Avestayê berhema sêyem a xêzeromana Ken Parker weşand: Apaçî

10-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ken Parker Apaçî Weşanên Avestayê Giancarlo Berardi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê berhema sêyem a xêzeromana navdar a cîhanê Ken Parker a bi navê "Apaçî" weşand.

Xêzeroman ji aliyê Giancarlo Berardi ve hatiye nivîsandin, ji aliyê Ivo Milazzo ve hatiye xêzkirin û Selîm Nalî Gulfiraz jî ew ji Îtalî wergerandiye Kurdî.

Ken Parkerê ku ne tenê li Îtalyayê, li seranserî cîhanê wekî yek ji klasîkên xêzeromanê tê qebûlkirin, bi vê berhema nû serpêhatiyên xwe ji xwînerên Kurd re didomîne û "Apaçî" ji 98 rûpelan pêk tê.

Afirînerê Ken Parker: Giancarlo Berardi

Nivîskarê xêzeromanê Giancarlo Berardiyê ku sala 1949an ji dayîk bûye, wekî hunermendekî piralî tê naskirin; ew di heman demê de xêzker, gîtarîst, stranbêj, bestekar û şanonivîs e.

Berardi bi şêwaza xwe ya ku nêrîneke humanîst û nûjen tîne nav xêzeromanê, dişibe derhênerê navdar John Ford.

Wî xêzeroman ji qalibên lehengên klasîk derxistiye û bi vegotinên mirovî û hestyarî kûrahiyeke nû daye wê.

Ken Parker sala 1977an bi hevkariya xêzker Ivo Milazzo hate afirandin û li 13 welatan hat weşandin.

Berardi her wiha bi afirandina lehenga dedektîf Julia Kendal jî tê naskirin.

Ji ber serkeftinên xwe, Berardi gelek xelatên navneteweyî yên wekî Oesterheld, Premio Internacional Barcelona de Comics û Yellow Kid wergirtine.

Wergera Kurdî ya Selîm Nalî Gulfiraz derfetê dide xwînerên Kurd ku bi kalîteyeke bilind vê klasîka cîhanî bixwînin.

Weşandina rêzeya Ken Parker gaveke girîng e ji bo dewlemendkirina cîhana xêzeromana bi zimanê Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst