Di dîrokê de yek ji konsertên mezin ji bo gelê Kurd hatiye lidarxistin

05-04-2021
RÛDAW
Konserta "Rastiyeke Sade: Konsertek Ji Bo Koçberên Kurd" ya sala 1991 ku li Londonê bo alîkariya gelê Kurd hatibû lidarxistin.
Konserta "Rastiyeke Sade: Konsertek Ji Bo Koçberên Kurd" ya sala 1991 ku li Londonê bo alîkariya gelê Kurd hatibû lidarxistin.
Nîşan Konserta Londonê Koçberiya mezin a Kurdan Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 1991 û di dema koçberiya mezin a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê de, yek ji mezintirîn konsertên dîrokê ji bo alîkariya gelê Kurd li bajarê Londonê hat lidarxistin.

Ew konsert wek yek ji konsertên herî mezin di dîrokê de tê hejmartin. "Rastiyeke Sade: Konsertek Ji Bo Koçberên Kurd" navnîşana wê konsertê bû ku di roja 12ê meha gulana sala 1991ê de hate sazkirin.

Hejmarek hunermend û stranbêjên cîhanî yên navdar ên stranên rock û pop ji çar welatan di wê konsertê de beşdar bûn.

Di konsertê de peyama serok Mesûd Barzanî jî hat xwendin ku ji amadebûyên konsertê re silav şandibû û gotibû, silavên wan kesan li we bin ku birîndarê destê tundajoyî û zordariyê ne.

Di wê şevê de li London, Amsterdam, Sydney û Filadelfia bi armanca komkirina hevkariyan ji koçberên Kurd re, stran bi şêniyên 36 welatan hatin bihîstin, ku di 31ê adara wê salê de koçberiya Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi sedema êrişên hikûmeta Beisê qewimî.

Li hola navdar a Wembley li Londonê, 12 hezar kes li cihê sereke yê konsertê amade bûn. Her yek ji Paul Simon, Sting, MC Hammer, Gloria Estefan û Chris de Burgh bi stranên xwe yên navdar beşdarî konsertê bûn.

Nêzîkî 300 milyon kes ji 36 welatan rasterast temaşevanên wê konsertê bûn. Daxwaz ji temaşevanan hat kirin ku her yek ji 5 heya 10 dolaran bide komîteya Xaça Sor a Navdewletî ji bo hevkarîkirina koçberên Kurd.

Dotmîr Diyana bi serokwezîrê wê çaxê yê Brîtanyayê John Major re li hola konsertê amade bûn. Di wê şevê de kanala BBC dema 5 demjimêran ji weşana xwe ji konsertê re terxan kir.

Ramana konserta Rastiyeke Sade, pêşî li ba Serokê Berê yê Partiya Konzervatîv a Brîtanî Jeffrey Archer çêbû, dema di nîveka meha çaran de li ser ekranên televîzyonan dîmenên trajedî yên koçberiya Kurdan li Iraqê dît.

Di konsertê de peyama Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat xwendin. Di peyamê de hatiye gotin ku: "Ji hemû amadebûyên hola Wembley û temaşevanên li cihên din re, silavên wan kesan li we bin ku birîndarên destê nijadperestî, nezanî, zordarî û birçîtiyê ne dema welatê me yê bedew tê wêrankirin".

Şivan Perwer wek tekane hunermendê Kurd beşdarî konsertê bû.

Piştî xelasbûna konsertê, Xaça Sor a Navdewletî ragihand ku ji bêtirî 15 milyon dolaran ji bo hevkarîkirina koçberên Kurd kom kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst