Dodan: Bila kes mijarê siyasetê ve girê nede

30-09-2019
RÛDAW
Nîşan Dodan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Dodan derbarê astengkirina wî  di dema li kafeyekê bi zindî strana Ey Dîlberê distiriya de ragihand, ku bila kes wê mijarê bi aliekê polîtik ve nebe û pirsgirêk tenê di navbera xwediyê kafeyê û polîsan de ye. Herwiha piştî bûyerê Walîtiya Elîhê kafeya ku bûyer lê bûye da girtin.

Roja Înê polîsan bi ser kafeya ku Dodan konser dida de girtibû û polîsekî nehîştibû Dodan strana xwe ya bi Kurdî bidawî bîne. Dodan dema strana “Ey Dilberê” digot polîsek nêzîkî wî dibe û mikrofonê ji destê wî derdixine û jê re dibêje ku “weke pêşbirka `Ew Dengê Tirkiyê` li Êlihê jî gotina stranên Kurdî qedexe ye.

Piştî belavbûna bûyerê gelek bertek hatin nîşandan û hat gotin ku bi hinceta bi Kurdî stran gotiye mîkrofona Dodan ji destê wê hatiye standin.

Dodan derbarê bûyerê de daxuyanî da û red kir ku sedem gotina strana Kurdî be.

Li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Dodan wiha dibêje: “Polîs li ser agahdarkirina ku pirsgirêka kafeyê ya ruxsatê (destûrname) heye hatin kafeyê. Ne rast e ku keksek li ser zimanekê siyasetê bike, ji bilî vê yekê hîç nerast e ku vê siyasetê ber bi aliyekê din ve bibe. Şaşiyek e ku bûyer bi gotina straneke Kurdî ve girêdan. Rastiya wê ne wisa ye. Bila kes wê bi aliyekê polîtîk ve nebe. Pirsgirêk tenê di navbera xwediyê kafeyê û polîsan de ye.”

Parêzgariya Êlihê jî li ser belavbûna nûçeyê daxuyaniyek belav kir û îdiayên ku ji ber strana kurdî mîkrofon ji destê Dodan hatiye standin red kir û ragihand ku kafê ji ber destûra wê ya alkolê bernaneyên muzikî nebûya hate girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst