Li Hewlêrê cenazeyê kesekî hat dîtin: Cenaze bûye du perçe

31-05-2023
Dilniya Rehman
Nîşan Hewlêr Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li bajarê Hewlêrê cenazeyek hat dîtin. Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman li cihê bûyerê ragihand, cenaze bûye du perçe.

Îro Çarşemê 31ê Gulana 2023an li ser cadeya 150 Metrî ya Hewlêrê termê kesekî hat dîtin.

Hêzên ewlehiyê û polîs gihîştin cihê ku cenaze lê hatiye dîtin û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînên destpêkê kirin.

Piştî lêkolînên destpêkê yên li cihê bûyerê, di bin tedbîrên hêzên ewlehiyê de cenaze bo morga nexweşxaneykê hat veguhastin.

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman li cihê bûyerê ragihand, cenaze li kêleka rê hatiye dîtin û wiha dixuye ku bûyereke trafîkê be û otomobîlekê li wî kesî dabe, çimku perçeyên otomobîlê û cama otomobîlê li nêzîk cihê bûyerê hene.

Welatiyekî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, ew kes bi eslê xwe ji Sûriyê ye, navê wî Kamil e û di projeyeke nîştecîbûnê de li nêzî cadeya 150 Metrî ya Hewlêrê şofêrê Krênê bûye.

Bi gotina heman kesî, ew kes ji şevê din demjimêr 20:00an ve wenda bûye û hêzên ewlehiyê ji wê yekê hatibûn agahdarkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di dosyeya lêkolînê ya hêzên ewlehiyê de têkildarî kesê ku cenazeyê wî hatiye dîtin, hatiye nivîsandin ku ti kesûkarên wî li vir nîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst