Ferhat Goçer: Derfeteke dîrokî li pêşiya muzîka Kurdî ye

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Nîşan Ferhat Goçer Stenbol MESAM Muzîka Kurdî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê bi hevkariya sazî û rêxistinên pîşeyî yên muzîkê, bi civîneke taybet paşeroja endustriya muzîka Tirkiyeyê hat nîqaşkirin.

Di civînê de bipêşketinên dawî yên sektorê, pirsgirêka mafên telîfa muzîkê, platformên dijîtal û berhemên hişê çêkirî hatin gotûbêjkirin.

Mafên telîfa muzîka Kurdî

Nûnerên sektorê didin zanîn ku li gel pirsgirêkên muzîka Tirkî, mijara mafên telîfa muzîka Kurdî jî di rojeva wan de ye.

Birêvebirê (Serokê) Yekîtiya MESAMê Recep Ergul ji bo Rûdawê axivî û diyar kir ku ew ji bo çareseriya pirsgirêkên telîfa muzîka Kurdî zêdetirî salekê ye bi Wezareta Çandê re di nav pêwendiyê de ne.

Recep Ergul eşkere kir ku di arşîva MESAMê de 2 milyon berhem hene û got, "Belkî ji wan 200-300 hezar berhem bi zimanê Kurdî bin.

Ji bo mafên telîfa muzîka Kurdî em ji sala par ve bi Wezareta Çand û Geştyariyê re dixebitin."

Şoreşa dijîtal û derfetên nû

Hunermend û Birêvebirê Yekîtiya MSGê Ferhat Goçer ji Rûdawê re ragihand ku li pêşiya muzîka Kurdî derfeteke dîrokî heye.

Goçer amaje bi wê yekê kir ku şert û mercên aboriyê û pirsgirêkên telîfê wekî astengên mezin li pêşiya wan in.

Ferhat Goçer wiha li pey çû, "Li gorî min bi taybetî piştî şoreşa dijîtal, êdî muzîka Kurdî hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê wê eleqeya ku heq dikir dibîne.

Ev rewş ji bo telîf û dahata heqkirî ya muzîka Kurdî derfeteke dîrokî ye."

Ji sedî 20ê pirsgirêkan hatin çareserkirin

Endamê Birêvebiriya MESAMê Ferzende Kaya li ser mijarê agahiyên nû dan û diyar kir ku ew dixwazin bi hevkariya Wezareta Çandê, TRTyê û rêxistinên din ên muzîkê vê pirsgirêkê çareser bikin.

Kaya destnîşan kir ku ji ber ku muzîka bi her çar zaravayên Kurmancî, Soranî, Zazakî û Hewramanî ye, ev pirsgirêkeke mezin e.

Lê belê wî eşkere kir ku ji sala par heta niha wan karî ji sedî 20ê pirsgirêkan çareser bikin.

Niha muzîka Kurdî bi saya platformên dijîtal û bi berhemên nû yên hişê çêkirî digihîje qadên berfireh û li cîhanê dibe trend.

Bi vê yekê re, eleqeya ji bo muzîka Kurdî jî her ku diçe zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst