MERÎWAN - Karkerek li ser kar mir

21-09-2025
RÛDAW
Nîşan Merîwan Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê tiştekî giran bi serê karkerekî de ket û wî karkerî canê xwe ji dest da.

Karkerê bi navê Eyûb Qadirî doh evarê dema ku di avahiyekê de dixebitî tiştekî giran li serê wî ket.

Welatiyekî ji Merîwanê ji Rûdawê re got, "Eyûb Qadirî di dema kar de tiştekî giran bi ser de ketiye û bi giranî birîndar bûye. Piştî ku ew rakirine nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye."

Eyûb Qadirî ji gundê Bêwleyê yê bajarê Merîwanê ye û bavê du zarokan bû.

Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê 19ê Tebaxa 2025an ragihandibû ku di navbera 21-03-2024 û 21-03-2025an de, du hezar karkeran li Îran û Rojhilatê Kurdistan di dema kar de mirine û 26 hezar û 548 karker jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dronek / Wêne: Rûdaw Grafîk

Li Dêgeleyê êrişa dronî: Kampa ku jin û zarok lê dimînin hat bombebarankirin

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand