Mala Zehawî Wan û Kirmaşan li Silêmaniyê gihandin hev

29-10-2025
RÛDAW
Bêrîtan Mistefa /Wêne: Rûdaw
Bêrîtan Mistefa /Wêne: Rûdaw
Nîşan Bêrîtan Mistefa Mala Muzîkê ya Zehawî Silêmanî Bakurê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mala Zehawî ya Muzîkê li Silêmaniyê mazûvaniya du komên muzîkê yên ji Wana Bakurê Kurdistanê û Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê kir û ji wan re li Mêrgepanê konsereke hevbeş li dar xist.

Konser beşek ji zincîre konserên Mala Zehawî ya Muzîkê yên sala 2025an bû.

Heman konser dê sibe li Akrê were sazkirin û beşdarbûna konserê belaş e.

Komên beşdar komeke ji Wanê û komeke din a bi navê “Mecnûnî” ji Kirmaşanê bûn.

Amadebûyên konserê ji çîn û beşên cuda pêk dihatin û wan bi cil û bergên Kurdî coşeke taybet da konserê.

Twana Fazil yek ji amadebûyan bû û hestên xwe wiha anî ziman, “Hesteke çêkirî nîne, mirov hest dike ku dikeve nav muzîkê, nav xwezayê.”

Sena Refîq beşdareke din bû û got, "Wan konser gelekî xemilandibû. Bi rastî bîranîneke nayê jibîrkirin."

Mîrî Baban amadebûyekî din ê konserê bû û wiha axivî, "Ev nasîna muzîka Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ye."

Jiyar Sabir bi cil û bergên Kurdî beşdarî konserê bû û got, "Em hemû bi cil û bergên Kurdî, em bi awayekî gelekî gelekî taybet bûn."

Vîna Kemal jî bi cil û bergên Kurdî amade bû û diyar kir ku wekî rêzekê ji bo vî karê xweşik, wan ji bo organîzator û hunermendên beşdar li ser piyan li çepikan xist.

“Em muzîka resen a Kurdî pêşkêş dikin”

Meryem Xansaz, stranbêja Koma Mecnûnî, amaje pê kir ku ew muzîka resen a Kurdî pêşkêş dikin û got:

"Em bi Koma Mecnûnî re ji Kirmaşanê hatine. Muzîka tembûrê ye, yanî muzîka meqamî ya Kurdî ye û çend stranên me yên li ser zaravayê Kelhurî û yên folklorî hene."

Bêrîtan Mistefa, stranbêja koma ji Bakurê Kurdistanê wiha anî zimên:

"Ez ji Wanê ji Bakur hatime. Me pênc stran amade kirine, ez hêvî dikim ku bi dilê her kesî be."

Serpereştê Mala Zehawî ya Muzîkê Hejar Zehawî, derbarê armanca konserê de ji Rûdawê re got:

"Bîrdoziya îsal a Mala Zehawî ya Muzîkê ew bû ku em du komên curbicur ji çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bikin û rengvedana muzîka Kurdî nîşan bidin."

Konser şeva 28ê Çiriya Pêşîn a 2025an li Mala Zehawî Muzîkê ya li Mêrgepanê ya parêzgeha Silêmaniyê hat lidarxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya konserên Mala Zehawî ya Mûzîkê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst