Pirtûka nû ya Leyla Mexso Beraziyê derket: ‘Dirêj dibe li ber piyê min rabirdû’

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan Dirêj dibe li ber piyê min rabirdû Weşanên Avestayê Leyla Mexso Berazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nû ya helbestan a Leyla Mexso Beraziyê ya bi navê “Dirêj dibe li ber piyê min rabirdû” ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka helbestan a “Dirêj dibe li ber piyê min rabirdû” ji 72 rûpelan pêk tê.

Weşanên Avestayê ji bo nasandina pirtûkê di rûpela xwe ya danasînê de cih daye vê helbestê:

“nêriyên nav û nûçikan li hemû deverên dinyayê
ro bi ro bi pey min û xwehên min dikevin
bi dahfên mêrokî dizilqitînin gewdeya qîzantiya min.
simbêlekî reş li ser devê rojhilata navîn
her borebora şer e bi ser laşê bîra min î çilspî de
xweha min a ku gotina xwe ji tu kesî re nahêle
di stûyê xwe re dike wî kirasê ji bo wê dirûtine…
dibêje: “min ji bîr neke! wextê dor hate ser min!’’
ji wê xeleka stûr vedibe û kûr dibe derza rûyê min
dema pot û pelatên ji ser kenê xwê dide aliyekî
li ser pişta me herduyan bi xwe dihizire ew deqa kevn”

Leyla Mexso Berazî kî ye?

Leyla Mexso Berazî li Birûkayê, gundekî li deşta Reşkotan, ji dayîk bûye.

Ew di nav malbateke qelebalix de ku ji heft kur û şeş keçan pêk dihat, ango di nav sêzdeh xwişk û birayan de a mezin bûye.

Berazî behsa zarokatiya xwe dike û dibêje ku gotin û risteyên Kurmanciya reş, rabûn û rûniştinên bi nirxên eşîrane di jiyana wan a rojane de tiştekî asayî bûye.

Ew diyar dike ku piştî ku ji wê atmosfera xwezayî dûr ketiye û tevlî jiyanên din bûye, têgihîştiye ku zarokatiya wê di nava çandeke çi qas dewlemend û berfireh de derbas bûye.

Berazî dibistana seretayî li Êlihê xwendiye.

Piştî dibistana navîn, çûye Lîseya Êlihê.

Paşê li zanîngehê beşa pedagojiyê xwendiye û dest bi mamostetiyê kiriye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst