Yelda Ebasî xelata 'Beriya Zêrîn' wergirt

23-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Yelda Ebasî Merîwan Navenda Vejîn Xelata Berîna Zêrîn
A+ A-

Merîwan (Rûdaw) – Navenda Çand û Hunera Vejîn îsal xelata salane ya kesatî ya Beriya Zêrîn, da jenyar û stranbêja kurda Xurasanê Yelda Ebasî.

 

Li bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê, di Şeva Yelda de, ji aliyê Navenda Çand û Hunera Vejîn ve rêwresmeke taybet hate sazkirin.

 

Ji Îlamê hate Makoyê, nivîskar, helbestvan û çalakvananên çandî û hunerî yên Rojhilatê Kurdistanê jî di rêwresmê de amade bûn.

 

Di rêwresmê de xelata salane ya Beriya Zêrîn a ku didin kesayetên hilbijartî yên Rojhilatê Kurdistanê, îsal dane jenyar û stranbêja kurda Xurasanê Yelda Ebasî.

 

Yelda Ebasî xelata xwe ji destê nivîskar û dîroknasê navdar ê kurd Kelîmûllah Tewahûdî wergirt.

 

Tewahûdî di dema dayîna xelatê de got; “Ev xelata gelê Kurdistanê berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê vê hunermendê.”

Piştî wergirtina xelatê Yelda Ebasî jî ragihand, ku ew dê zêdetir li ser pêşxistina kiltur û hunera kurdî kar bike.

 

Di rêwresmê de herwiha xelata hevnîştimaniya salê ya bajarê Merîwanê dane çalakvanê jîngeparêz Şerîf Bacwer.

 

Navenda Vejîn 6 sale xelata Beriya Zêrîn dide kesên ku roleke bihêz di pêşxistna çand û hunera kurdî de lîstine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst