Ariana Grande dê di sezona 13an a rêzefîlmeke tirsê de bilîze

02-11-2025
RÛDAW
Nîşan American Horror Story Ariana Grande
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sezona 13an a rêzefîlma tirsê "American Horror Story" di qonaxa girtinê de ye û biryar e ku Ariana Grande tê de bilîze.

Li gorî parvekirineke şirketa Ryan Murphy Productionsê ya li ser medyaya civakî, sezona nû ya rêzefîlmê dê sala 2026an li ser kenala FXê were weşandin.

Ariana Grandeya lîstikvan û stranbêja navdar a Amerîkayî dê li gel hejmarek ji lîstikvanên kevn ên fîlman ên wekî Sarah Paulson, Evan Peters û Angela Bassettê rol bigire.

Ev yek bi rêya vîdeoyeke kurt hat ragihandin ku tê de navên lîstikvanan li gel strana "I’ll Be Seeing You" ya Vera Lynnê hatin eşkerekirin.

Ariana Grande cara yekem e ku beşdarî rêzafîlma American Horror Storyê dibe lê berê sala 2015an di rêzefîlmeke din a Ryan Murphy a bi navê Scream Queensê de derketibû pêş.

Eger sezona nû ya rêzefîlmê di dema xwe ya de ango Çiriya Pêşîn a 2026an were weşandin, dê 3 sal di ser weşandina sezona dawî ya rêzefîlmê re derbas bibin.

Sezona 12an a rêzefîlmê bi navê "Delicate" bû û Kim Kardashianê rola sereke tê de dilîst ku Îlona 2023yan hat weşandin û Nîsana 2024an bi dawî bû.

Rêzefîlma American Horror Storyê ji aliyê Ryan Murphy û Brad Falchuk ve hatiye çêkirin û sezona yekem sala 2011ê hat weşandin.

Şirketa 20th Televisionê jî çêkeriya wê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst