Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariya 40 wênesaz û dîzaynerên jin pêşangeha bi navê "Jin" hat vekirin û rastî eleqeyeke mezin a hunerhezan hat.
Di pêşangeha ku bi pêşengiya hunermendên ciwan ve hat vekirin de, çand, edebiyat û kevneşopiyên Kurdan bi zimanê hunerê hatin vegotin.
Pêşangeh ji aliyê komeke hunermendên jin ên ciwan ên bajêr ve hat organîzekirin.
Vê çalakiyê derfet da jinên Bokanî ku şiyanên xwe yên hunerî nîşan bidin û bi tablo û dîzaynên cuda hinek aliyên jiyana otantîk a Kurdan bi bîr bînin.
Birêvebira Pêşangehê Mîna Kerîmiyê ji Rûdawê re axivî û tekez kir ku armanca wan a sereke danasîna nasname û çanda Kurdî ye.
Mîna Kerîmiyê got, "Di vê pêşangehê de 40 hunermedên jin bi 78 berhemên xwe cih digirin.
Mijara sereke ya pêşangeha me li ser çanda Kurdî ye. Bi ya min divê her kes çand û nasnameya xwe nas bike, bizanibe û pê serbilind be."
Kilaş û keda jinê
Di berhemên ku hatin pêşandan de cil û bergên kevneşopî, hêmanên mîrata çandî û rola jinê ya di nava civaka Kurd de derketin pêş.
Yek ji beşdaran Behnaz Hemîdiyê atmosfera pêşangehê nirxand û got, "Ji ber hesta nasnameya Kurdî ya ku em nîşan didin ev pêşangeh ji yên din gelekî cudadir e û ruhekî wê yê rastîn heye."
Hunermend Dilşad Mihemediyê jî behsa rola jinan a di çêkirina pêlavên kevneşopî de kir û got:
"Min di tabloya xwe de çêkirina Kilaşan a bi destê jinan a di demên borî de xêz kir.
Kilaş pêlaveke kevneşopî ye ku Kurd bi taybetî di dawet û rojên taybet de li xwe dikin."
Pêşangeh 14ê Kanûna Pêşîn hat vekirin û sê rojan berdewam kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse