Weşanên DOZê Gûşiyên Rezekî Bêçeper çap kir

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wêsaşnên Dozê Gûşiyên Rezekî Bêçeper Majêd A Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên DOZê dawî berhema nivîskarê Efrînî Majêd A Mihemed a bi navê Gûşiyên Rezekî Bêçeper çap kir.

Weşanên DOZê danasîna berhemeke xwe yê nû kir.

Berhema ku ji pexşanên edebî pêk tê 144 rûpel e û berga wê ji aliyê bergsaz Mem Al ve hatiye amadekirin.

Piştî berhema yekemîn a nivîskar bi navê Morîkên Rojnivîskê, vê carê Gûşiyên Rezekî Bêçeper wekî duyem berhem ji rêza pexşanan derket.

DOZê ji bo paşberga berhemê nivîsek wisa amade kiriye:

Derbasî gulistanê bûm

 

Da ku girnijîniyê ji devê kulîlkan werbigrim

 

Lê bîranînên şîn bûn sûlav

 

û bendava xeman di nav çavên min de hilweşî.

. . .

Rast e ku di warê samanî de hîn li şûn im

Di bazirganiyê de tiştî hêja bi ser naxînim

Di zanistiyê de pileyan di pey te re tînim

Di siyasetê de ta niha li dû te dimînim

Di nêrîna çavan de wek te dûr nabînim

Di baweriyê de ne nola te har û dîn im

Lê di hemû pêşbirkên nîgaşî de tu çiqasî lezok bî

Ez berî te armancê pêk tînim.

 

Majêd A Mihemed kî ye?

Majêd A Mihemed sala 1972an li gundê Gordayê yê navçeya Cindirêsê li herêma Efrînê ji dayîk bûye.

Wî xwendina xwe ya seretayî li gund, dibistana navîn li Cindirêsê xwend û lîse jî li bajarê Helebê bi dawî kir.

Di pey re beşa ragihandinê li Zanîngeha Şamê qedand û piştî kirîza Sûriyeyê xwe li Tirkiyeyê girt û ji sala 2014an ve li bajarê Stenbolê dijî.

Berhemên wî:

Morîkên Rojnivîskê, Pexşan, DOZ, Stenbol 2024.

Gûşiyên Rezekî Bêçeper, Pexşan, DOZ, Stenbol 2025.

Meqam Elhewa (Erebî), Helbest, Weşanên Çinar, Stenbol 2016.

Bikaranîna Pendên Kurdî di Civakê de, û çendîn berhemên din yên ku ji çapê re amade ne, her wiha derdora 500 gotarên wî yên curbicur di malperên erebî yên naskirî de hatine weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst