Belgefîlma li ser Zindana Amedê: Wehşeta dîrokî derket ser perdeya sînemayê

4 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Nîşan Orhan Mîroglu Zindana Amedê Amed
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Belgefîlma ku ji hêla nivîskar û siyasetmedar Orhan Mîroglu ve hatiye amadekirin, li Stenbolê promiyera xwe ya cîhanê kir.

Belgefîlma bi navê ‘Qutîka Postayê 213 Diyarbakir’ ku behsa Zindana Amedê ya navdar dike, di çarçoveya 45emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de bi eleqeyeke germ hat nîşandan.

Derhêner û tîm jî di nav de, hejmarek mexdûrên ku li wê zindanê rastî şkenceyên giran hatine, di nîşandana fîlmê de amade bûn.

Jimare 5 ango Zindana Amedê ku di nava 10 zindanên herî xirab ên cîhanê de hatiye nîşandan,  dibe mijara roman, çîrok, fîlm, stran û belgefîlman.

Ev qerebalix jî ji bo promiyera belgefîlma bi navê ‘Qutîka Postayê 213 Diyarbakir’ amade ne ku ew dê cara ewil di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê de derkeve pêşberî temaşevanan.

Derhênerê fîlmê nivîskar û siyasetmedar Orhan Mîroglu ye ku ew bi xwe jî yek ji mexdûrên Zindana Amedê ye.

Orhan Mîroglu ji Rûdawê re axivî û got, “Mesele înkarkirina nasnameyê bû. Fermandar wezîfedar bû û navê wî di bîra her kesî de ye: Esat Oktay Yildiran.

Digot 'Ez dê bernameyekê ji we re çêkim ku heta hûn sax bin û ji vir derkevin jî hûnd ê xwe nas nekin.' Lê na, ew bi ser neket.”

Heta niha gelek berhem li ser şkence, kuştin û xirabiyên ku li Zindana Amedê rû dane hatine amadekirin.

Lê cara ewil fîlmek ji hêla yek ji mexdûrên wê zindanê ve hatiye amadekirin.

Zindana ku êdî wekî muzexaneyekê tê sêwirandin, di wextê xwe de xirabtirîn zindana Tirkiyeyê bû û li gorî belge û vegotinan, li wir ne tenê rûmeta mirovahiyê hatiye şikandin lê tovê herî girîng ê tunekirina nasnameya Kurd hatiye çandin.

Şkenceyên ku li wir hatine kirin, hîn jî wekî xewnereşkên xofê tên vegotin.

"Me cehenem dît"

Girtiyê Zindana Amedê Mehmet Can Azbay jî got, “Me cehenem dît. Heta niha kesekî ku wê cehenemê ji xelkê re bêje tune bû.

Çawa ol behsa cehenemê dikin, em jî dibêjin binêrin em ji wê cehenemê tên.

Me bi berxwedana xwe û bi jiyana xwe di wan şertan de li ber xwe da û niha wekî neynika wê demê li pêşberî we ne.”

Dadwerê wê demê Umît Kardaş jî got,“Gelekî normal bû ku ew ciwanên ku rastî kiryarên wê zindanê hatin, berê xwe bidin çiyan. Pêvajoyeke normal bû.

Gelek aliyên mijarê hebûn; aliyê civakî, aliyê siyasî û aliyê dîrokî hebû.

Dewleta Tirkiyeyê nexwest vê mijarê çareser bike.

Heta manîpulasyon jî kirin ku ew mijar heta vê derê were.

Ji ber wê, niha îro desthilat û dewlet di mijara çareserkirinê de çi qas samîmî ne ez nizanim. Ya rast baweriya min nîne.”

Belgefîlma ku hem mexdûrên wê demê û hem jî hinek leşkerên ku wê demê li wir bûn tê de cih digirin, ji bo fêmkirina ‘wehşeta’ ku li wir hatiye meşandin roleke girîng dibîne.

Berhema ku zêdetirî 2 demjimêran didome, amadekariyê dike da ku beşdarî gelek festîvalên din ên navdewletî jî bibe.

Vegotin û rastiyên ku di fîlmê de hene, bûn sedem ku gelek kes bi çavên tijî hêsir ji salonê derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst