Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nû ya Prof. Dr. Abdurrahman Adak a bi navê "Dîroka Edebîyata Kurdî Serdema Berî Îslamê\Serdema Xanedanan" derket.
Ev berhem dîroka edebiyata Kurdî ya di navbera sedsala 8an a berî zayînê û sedsala 15an a piştî zayînê de vedikole û pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin.
Zimanê Medî û Kurdiya Kevnar
Abdurrahman Adak diyar dike ku di qonaxên Med, Hexamenîşî û Silûkiyan ên serdema berî Îslamê de li erdnîgariya Medyayê zimanê Medî (Kurdiya Kevnar) wekî zimanê axaftin û edebiyata zarekî hatiye bikaranîn.
Di qonaxên Eşkanî û Sasaniyan de ziman û edebiyata Medî bi navê Pehlewî (Kurdiya Navîn) hebûna xwe domandiye.
Bi taybetî di serdema Sasaniyan de edebiyata Pehlewî ya nivîskî bi pêş ketiye.
Qonaxa amadehî û peydabûna Fehlewiyatê
Di her sê sedsalên pêşî yên serdema Îslamî de, Pehlewî di qada Mecûsîtiyê de bipêşketina xwe didome.
Ev mawe di heman demê de ji bo peydabûna edebiyata Kurdî ya serdema Îslamê qonaxeke amadehî ye.
Sedsala 10an bi avabûna xanedanên Kurd ên wekî Şeddadî, Buweyhî û Hesenweyhiyan, "Edebiyata Kurdî ya Serdema Xanedanan" peyda bûye.
Ev qonax di lîteratura edebiyata Îranê de wekî "Fehlewiyat" hatiye binavkirin.
Nûnerên edebiyata Kurdî
Edebiyata Kurdî heta sedsala 15an bi Fehlewiyatê hatiye temsîlkirin û Baba Tahirê Hemedanî nûnerê wê yê herî girîng e.
Abdurrahman Adak destnîşan dike ku li gorî Kurdiya Pehlewî asta wê kêm be jî, metnên pêşî yên Kurdiya Kurmancî jî di serdema xanedanan de hatine dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse