Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendên navdar ên Kurd Mikaîl Aslan û Cemîl Qoçgîrî yekemîn klîpa xwe ya ku bi hişê çêkirî hatiye amadekirin belav kir.
Mikaîl Aslan û Cemîl Qoçgîrî ji bo strana xwe ya bi navê "Zê Cemad" a ji albûma xwe ya "Rû bi Rû" klîpek amade kir û wan di klîbê de teknolojiya hişê çêkirî bi kar anî.
Di klîpa ku bi çaya li ser agir dest pê dike de, dîmenên xwezayê û mirovan cih digirin.
Cahît Çeçen derhênerî kir
Klîpa bi Kirmanckî ya "Zê Cemad" ji aliyê Cahît Çeçen ve hatiye amadekirin.
Mikaîl Aslan klîp li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vê peyamê parve kir:
"Di muzîka Zazakî de yekemîn vîdeo klîpa bi hişê çêkirî! Me ji bo kilama xwe ya bi navê Zê Cemad a ku di albûma me ya Rû bi Rû de cih digire, cara ewil bi hişê çêkirî klîpek amade kir.
Vîdeo klîp bi îmzeya Cahît Çeçen e. Willehî min eciband.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse