Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin

09-05-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Kirkan Fonolojiya Zazakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Vateyê pirtûka bi navê “Fonolojiya Zazakî” ya nivîskar û akademîsyen Ahmet Kirkan çap kir.

Di berhema Fonolojiya Zazakiyê de Ahmet Kirkan li ser fonetîka diyalekt û zarên Zazakiyê yên Çewlîg, Dêrsim, Siwêregê xebitiye.

Herwiha Ahmet Kirkan li ser fonemên ango dengên Kurmancî, Zazakî, Soranî û Hewramî jî kar kiriye û ew li gorî zanista fonetîkê rave kiriye.

Berhemên Ahmet Kirkan ên ku hatine çapkirin ev in:

Destpêka Edebiyata Klasîk û Zazakî û Bîyîşa Osman Efendî

Rêzimana Kurdî

Zazakî û Malmîsanijî Ser o Meqeleyî

Ji bilî berheman di gotarên akademîk ên navneteweyî de jî li ser zimannasî û edebiyata klasîk a Kurdî gelek gotarên Kirkan hene.

Ahmet Kirkan kî ye?

Ahmet Kirkan sala 1981ê li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayik bûye.

Wî sala 2004an Fakulteya Perwerdeyê ya bi navê Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê qedand.

Kirkan ji Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Anadoluyê û Beşa Ziman û Edebîyata Farisî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê mezûn bû.

Beşa Ziman û Edebiyata Suryanî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê di çarçoveya bernameya cot-makezanist de dixwîne û di beşa felsefeyê da masterê dike.

Sala 2010an Kursa Hîndekariyê ya ku ji aliyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê ve hatibû vekirin qedand û heman salê û li heman zanîngehê dest bi mastera Beşa Ziman û Çanda Kurdî kir.

Kirkan sala 2014an dest bi karê lêkoleriyê kir. Wî teza xwe ya masterê ya bi navê Bîyîşa Pêxemberî ya Osman Esad Efendî Metn û Wekenitiş qedand.

Sala 2015an li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Dîcleyê, di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de, wî dest bi doktoraya xwe kir.

Sala 2019an bi teza bi navê “Zazacanın Fonetik Açıdan İncelenmesi Kuzey, Güney ve Merkez Zazacasının Karşılaştırılması (Lêkolîna li ser Zazakî ji alîyê Fonetîk ve: Berawirdkirina varyasyonên Zazakî yên Bakur, Başûr û Navendî)” doktoraya xwe qedand.

Di warên wekî zimannasiya berawirdî, zaravayên Kurdî, dengnasî, morfolojiya Zazakî, zimannasiya giştî, zimannasiya dîrokî, felsefeya ziman û edebiyata klasîk a Zazakî de lêkolînên Kirkan hene.

Kirkan sala 2021ê di warê Ziman û Edebiyatên Cîhanê de payeya doçentiyê wergirt.

Kirkan niha li Zanîngeha Mardîn Artukluyê Fakulteya Wêjeyê ya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî dixebite, zewiciye û 3 zarokên wî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst