Li Merîwanê jineke ducanî û bebikê wê mirin: ‘Ew ji ber sersariya bijîşk mirin’

22-04-2025
RÛDAW
Nîşan Merîwan Bijîşk Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê jina bi navê Sarayê ku ducanî bû û bebikê wê mirin.

Şaho Hesenpûrê hevjînê Sara Tawê ji Rûdawê re ragihand, “Ew ji ber sersariya bijîşk mirin.”

Jina ducanî ya 27 salî ya bi navê Sara Tawê û bebikê di zikê wê de mirin, hevjînê wê dibêje, ji ber sersariya bijîşkan ew mirine.

Şaho Hesenpûrê pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin û got:

“9 salan hevjîna min bû, ti pirsgirêk û nexweşiyên wê nebûn, tenê çavên wê hinekî diêşiyan û derman dixwarin.”

Şaho Hesenpûr li ser nexweşiya zarok jî da zanîn:

“Pirsgirêk di dil de hebûn, dihat gotin dilê wî bi pêş neketiye û zarok bi xwe dê têk biçe.

Min bir ser 5-6 bijîşkan, hemûyan digot, heger ji ber nebin, zarok bi xwe namîne lê baştir e ku êşê nekişînin di demeke kurt de ji ber bibin.”

Şaho Hesenpûr her wiha anî ziman:

“Bijîşka wê Rojîn Tehmaspiyê çend derman dane wê û em şandin Nexweşxaneya Bûeliya Merîwanê.

Li nexweşxaneyê çend saetan carê derzî û serûm tevlîhev dikirin û didan wê, piştî bêhêz bû û nikaribû xwarinê bixwe.

Qet test nekirin ka di nava zikê wê de xwîn jê diçe yan na, tenê wan li zarok nihêrî û got, dilê wî rawestiyaye.

Me ji perestaran re digot, we ji hed zêdetir derman dan wan jî digot, bijîşk wiha gotiye û bi xwe nedihat.

Bijîşk sersarî kir û ew ji ber ku xwîn di nava zikê wê de kom bûbû mir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst