Xêro Ebas li Hewlêrê konsertekê saz dike

28-07-2022
RÛDAW
Îşev li Kelha Hewlêrê konserta Xêro Ebas birêve diçe
Îşev li Kelha Hewlêrê konserta Xêro Ebas birêve diçe
A+ A-

Hewlêrê (Rûdaw) - Mala Mûzîkê ya Zehawî li Kelha Hewlêrê  îşev konsertekê  bo Hunermendê navdar yê Rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas saz dike.

Mala Mûzîkê ya Zehawî îro Pêncşemê 28ê Tîrmeha 2022yan Kelha Hewlêrê saet 20.00 konsertekê ji bo Hunermendê Kurd Xêro Ebas saz dike.

Derbarê konsertê de Xêro Ebas ji Rûdawê re axivî û got: “Ez gelek caran hatime Hewlêrê, lê ev cara yekemîn e weke solo konsertê didim. Ji bo cihê kêfxweşiyê ye ku li ser vê kelha dîrokê ya Hewlêrê ji bo mêvanên taybet konsetekê saz bikim.”

Xêro Ebas eşkere kir ku ew dê 4-5 stranan ji albûma xwe ya nû ya bi navê Dilname û 4-5 stranan jî ji albûmên xwe ye berê bistire.

Hejar Zehawî di sala 2021an de bi beşdariya hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê Mala Muzîkê ya Zehawî ragihand.

Mala Muzîkê ya Zehawî ji bo ciwanên Hewlêrê û muzîkhezan û ji bo nasandina wan bi hunera parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê, konser û master kursan saz dike.

Roja 20ê Hezîrana 2019an, Hejar Zehawî li Keleha Hewlêrê bi beşdariya hejmarek hunermendên cîhanî konsereke bi navê Bajarên Nêrgizî bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê li dar xist û konser hewlek bû ku kelehê bi cîhanê bide naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst