Li Hewlêrê amadekarî bo dîdara Mehmûd Derwêş tê kirin

12-02-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Felestîn Helbestvan Mehmûd Derwêş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Felestînê li Hewlêrê amadekariyan dike, ji bo ku dîdara wêjeyî ya Mehmûd Derwêş, helbestvanê navdarê Felestînî saz bike. Dîdara Wêjeyî ya Mehmûd Derwêş li Hewlêrê dê bi beşdariya nivîskarên Felestîn û Kurdistanê bê lidarxistin.

 

Konsulê Felestînê yê li Herêma Kurdistanê, Nezmî Hizûrî ji beşa Wêje û Kultura Rûdawê re ragihand, di meha Adar a îsal de Konsulxaneya Felestînê li bajarê Hewlêrê bi alîkariya Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd, dîdarekê derbarê helbestvanên navdarê Felestînî, Mehmûd Derwêş bi taybetî û herwiha Dewleta Felestînê de saz dike.

 

Nezmî Hizûrî herwiha got, dîdara Mehmûd Derwêş dê di 20ê îsal de li Hewlêrê birêve biçe, ku têde hejmarek ji nivîskar û helbestvanên Felestîn û Kurdistan beşdar dibin, herwiha hejmarek nivîskar û helbestvanên Felestînî jî bo vê dîdarê tên vexwandin.

 

Mehmûd Derwêş di 13ê Adara 1941an de li Felestînê ji dayik bûye û di sala 2008an de li Amerîkayê koça dawî kiriye. Zêdetir ji 20 dîwanên wî yên helbestan ên çapkirî hene û dîwanên wî bo ser piraniya zimanên zindî yên cîhanê hatine wergerandin.

 

Mehmûd Derwêş yek ji helbestvanên herî xuya yên vê serdemê yên Ereb bi giştî û yên Felestînê bi taybetî ye û weke helbestvanê berevaniyê û sembola azadiya gelên azadîxwaz tê naskirin.

 

Wî helbestvanê navdar ê Felestînî, çend helbest jî li ser Kurd nivîsandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst