Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nivîskar Merwan Mamekî ya bi navê “Zayenda Gramatîk Di Kurmancîyê da” ji aliyê Weşanên Nameyê ve hat çapkirin.
Berhem, mijara zayenda gramatîk a di zaravayê Kurmancî de bi nêrîneke kûr a zimannasiyê dinirxîne û wekî xebateke akademîk a girîng derdikeve pêş.
Pirtûk piştî destpêkeke teorîk ku tê de têgehên bingehîn bi referansên ji zimanzanên navdar ên cîhanê hatine ravekirin, ji du beşên serekî pêk tê.
Di beşa yekem de ‘Pergalên Zayenda Gramatîk’ û di beşa duyem de jî mijara ‘Ahenga Zayendî’ bi hûrgilî tê vekolîn.
Di berhemê de mijarên wekî ‘Teorî û termînolojiya mijara zayenda gramatîk’, ‘Têkildariya morfolojî û zayendê’, ‘Erka cureyên peyvan di zayendê de’, ‘Pergalên diyarkirina zayenda navdêran’, ‘Krîterên formîk û semantîk ên diyarkirinê’, ‘Ahenga zayendî di rewşa navdêran de’ û ‘Ahenga zayendî di raweya lêkeran de’ cih digirin.
Pirtûk ji 128 rûpelan pêk tê û di dawiya wê de ferhengeke biçûk a termînolojiyê jî heye.
Ev pirtûka yekem a Merwan Mamekî ye.
Merwan Mamekî mamosteyê zimanî Îngilîzî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse