Hewlêr (Rûdaw) - Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk got, “Berê metnekî dînî, hedîs, mealên Quranê yên bi Kurdî jî bi awayekî siyasî dihat dîtin.”
Weşanxaneya Nûbiharê ev 33 sal in ku di rêya wêje û zimanê Kurdî de xizmeteke bênavber dike.
Silêman Çevîk li Fuara Pirtûkan a Amedê rewşa weşangeriya Kurdî ya 33 sal berê û ya îro da ber hev û diyar kir ku bipêşketineke mezin çêbûye.
“Wê demê metn ji me re bi Tirkî dihatin”
Silêman Çevîk ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re axivî û bal kişand ser guherîna atmosfer û kalîteya ziman û got:
“Atmosfer gelekî guheriye. Wê demê metn ji me re bi Tirkî dihatin lê niha tiştekî bi Tirkî nayê. Ji aliyê ziman û gramerê ve jî pêşketineke baş çêbû."
"Mealên Quranê yên bi Kurdî jî siyasî dihat dîtin"
Gerînendeyê Nûbiharê bi bîr anî ku di salên berê de zext ew qasî zêde bû ku metnên dînî jî wekî xebateke siyasî dihatin dîtin û wiha li pey çû:
“Berê metnekî dînî, hedîs, mealên Quranê yên bi Kurdî jî bi awayekî siyasî dihat dîtin.”
Derbarê polîtîkaya weşanê ya Nûbiharê de jî Çevîk diyar kir ku ew hewl didin ji nîqaşên siyasî yên navxweyî dûr bisekinin û got:
"Em li dijî partî û fraksiyonên Kurdan tiştekî naweşînin. Em rêzê li hemû baweriyan digirin û em rê nadin ku heqaret li kesî were kirin.”
Silêman Çevîk bi gotin "Nûbiharê ez fêr kirim ku zimanê me û çanda me gelekî dewlemend e" diyar kir ku Nûbiharê gelek tişt li wî jî zêde kirine û ew jî bi saya serê Nûbiharê fêr bûye ku wêje, çand û zimanê Kurdî gelekî dewlemend e.
Fuara Pirtûkan a Amedê 18ê mehê dest pê kir û bi giştî 205 weşanxaneyên Kurdî û Tirkî beşdar in.
Fuar dê heta 26ê vê mehê vekirî be û heta roja dawî dê zêdetirî 300 çalakiyên wekî panel, rojên îmzeyê û gotûbêjan bên lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse