Tîma Rûdawê xelatên xwe ji destê Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli wergirtin / Wêne: Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî û kameramanê Rûdawê Esat Aydin ji bo tevkariya wan a di berhema bi navê “MEşewitîne” de hatin xelatkirin.
Komeleya Kameramanên Nûçeyan a Tirkiyeyê (THKD), rojnamegerên ku şewatên daristanan ên li herêmên cuda yên Tirkiyeyê şopandibûn û gel agahdar kiribûn xelat kirin.
Pirtûka “MEşewitîne” ji şahidiyên rojnameger û kameramanên ku şewatên li Tirkiyeyê şopandina pêk tê û kesên ku sûd gihandiye vê berhemê hatin xelatkirin.
Nûnerê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî û kameramanê Rûdawê Esat Aydin jî hêjayî xelatê hatin dîtin.
Tîma Rûdawê xelatên xwe ji destê Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli wergirtin.
Serokê Komeleya Kameramanên Nûçeyan a Tirkiyeyê (THKD) Aytekîn Polatel di merasîma xelatdayînê de ji Rûdawê re axivî.
“Rûdaw yek ji wan saziyan e ku bi awayekî berpirsiyane tevdigere”
Aytekîn Polatel bal kişand ser haydarî û têgihiştina Rûdawê û got:
“Rûdaw yek ji wan saziyan e ku di vê mijarê de bi awayekî berpirsiyane tevdigere.
Hevkarên me çi ji destê wan hatibe texsîr nekiriye.”
Di pirtûka bi navê “MEşewitîne” de hewl û serpêhatiyên Şewket Herkî û Esat Aydin jî cih digirin.
Her wiha gelek kes û aliyên ku beşdarî merasîmê bûbûn pesnê hewl û xebatên Şewket Herkî û Esat Aydin ên dema şewatên li Tirkiyeyê da.
Cemiyeta Nûçegihanên Başûrrojhilat (GGC) jî tîma Rûdawê bi peyamekê pîroz kir û got:
“Em endamên xwe Şewket Herkî û Esat Aydin pîroz dikin û hêvî dikin ku serkeftinên wan bidomin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse