Silêmanî (Rûdaw) - Orkestraya Senfoniya Silêmaniyê bi rêberiya maestroyê navdar ê Alman Hans Rotmann, konsera xwe ya duyem a salê li Koşka Hunerê ya Silêmaniyê pêşkêş kir.
Li konserê 64 jenyarên Kurd, Alman, Gurcî û Ukraynî beşdar bûn.
Konser roja pêncşemê bi amadebûna hejmareke berbiçav a hezkiriyên muzîka klasîk hat lidarxistin û tê de gelek şaheserên muzîka Kurdî û cîhanî hatin jenîn.
Rêberê orkestrayê Hans Rotmann li ser asta konserê ji Rûdawê re got:
"Bi ya min karê me gelekî baş bû.
Hêvîdar im ku amadebûyan kêf jê wergirtibe, çimkî min hest kir ku temaşevanan bi evînê guh dida wî karê giran ê ku me li vir pêşkêş kir."
Yek ji armancên vê çalakiyê bilindkirina asta muzîkê ya li Kurdistanê ye.
Berpirsekî organîzatoran anî ziman:
"Yek ji armancên herî mezin ew e ku em çand, huner û muzîkê ber bi asteke bilind û akademîk ve bibin û hêviyekê bidin xelkê Silêmanî û Kurdistanê."
Yek ji jenyarên biyanî yên ku beşdarî konserê bûbû li ser konserê da zanîn:
"Me karekî baş kir. Atmosfereke xweş bû ku me li Kurdistanê ew orkestra li dar xist.
Me hemû şiyana xwe nîşan da û em hêvîdar in ku bi dilê beşdaran bûbe."
“Keda me berê xwe da”
Yek ji jenyarên jin ên orkestrayê amaje bi westandina xwe ya ji bo gihîştina wê astê kir û got:
"Cihê kêfxweşiyê ye, çimkî demeke dirêj e em rahênanê dikin û westiyane.
Em hest dikin ku keda me berê xwe da.
Nêzîkî meh û nîvekê ye em rahênanê dikin û hefteya dawî jî her roj rahênana me hebû."
Beşdarên konserê jî kêfxweşiya xwe anî ziman.
Xwendekar Savya Sabirê ku li konserê amade bû got:
"Hesteke gelekî taybet e. Ez bi xwe pispora sektora tenduristiyê me, berê beşdarî çalakiyên bijîşkiyê bûme lê ya vê carê hesteke cuda û xweştir bû.
Ev bajarê bajaran e, divê orkestrayên me yên wiha xweşik hebin."
Her wiha mîkrobiyolog Sara Newrozê jî li ser konserê da zanîn:
"Êvareke gelekî xweş bû ku em li gel hevalên xwe kom bûn.
Ez hest dikim ku gelek pêdiviya me bi tiştên wiha heye.
Em çend hevalên dibistanê ne û her sal dema orkestra tê lidarxistin em tên."
Zarokekî bi navê Şafda jî di konserê de amade bû û got:
"Hesteke min a gelekî xweş hebû... ji ber ku min ji muzîkê hez kir."
Geştyara Skotlandî Ingrid Homan jî yek ji amadebûyên konserê bû û anî ziman:
"Destpêkê ez ne kêfxweş nebûm, ji ber ku çûn û hatin deng gelek bû lê paşê hol aram bû û min gelek kêf jê wergirt, çimkî bibîranînên xweş anîn bîra min."
Jenyarên Orkestraya Senfoniyê ya Silêmaniyê dixwazin konsera xwe ya bê di pêncşemeke din a 2025an de li dar bixin lê qeyrana darayî û nebûna budceyê dibe ku li ber berdewamiya karên wan bibe asteng.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse