Rêwîtiya Hawrê Baxewan û Hawrênamayê: Berhemeke ku her dem mezin dibe

30-06-2025
Bergên Hawrênameyê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Bergên Hawrênameyê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hawrêname Hawrê Baxewan Weşanxaneya Çwarçirayê
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Pirtûka Hawrênamayê ya Hawrê Baxewan ku kronolojiya bûyerên Kurdistan û Kurdan e dîsa hat çapkirin.

Çapa duyem a Hawrênamayê di 10 cildan de ji aliyê Weşanxaneya Çiwarçirayê ve li Silêmaniyê hat çapkirin.

Di vê çapê de ji bo bûyeran QR kod hatine danîn da ku xwendevan derbarê her bûyerê de ji Kurdipediayê zanyariyên zêdetir wergirin.

Hawrênama ku berhevok û kronolojiya bûyerên Kurdistan û Kurdan e ji berî zayînê heta niha, ji aliyê Hawrê Baxewan ve hatiye nivîsandin û amadekirin.

Lêkoler Hawrê Baxewan, derçûyê Beşa Yasayê ya Zanîngeha Mûsilê ye, demekê kadroyekî rêxistinên veşartî yên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PASOK) bûye.

Pişt re di nîveka duyem a salên heştêyî de çûye çiyê û bûye Pêşmergeyê PASOKê û sala 1992yan çûye Holendayê.

Li wir wekî lêkoler li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) kar kiriye û heta dema malnişînbûna xwe li Dadgeha Tawanên Cengê ya Yugoslavyaya berê kar kiriye.

Di heman demê de li gel karê xwe, bi awayekî berdewam bûyerên Kurdistanê kom kirine.

Di sala 1999an de Weşanxaneya Serdemê Hawrênama çap kir û paşê ji bazaran hat kişandin û pişt re careke din ket bazaran.

“Hawrênamayê di demeke kurt de nav û deng da”

Ji ber daxwaza zêde ya li ser pirtûkê, ji aliyê pirtûkfiroşan ve gelek caran hat çapkirin.

Hawrê Baxewan bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser Hewrênameyê got, "Hawrênamayê di demeke kurt de nav û deng da.

Dibe ku yek ji sedeman ew be ku cara yekem bû di dîroka pirtûkxaneya me de berhemeke wiha berfireh û mezin a li ser kronolojiyê dihate weşandin.

Sedema duyem jî kişandina wê ji pirtûkxaneyên Kurdistanê bû û paşê jî ji aliyê serokê wê demê yê Dezgeha Çap û Weşanê ya Serdemê Şêrko Bêkes ve bêyî agahdariya min pêşgotineke nû jê re hat nivîsandin û ji nû ve kete nav pirtûkxaneyan."

Lêkoler Hawrê Baxewan got, “Di sala 1999an de di rojname û kovarên Kurdistanê de li ser Hawrênamayê gelekî hat nivîsandin.

Eger di çanda me ya weşangeriyê de 'Pirtûka Salê' hebûya, wê demê Hawrênama dê bûbûya pirtûka sala 1999an."

“Çerxa jiyana Hawrênamayê bi dawî nebûye”

Karê tomarkirina bûyerên Kurdistanê ji aliyê Hawrê Baxewan ve di sala 2009an de gihîşt wê astê ku dest bi projeya Kurdipediayê bike malpereke elektronîk a bûyer, weşan û arşîva Kurdistanê ye.

Hawrê Baxewan pirtûkên bi navên, Kurdistan Niştimana Yekemîn a Someryan e – 1996, Ala Kurd, Çima Na? Heta Kengî? nivîsîne du pirtûkên wî gelekî deng vedane.

Lêkoler Baxewan derbarê Hawrênamayê de got, "Hê jî çerxa jiyana Hawrênamayê li cem min bi dawî nebûye û ez her tim bi rêya Kurdipediayê bi kurtkirin, baştirkirin û zêdekirina wê ve mijûl dibim.

Em Kurdipediayê bikin çavkaniya herî zêde agahdar a Kurdî û banka zanyariyên neteweyî ya Kurdan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst