Awaza Şahê Çiyayan dengê Xorasanê digihîne Serdeştê

3 demjimêr berê
Ceifer Mubeşirniya
Awaza Şahê Çiyayan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Awaza Şahê Çiyayan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Awaza Şahê Çiyayan Serdeşt Xorasan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma muzîkê ya Awaza Şahê Çiyayan a ji bajarê Farûcê yê Xorasanê, ji bo beşdariya Festîvala Beyt û Heyranokan li Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê bû.

Endamên komê ji bo ku biselimînin koka wan li Kurdistanê ye straneke navdar a bi zaravayê Kurmanciya Jêr (Soranî) pêşkêş kir.

Endamên komê ji Kurdên bakurê Xorasanê pêk tên, ev 12 sal in hatine damezirandin û beşdarî çalakiyên hunerî dibin.

Vê carê li Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, bi amûrên xwe yên taybet û bi taybetî jî bi dutarê berhemên xwe jenîn.

Awaza Şahê Çiyayan di nava xwezaya Serdeştê de, ji bo nîşandana hesta nêzîkbûna xwe ya li gel gelê herêmê, strana navdar a Hunermend Hesen Zîrek "Perîşanim min denalînim" bi Kurmanciya Jêr got.

Hunermend û Serperiştê Komê Mezahîr Hedadiyan amaje bi wê yekê kir ku koka Kurdên Xorasanê vedigere herêmên Urmiye û Serdeştê û di serdemên berê de ji wir hatine dûrxistin.

"Zaravayê me cuda ye lê em yek in"

Mezahîr Hedadiyan ji Rûdawê re got:

"Em hemû yek in, reha vê muzîkê di xwîna me de ye û ji me nayê cudakirin, tenê zaravayê me cuda ye.

Ev festîval bû sedem ku em koka xwe bibînin, eger me berê nizanibûya, niha em dizanin ku reh û koka me yek e."

Endamên komê di beşeke din a çalakiyên xwe de, behsa dîroka amûrên xwe dikin ku wekî "bexşîgerî" tê naskirin.

"Bi zorê hatine dûrxistin"

Endamê komê Ebulfezl Hedadiyan jî biland:

"Em ji Bexşiyan in û ev saz ji bavê me ji me re maye ku jê re dutar tê gotin.

Em Kurdên Kurmanc ên bakurê Xorasanê ne lê bav û kalên me xelkê Serdeşt û Urmiyeyê ne û bi darê zorê ji wir hatine dûrxistin."

Li gorî gotina endamên komê, her çi qasî ew li herêmên xwe yanî li Xorasanê tên naskirin jî lê Festîvala Serdeştê bû deriyekî nû ji bo berfirehkirina sînorê çalakiyên wan û avakirina pireke pêwendiyê ya li gel warê bav û kalan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst