Hewlêr (Rûdaw) – Pall Weşan 9 pirtûkên zarokan ên Tove Janssonê yên "rêzepirtûka mominkan" ku bi karakterê xwe yê îlhambexş li dinyayê bûye klasîkeke girîng, bi wergera Robîn Şahîn a ji Swêdî çap dike.
'Şewqeya Sêhrbazo' pirtûka sêyem a vê rêzê ye ku hatiye çapkirin.
Berî vê pirtûkê, 'Mominko û Lehiya Mezin' (2025) û 'Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê' (2025) hatibûn çapkirin.
Hemû pirtûkên ku dê di vê rêzê de werin weşandin ev in:
- Mominko û Lehiya Mezin (1945)
- Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946)
- Şewqeya Sêhrbazo (1948)
- Bîranînên Bavmominko (1950)
- Havîna Efsûnî (1954)
- Zivistana Efsûnî (1957)
- Zaroka Nexuya û Hin Çîrokên Din (1962)
- Bavmominko û Derya (1965)
- Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970)
Şewqeya Sêhrbazo
Ev çîrok sibeheke zû bi sêhr û efsûnê dest pê dike û şeveke germ a tebaxê bi şahiyeke ku dê ti caran neyê jibîrkirin bi dawî dibe.
Di navbera wê sibeha zû û şeva germ de havîna dirêj a Mominko derbas dibe.
Havîna wî ya tije tav û firtone. Vê havînê dikarî wekî yên din bi lîstik û keşfkirina cihên nû derbas bibe, bi girtina masiyan a li bin baranê û ajnekirina xweş a li ser pêlan.
Lê malbata mominkan diçin û şewqeya Sêhrbazo dibînin. Û bi vê re bûyerên ecêb diqewimin.
Talûke û heyecanê girtiye ser Geliyê Mominkan û dengê gavên gefxwir li dora mala wan tê.
Her roj tiştekî nû yê nedîtî û tije efsûn diqewime û bi rastî maliyên mala mominkan ti caran ev qasî şa û kêfxweş nebûne.
Tove Jansson kî ye?
Tove Jansson sala 1914an li Helsînkiyê ji dayîk bûye û sala 2001ê li heman bajarî koça dawî kiriye.
Ew yek ji nivîskar û hunermendên herî navdar ên Fînlandayê ye. Jansson ji kêmneteweya Swêdî ya li Fînlandê bû.
Her çi qasî ku ew Fînlandî be jî, zimanê wê yê dayîkê Swêdî bû û wê berhemên xwe bi Swêdî dinivîsîn.
Ew herî zêde bi rêzeçîrokên xwe yên li ser mominkan tê naskirin. Berhemên Janssonê li seranserî cîhanê ji bo zêdetirî 45 zimanan hatine wergerandin.
Wergêr Robîn Şahîn
Robîn Şahîn sala 1988an li Êlihê ji dayîk bûye û ji sala 2010ê ve li Swêdê dijî.
Wî li zanîngeha Uppsalayê master li ser zimanên Îranî û Kurdî temam kiriye.
Ew wekî wergêr, zimannas û mamosteyê Kurdî xebitiye.
Robîn Şahîn ji bilî Swêdî û Kurdî, bi Îngilîzî, Tirkî û Îtalî jî diaxive.
Wî romana Balsam Karam a bi navê 'Yekaneyî' jî ji Swêdî wergerandiye Kurdî.
Xwendevan dikarin van pirtûkan ji malpera weşanxaneyê û pirtûkfiroşan peyda bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse