Pirtûka helbestan a Abdulla Peşêw bi Fînlandî derket

21-08-2025
RÛDAW
Dîmenê merasîmê\ Wêne: Rûdaw
Dîmenê merasîmê\ Wêne: Rûdaw
A+ A-

Helsînkî (Rûdaw) – Berhemeke nû ya helbestvanê navdar ê Kurd Abdulla Peşêw bi zimanê Fînlandî gihîşt ber destê xwendevanan.

Ji bo pirtûka ku ji helbestên bijarte yên Peşêw pêk tê, îşev li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê merasîmeke hat lidarxistin.

Abdulla Peşêw

 

Di merasîmê de gelek nivîskar û helbestvanên Fînlandî û Ewropî amade bûn û berhemên Pêşêw hatin xwendin.

 

Her wiha Abdulla Peşêw jî bi xwendina helbesta xwe ya navdar "Serbazî Win" beşdarî şevê bû û pirtûka xwe îmze kir.

Helbestên Peşêw ji aliyê wergêra Fînlandî Mîna Torpa ve ji Kurdî bo Fînlandî hatine wergerandin.

Pirtûka helbestan ji aliyê weşanxaneya navdar a Fînlandiyayê "Palladium Kirjat" ve hatiye çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst