîne'

28-04-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Pêşangeha Hunerê ya CI Bloomê/ Wêne: Rûdaw
Pêşangeha Hunerê ya CI Bloomê/ Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Contemporary Istanbul (CI) Bloom
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeha hunera hevdem Contemporary Istanbul (CI) Bloom deriyê xwe ji hunerhezan re vekir.

Li Tirkiyeyê piştî ku hilbijartin bi dawî hatin û xelk ji wê xirecirê rizgar bû niha demsala çalakiyên çandî û hunerî ye.

Di vê çarçoveyê de yek ji pêşangehên herî mezin ku ji çar aliyê cîhanê bi sedan hunermendan li xwe digire dest pê kir.

Contemprorary Bloomê bi beşdariya hejmareke zêde ya berhemên hunerî deriyên xwe vekirin û her roj bi hezaran kes diçin serdana wê.

Yek ji çalakiyên sereke ku li Stenbolê di asta navneteweyî de bi rê ve diçe ango Contemporary Bloom bi beşdariya hejmareke zêde ya hunermendan dest pê kir.

Bi sedan berhemên hunerî yên ji disîplînên cihê li hola pêşangehê hatine danîn û xelkê ku ji atmosfera aloz a siyasî rizgar bûye berê xwe dide qadên hunerê.

Hunermend jî daxwaza zêdekirina hejmara muzexane, holên pêşangehan û navendên hunera hevdem dikin.

“Ji bo dewletê hema bêje hunera modern nîne”

Hunermend Bedrî Baykam got, “Em hunermend li Tirkiyeyê di halê xwe de ne.

Ji bo dewletê ji xwe hunera modern hema bêje nîne.

Ji serdema Ataturk vir ve ti muzexaneyeke nû an jî modern nîne.

Li Tirkiyeyê her tişt heye, salonên werzişê, mêvanxane, sed û yazdeh hezar mizgeft, salonên girtî, her tişt heye lê têrmeke dewletê ya hunerê nîne.”

Contemporary ku wekî pêşenga dîdarên hunera hevdem kar dike di vê pêşengehê de cih dide 24 galeriyên hunera hevdem.

Herwiha 3 însiyatifên hunerê û du saziyên hunerî jî li qadê ne.

Li ser asta cîhanê 267 hunermend jî bi 568 berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne.

Bi taybetî welatên kendavê îsal eleqeyeke zêde nîşanî pêşangehê didin.

“Ez bixwe ji eleqeya heyî gelekî xweşhal im”

Hunermend Sedat Gîrgîn diyar kir, “Ez bixwe ji eleqeya heyî gelekî xweşhal im.

Ji xwe di nava salê de em hunermend pêşengehan vedikin lê em ji ber qerebelixa bajêr û karên welatiyan gelekî ne rehet in.

Qet nebe di van pêşangehan de em dikarin berhemên xwe bi awayekî bilez pêşkêşî hunerhezan bikin.”

Pêşangeha ku li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Lutfî Kirdarê dest pê kir peyker, nîgar, enstelasyon û gelek corên din ên berhemên hunerî li xwe digire.

Bi taybetî peykerên ku dilivin û îfadeyên rasteqîn li gewdeyê wan hene bala her kesî dikişînin ser xwe.

Pêşangeha ku dê 4 rojan berdewam bike tê payîn ku mazûvaniya nêzîkî 50 hezar kesî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst