کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Pervîn Chakar dê konseran li Ewropa, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dar bixe

Pervîn Chakar dê konseran li Ewropa, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dar bixe

Çand û Huner

Pervîn Chakar dê li Ewropayê konseran li dar bixe: Prensesa Kurd Leyla Bedirxanê bi bîr tîne

Aydin Bayram

Aydin Bayram

07-02-2024
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Aydin Bayram
Aydin Bayram07-02-2024

Nûçeyên Têkildar

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin
Çand û Huner21-11-2026

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir
Çand û Huner21-11-2026

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir
Çand û Huner21-11-2026

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir

Hewlêr (Rûdaw) – Sopranoya Kurd Pervîn Chakar dê li çend bajarên Ewropayê û bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konseran bide.

Biryar e rêzekonserên hunermenda navdar a Kurd Pervîn Chakarê yên li Ewropayê meha Adara 2024an dest pê bikin.

Pervîn Chakar herwiha dê diwaiya meha nîsanê de jî dest bi konserên xwe yên li Amed, Êlih, Sêrt, Riha, Stenbol û Mêrsînê bike.

Chakar dê 17ê Adarê li Parîsê bi konserekê hunermenda dansa modern û balerîna Kurd Leyla Bedirxanê bi bîr bîne.

Li salona herî navdar a Parîsê konser

Konsera li Parîsê / Wêne: Azad Aldanmaz

Ew konsera Chakarê dê li yek ji salonên herî navdar ên Fransayê li Salle Cortotê bê lidarxistin.

Pervîn Chakarê diyar kir ku ew dê di konsera xwe de ji bilî aryayên Gounod, Mozart, Bellini, Verdi û Puccini dê stranên Kurdî jî bi awayî sopranoyê bisitirê..

Berî çend mehan gora prensesa Kurd Leyla Bedirxanê li goristana Saint-Cloudê ya Parîsê hatibû dîtin.

Chakarê jî gotibû ki ew dixwaze ji bo bîranîna Leyla Bedirxanê konserekê li dar bixe.

Enstîtûya Kurdî ya Parîsê mazûvaniya wê konserê dike.

Bilêtên konserê li ser malperên billetci.com û sallecortot.com tên firotên.

Li Stockholmê û Viyenayê konser

Konsera li Stockholmê / Azad Aldanmaz

Chakarê dê 8ê Nîsanê li Konserthuset Stockholmê û paşê jî di 20ê Nîsanê de li Viyenayê li Salona Konserê ya Ehrbarê gera xwe ya konseran bidomîne.

Bilêtên konsera li Stockholmê li ser malpera konserthuset.se û bilêtên konsera li Viyenayê jî li ser malpera Ehrbar Saal ve EventJetê tên firotin.

Li Helsinkiyê bi Sanna Matinniemiyê re arya

Konsera li Helsinkiyê / Azad Aldanmaz

Sopranoya Kurd dê herwiha 26ê Gulana 2024an li paytexta Finlandayê bajarê Helsinkiyê li Temppeliaukion Kirkkoyê bi Sopranoya Finlandayî Sanna Matinniemiyê aryaya operayê ya bi navê “Rauhaa sydämestä sydämeen” û çend berhemên din ên Kurdî û Finlandî bibêje.

Bilêtên wê konserê jî li ser malpera Ticketmasterê tên firotin.

Pervîn Chakar kî ye?

Pervîn Chakar

Pervîn Chakar sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.

Ew sala 1995an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Chakar sala 2008an ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Hunermenda Kurd Pervin chakarê di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng de xelat wergirtine.

Nûçeyên Têkildar

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin
Çand û Huner21-11-2026

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir
Çand û Huner21-11-2026

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir
Çand û Huner21-11-2026

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir

Pirsên