Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda operayê ya Kurd a navdar Pervîn Chakarê ragihand ku ew dê li Berlîna paytexta Almanyayê konsereke taybet li dar bixe.
Konsera Pervîn Chakarê dê 27ê Adara 2026an demjimêr 20:00an li salona UdK Joseph-Joachim-Konzertsaalê were lidarxistin.
Şeveke taybet a operayê û stranên Kurdî
Di vê şeva taybet a muzîkê de dê aryayên operayê û stranên Kurdî bi hev re werin pêşkêşkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine dayîn, di repertuara konserê de dê helbestên helbestvanên mezin ên Kurd Cegerxwîn û Şêrko Bêkes hebin.
Her wiha dê şaheserên muzîkjenên navdar ên cîhanê Wolfgang Amadeus, Mozart û Giacomo Puccini jî di vê konserê de cih bigirin.
Boram Ahn dê li piyanoyê bixe
Piyanîsta navdar Boram Ahn dê bi piyanoya xwe di konserê de hevrêtiya Pervîn Chakarê bike.
Sopranoya Kurd Pervîn Chakarê bangî hemû hezkiriyên muzîkê kir û ew bi kêfxweşî vexwendin wê şeva taybet.
Kesên ku bixwazin beşdarî vê şeva taybet bibin dikarin bilêtên xwe li ser înternetê bikirin:
https://pickaseat.de/de-de/music/pervin-chakar
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse