Hunerhez herikîn Stenbolê: Pêşangeha 'Contemporary Istanbul' hat lidarxistin

30-09-2025
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Beşdarên pêşangehê /Wêne: Rûdaw
Beşdarên pêşangehê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Contemporary Istanbu Pêşangeh
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Yek ji pêşangehên herî mezin ên hunerî yên cîhanê Contemporary Istanbul, bi beşdariya sedan hunermend û bi hezaran berhemên hunerî li Stenbolê dest pê kir.

Di çarçoveya dîdara navneteweyî de, rojane bi hezaran kes serdana pêşangehan dikin.

Bi hatina payîzê re, li Stenbolê werzê çalakiyên hunerî û dîdarên navneteweyî jî dest pê kir.

Contemporary Istanbul ku li cîhanê di nav 20 dîdarên hunerî yên herî mezin de tê hejmartin, bi beşdariya sedan hunermend û bi hezaran berhemên hunerî dest pê kir.

Her roj bi hezaran hunerhez serdana standên galeriyên cuda dikin. Yek ji wan jî Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bû.

"Eleqeya hunermendan cihê şanaziyê ye"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser pêşangehê wiha axivî:

"Bi rastî beşdarî û eleqeya bi hunerê gelekî baş e. Her sal li vir ew eleqe zêde dibe û digihîje asta gerdûnî.

Cihê kêfxweşiyê ye ku eleqeyeke wiha li vir bi rê ve diçe. Eleqeya welatî û hunermendan bi rastî cihê şanaziyê ye."

Contemporary Istanbul ku ev 20 sal in di heman mehê de tê sazkirin, îsal ji 16 welatan bi dehan galerî û 579 hunermend li Stenbolê anîn cem hev.

Nêzîkî hezar berhemên hunerî yên ji dîsîplînên cuda ji bo hunerhezan li holên mezin hatine pêşandan.

Peyker, nîgar, enstalasyon, vîdeo art û hejmareke zêde berhemên ji beşên cuda bala xelkê dikêşin.

Mamoste Bariş Karayazgan jî diyar kir, "Em xwendakarên ji lîseyên hunerê tînin li galeriyan digerînin û li ser berhem û stîla hunerê nîqaşan dikin.

Ne tenê li ser estetîkê lê li ser endustriya hunerê û kreasyon û pêşkêşkirinê jî em nîqaşan bi wan re dikin.

Ew mijar li dibistanan zêde nayêne gotûbêjkirin lê li vir ew derfet jî derdikeve û namzedên hunermendiyê sûd jê werdigirin."

"Li jiyanê hîn tiştên baş hene"

Hunermend Melîs Buyukerkenê jî got, "Ez bi qasî du mehan li Çînê mam û min ew rêzeberhem li wir amade kir.

Navê vê rêzeberhemê ‘Ji ber ku hê jî tiştên gelekî baş hene’.

Sedema wê ew e ku li cîhanê gelek mijar û bipêşketinên ne baş hene ku me hemûyan dilgiran dikin.

Min jî xwest bînim bîra xelkê ku hê jî tiştên gelekî baş hene li jiyanê."

Pêşangeha navneteweyî ya ku li Tersane Istanbulê ji bo 4 rojan tê lidarxistin, ne tenê ji Stenbolê, ji gelek bajarên derdorê jî hunerhezan ber bi xwe ve dikêşe.

Tê payîn ku îsal zêdetirî 30 hezar kes serdana vê pêşangehê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst