Navenda Nûçeyan - Despacito ew kilîb e, ku destpêka îsal li hemû cîhanê belav bû, li grava Portorîko ya Îspanya hatiye wênegirtin. Li gor amarann vê stranê bi rêjeyeke berçav dahata geştiyarî ya wê grave bilind kiriye û gelek geştiyar ji seranserê cîhanê serdana wê derê dikin.
Despacito niha di dîroka online de strana herî zêde hatiye guhdarkirin e. Ev kilîp zêdetirî 3 milyar caran hatiye temaşekirin, bi vê yekê jî li pêşya strana Gangam Style ketiye.
Xizmetguzariya Tells ya cîhanî, rênimayî û alîkariya geştiyaran dike, di dîtina hotel û bilêtên balefir xizmetguzariyên geştiyarî dike. Tells ragihandiye ku geran û girtina otêlan û rêjeya geştiyaran piştî belavbûna kilîba Despacito bi rêjeya 45% berawerd bi sala derbasbûyî, zêde kiriye.
Malpera Trip Adviser ku malpereke din ya şêwirmendiya geştiyariyê ye ragihandiye, ku girtina otêl li wê grava ku ev kilîp lê hatiye wênegirtin, bi rêjeya 24% bilind bûye herweha nirxê otêl û xwaringehan jî li wê grava Îspanyayê bilind bûye. Herweha rêjeya temaşekirina vê grave di malpera Xpedia Amerîkî de bi rêjeya 10% bilind bûye.
Strana Despacito ku her yek ji Liwes Fonsê û Dady Yanky bi hevre dibêjin, serkeftineke mezin bidest xist. Ev grûp weke bandeke cîhanî hatin naskirin bi teyabetî piştî ku versiona stranê bi zimanê Inglîzî bi beşdariya stêrka cîhanî Justin Beiber hat belav kirin.
Niha xelkê Kurdistanê û kurdên derveyî welat jî dijîn, hez dikin serdana Portorîko bikin daku cih û dîmenên balkêş yên vê grave bibînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse