‘Şerê Meşrûiyetê’ bi Kurdî derket

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şerê Meşrûiyetê Pall Weşan Alain-G. Gagnon Tevfîk Bayram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Alain-G. Gagnon a bi navê “Şerê Meşrûiyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de” ji aliyê Pall Weşanê ve hat çapkirin.

Pirtûk ji aliyê Tevfîk Bayram ve hatiye wergerandin.

Pirtûka Alain-G. Gagnon a bi navê “Şerê Meşrûiyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de” ji aliyê Tevfîk Bayram ve hat wergerandin û Pall Weşanê ew gihand ber destê xwîneran.

Federalîzma pirneteweyî

Ev pirtûk nakokiyên bingehîn ên di nav federasyonên demokratîk de vedikole.

Tê pêşbînîkirin ku di deh salên bê de federaliya pirneteweyî li ser asta navneteweyî zêdetir bê dîtin.

Ji ber ku hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ji avakirina dewletên nû re ne amade ne, federaliya pirneteweyî niha rê û bijardeyeke girîng e ji bo lêkolînê.

Mînakên ji cîhanê: Skoçya, Katalonya û Quebec

Şerê Meşrûiyetê  bi rêya lêkolînên berawirdî û vekolîna çend nimûneyên sereke li cîhanê (di nav de Skoçya û Brîtanya,  Katalonya û Spanya, Quebec û Kanada), bi awayekî nû li têkiliya di navbera neteweyên zorîne û neteweyên kêmîne de dinêre û di nirxandina dozên neteweyan de li ser giringiya meşrûiyetê disekine, ne li ser qanûnîbûnê.

Rêya sêyem û pirsa Kurd

Alain-G. Gagnon bi çavekî rexneyî hêvî û potansiyela dewleta federal a pirneteweyî radixe ber çavan, bi taybetî ji bo wan neteweyên ku bi çavekî dijminane li hev dinêrin.

"Şerê Meşrûiyetê", sîstema federaliyê wekî "rêya sêyem" dinirxîne ji bo neteweyên ku hem ji dewletên serwer nerazî ne û hem jî nikarin ji wan cuda bibin.

Di demekê de ku mijara federaliyê di rojeva giştî ya Kurdan de jî roj bi roj zêde dibe, ev pirtûka ku Tevfîk Bayram wergerandiye Kurdî, valahiyeke girîng a di pirtûkxaneya Kurdî de dadigire.

Alain-G. Gagnon kî ye?

Profesorê Zanistên Siyasî ye li Zanîngeha Quebecê li Montrealê û se­rekê Kursiya Kanadayê bo Lêkolînên Kanada û Quebecê ye.

Her wi­ha birêvebirê Navenda Lêkolînên Navdîsîplînî li ser Cihêrengîya li Quebecê ye û yek ji rêxerên Koma Xebatê li ser Civakên Pirneteweyî ye.

Bi kitêba xwe ya bi navê Au-delà de la nation unificatrice : plaidoyer pour le fédéralisme multinational [Wêdeyî Neteweya Yekker: Doza ji bo Federaliya Pirneteweyî], xelatên Joseph Maria Vilaseca i Marcet, ya ku Institut d’Estudis Autonomics ya hikûmeta Katalonyayê dide, û Marcel-Vincent, ya ku Association Franchophone pour le Savoir dide, wergirtin.

Sala 2008an, xelata bilind a Civata Quebecî ya Za­nistên Sîyasî wergirt û ji bo endamiya Civata Bilind a Kanadayê hate hilbijartin.

Sala 2010an, Kursiya Ekselansiyê ya Stander li zanîngeha Carlos III ya Madridê bi dest xist.

Heman salê, ji ber rola wî ya serkêş di warê zanistên sîyasî de, xelata xwedan prestîj a Trudeau wergirt ku Weqfa Pierre-Elliott-Trudeau dide.

Şerê Meşrûiyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de, piştî Neteweyên Kêmîne: Di Serdema Nedîyariyan de li ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî (Lîs, 2016), kitêba duyem a Gagnon e ku bi kurdî tê weşandin.

Tevfîk Bayram kî ye?

Li Şirnexê, li Gundikê Melî xwedê daye. Li Stenbolê, li Zanîngeha Marmarayê, beşa bijîşkiyê û pisporiya saxlemiya civakî qedandiye.

Her wiha, li Îsraîlê, li Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê mastera saxle­miya civakî temam kiriye.

Niha li Zanîngeha Montrealê, li Kana­dayê, li ser handana saxlemiya civakî doktorayê dike.

Lêkolînên wî piranî li ser saxlemiya civakên bêdesthilat, wekî neteweyên kêmîne, koçber û kêmneteweyan disekine.

Lêkolînên wî li gelek kovarên zanistî yên sereke li cîhanê hatine weşandin û li gelek kongreyan hatine pêşkêşkirin.

Kitêb dikare bi rêya pallwesan.com û kitêbfiroşan bê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst