Wan, Qers û Amed li benda konserên Pervîn Chakarê ne

09-10-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Amed Qers Pervîn Chakar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd a navneteweyî Pervîn Chakar, xwe amade dike ku bi dengê xwe pireke di navbera çandan de ava bike.

Chakar dê vê mehlê li Amed, Wan û Qersê rêzekonseran li dar bixe û dê awazên kevneşopî yên Kurdî bi muzîka klasîk a Rojava re bîne cem hev.

Duduka Ertan Tekîn dê bi dengê Chakarê re be

Pervîn Chakar dê di 17ê Çiriya Pêşîn de li Amedê, 19ê Çiriya Pêşîn li Wanê û 21ê Çiriya Pêşîn jî li Qersê li Otela 1924ê derkeve ser dikê.

Di konseran de quarteteke ji sazên bi têl û dudukvanê navdar Ertan Tekîn dê bi Chakarê re bin.

Repertuvara Chakarê, kûrahiya hestyarî ya muzîka gelêrî ya Kurdî û dewlemendiya teknîkî ya kevneşopiya operaya Rojava tîne cem hev û soza şeveke bêhempa dide hezkiriyên muzîkê.

Parçeyek ji turneyeke navneteweyî

Ev rêze konser, qonaxa Rojhilata Navîn a turneya payîza 2025an a Chakarê pêk tînin.

Hunermenda Kurd, piştî konserên li Bakurê Kurdistanê dê di 14ê Çiriya Paşîn de li Munîhê û di 12ê Kanûna Pêşîn de jî li Frankfurtê derkeve ser dikê.

Dengê kûr û bêdem ê dudukê û nazikiya sazên bitêl dê bibin yek û guhdaran di navbera hestan de bigerînin û pireke di navbera muzîka Rojhilat û Rojava de ava bikin.

"Ez operayê bi muzîka Kurdî pêşkêşî gelê xwe dikim"

Pervîn Chakar derbarê projeya xwe de ji Rûdawê re axivî û got:

“Dewlemendiya zimanê Kurdî, sempatîkbûna fonetîka Kurdî, rewanbûn û samîmiyeta wê, wekî zimanê evîn, dil, helbest, melodî û hezkirinê, bandorê li muzîk û çanda me jî dike.

Ji bo bibim yek ji hilgirên çand û hunerê, ez dixwazim operaya ku min perwerdeya wê dîtî, li gel muzîka Kurdî pêşkêşî gelê xwe bikim.

Di konseran de ne tenê bi Kurmancî ez cîh didim berhemên Kirmanckî (Zazakî) û Soranî jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst