Pervîn Chakar xeyala xwe dike rastî: Ji bo ciwanên jêhatî projeyeke nû

17-08-2025
RÛDAW
Nîşan Pervîn Chakar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd a navdar a cîhanê Pervîn Chakarê ragihand ku ew dê li Amedê ji bo ciwanên jêhatî masterclasseke bêpere ya opera û şanê li dar bixe.

Sopranoya Kurd mizgînî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û da zanîn ku ev xeyaleke wê ya kevn bûye.

Sopranoya Kurd Pervîn Chakarê di parvekirina xwe de got:

“Min ji mêj ve xeyal dikir ku ji bo ciwanên jêhatî yên ku dixwazin perwerdeya Opera û Şanê bibînin, di vî warî de perwerdeya bingehîn dîtine lê dixwazin xwe bi pêş bixin, li Amedê masterclasseke bêpere li dar bixim.

Di dawiyê de ji bo pêkanîna vê projeyê gavên yekem hatin avêtin.

Di rojên pêş de dê daxuyaniyên berfireh werin dayîn. Ez gelekî bi kelecan im!”

Proje gava yekem a xeyaleke mezin e

Pervîn Chakara ku li opera û dikên herî bi nav û deng ên cîhanê hunera xwe nîşan dide, her tim bi projeyên xwe yên ji bo ziman û çanda Kurdî derdikeve pêş.

Chakarê di gelek hevpeyvînên xwe de amaje pê kiribû ku xeyala wê ya herî mezin avakirina akademiyeke muzîkê yan jî operayekê li Amedê ye.

Ev gava masterclassê wekî gava yekem a berbiçav a ji bo pêkanîna wê xeyala mezin tê dîtin.

Pervîn Chakara ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ye, perwerdeya xwe li Tirkiye û Îtalyayê qedandiye û niha li Almanyayê dijî.

Ew bi wê yekê tê naskirin ku di repertuara xwe de bi awayekî berfireh cih dide stran, kilam û lorikên Kurdî.

Chakar di daxuyaniyên xwe de her tim tekezî li ser wê yekê dike ku zimanê Kurdî ji aliyê fonetîk û dewlemendiyê ve ji bo operayê zimanekî gelekî guncav e û ew dixwaze bi hunera xwe vê yekê ji tevahiya cîhanê re îspat bike.

Organîzekirina vê masterclassê li Amedê, ji bo ciwanên Kurd ên ku dixwazin di qada muzîka klasîk û operayê de xwe bi pêş bixin, wekî derfeteke zêrîn tê dîtin.

Tê payîn ku di rojên pêş de derbarê mercên serlêdanê û hûrgiliyên din ên projeyê agahiyên berfireh werin parvekirin.

Pervîn Chakar kî ye?

Pervîn Chakar sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.

Ew sala 1995an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Sala 2003yan li Zanîngehê Gaziyê ya Enqereyê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Chakar sala 2008an ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “herî baş” de destûrname wergirtiye.

Li heman konservatuarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Hunermenda Kurd Pervin Chakarê di gelek pêşbirkên operayê de xelat wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst