‘Bihuşta Bavê Min’ bi wergera Fahriye Adsayê derket

20-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ariel Sabar Fahriye Adsay Weşanên Avestayê Bihuşta Bavê Min
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurmanciya pirtûka Ariel Sabar a bi navê “Bihuşta Bavê Min: Rêwîtiya Lawekî li Dû Rabirdûya Malbata Xwe” ji Weşanên Avestayê derket.

Bihuşta Bavê Min lêgerîna Ariel Sabar e ku niha û rabirdûyê li hev bîne û ji jiyana Cihûyên Zaxoyê re dibe neynikek.

Ev pirtûk ji 352 rûpelan pêk tê û bi wêne ye.

Fahriye Adsayê berhem ji Îngilîzî wergerandiye Kurmancî û Kurmanciya wê bi û bi navê “Bihuşta Bavê Min: Rêwîtiya Lawekî li Dû Rabirdûya Malbata Xwe” ji Weşanên Avestayê derket.

Li ser bergê dawî yê pirtûkê wiha hatiye nivîsandin:

“Li quncikeke dûr a cîhanê, nêzîkî sê hezar salan jibîrkirî, civateke cihûyên kurd ewqas îzole dijiyan ku hê jî bi aramî, zimanê Îsa dipeyivîn. Piranî bê xwendin û nivîsandin, mistîkên xwe-gihandî û çîrokbêjên şareza, etarên nefspiçûk û êzingvanên xurt bûn ku bi cîranên xwe yên misilman û xiristiyan re li çiyayên Kurdistana Iraqê bi aheng dijiyan. Yona Sabar li nav van neviyên Eşîrên Winda yên Israîlê hat dinyayê.

Cihûyên Zaxoyê ji nişka ve xwe di nav tengijînên etnîk ên Rojhilata Navîn de dîtin piştî II. Şerê Cîhanê û di salên 1950î de bi balafiran koçî dewleta nû Israîlê kirin bi koçeke girseyî ya 120 hezar cihûyên ji Iraqê -yek ji diyasporayên cîhanê yên herî mezin û kêmtirîn-naskirî. Hema hema di şevekê de, ew çand û zimanê egzotîk ê cihûyên kurd mehkûmî tunebûnê bû. Kurê Yona, Ariel pir kêm dizanibû dîroka bavê xwe. Ariel li Los Angelesê mezin bûye; Yona jî li wir li UCLAyê bûye profesorekî rûmetbilind û kariyera xwe bo parastina nerîtên gelê xwe terxan kiriye; Ariel nedixwest ti têkiliya wî hebe bi mîrata bavê xwe yê koçber û ecêb re. Heta ku kurekî wî çêbû.

Bihuşta Bavê Min lêgerîna Ariel e ku niha û rabirdûyê li hev bîne. Dema Ariel û bavê xwe bi hev re diçin Iraqa îro ya piştî şer da ku bibînin bê çi maye ji bajarê Yona lê çêbûye, Sabar, bajarê qedîm Zaxoyê tîne ber çavê xwe û çîroka malbata xwe dibêje, ciyê wan kişif dike li nav destana mezin a cihûyên sefardîk ên bi hezaran salan a li welatê misilmanan li ser piyan mane. Bavê kalikê xwe yê ruhanî bi me dide nasîn, bi roj boyaxvanê gund ku azweriya wî ya heqîqî bi şev diakirin bû li kenîşteya piçûk î kerpîc a Zaxoyê; pîrika wî ya qehremana bêdeng ku careke din bi ser xwe ve nayê piştî revandina zaroka xwe ya nûzayî; kalikê wî yê di bin girûr û feqîriya ku kurd li Welatê Ehdkirî ya Israîlê rû bi rû dimînin, dieciqe; û Yonayê ciwan, bavê Ariel, kurikê serberdayî ku di çemê Xabûrê de avjenî dike, li ser banên xaniyan digere û berî ku ji bihûştê bên avêtin dibe dawîtirîn bar-mitzvahê Zaxoyê.

Ev kitêba jidil lê xurt ku bi serokeşîrên kurd, zimanzanên pêşeng, koçerên ereb û bawermendên dilsoz tijî ye, serpêhatiyeke ecêb a tolerans û hêviyê ye ku li devereke ku îro bala dinyayê li ser e derbas dibe. Ariel Sabar, bi vegotina serpêhatiya bavê xwe, xwe dibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst