Luqman Feylî: Herêma Kurdistanê nikare xwe ji sizayên ser Îranê vedize

05-11-2018
Hîwa Cemal
Nîşan Kurd Kurdistan Madeya 140 Balyozê berê yê Iraqê Amerîka Îran Iraq Siza
A+ A-

Ji sala 2010a heta sala 2013a Balyozê Iraqê yê li Japon bû, zêdetirî 20 salan li Amerîkayê jiya, bo sala 2013a posta balyozê Iraqê jê re hat dayîn li Amerîkayê û di 24ê Tîrmeha sala 2016a de nameya bidawîanîna karê xwe belav kir. Di warê karîgeriya kar û jimêryariyê de pispor e.


Luqman Ebdulrehîm Feylî di hevpeyvînekê li gel Rûdawê de behsa astengiyên li pêş hikûmeta nû ya Iraqê û herwia bandora cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê, bo ser Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

 


Rûdaw: Hikûmeta nû ya Iraqê rûbirûyê çi cûre astengiyan dibe?

 

Luqman Feylî: Rûbirûyê metirsiyên cûrbicûr dibe. Beşeke ji qan bi rewşa navxweyî ya Iraqê re peywendîdar in, peywnediyên beşeke ji wan jî bi jeopolîtîkaya herêmê re hene. Erkeke pir giran heye ku di hemû waran de dikeve ser hikûmetê. Ji ber vê yekê pir girîng e hikûmet karên li pêş xwe diyar bike. Ji ber ku hejmara astengiyan gelek in, kûr in û çareserkirina wan jî ne hêsan e.

 

Di warê van metirsiyan de dê rola serokwezîr hebe, bi taybetî rola vî serokwezîrê erkdarkirî ku di dema postên xw eyên berê de çend caran dest ji kar kişandibû?

 

Zehmet e bo berpirsekî amadehiya wî hebe bo encamdana karekî, di heman demê de jî bo kesekî ku her tim fikra destkişandana ji kar bike. Berovajiyê vê yekê divê berpirs fikra têkoşîna metirsiyan bike û çareseriyê bo wan bibîne. Herwiha divê wiha bifikire ku hemû tişt tên çareserkirin, lê di çarçoveya lojîk û hemahengiya hemû aliyan de. Erka li ser milê serokwezîrê Dr. Adil Ebdulmehdî ne hêsan e û ti kesek jî ew qas ne bihêz e, ku karibe bi tenê kêşeyan çareser bike, ger encûmena nûneran û komên siyasî û bi taybetî hikûmeta Herêmê hemahengiyê li gel nekin. Ji ber ku metirsî mezin in.

 

Hûn bawer dikin Adil Ebdulmehdî serokwezîrekî bihêz be di demeke wiha de, ku ti komeke parlamentoyê tune ye?

 

Partiya Ebdulmehdî bi xwe tune ye, ev dijatiyek e. Ji ber ku parlamentoyekê di nav dehan partiyên siyasî de hatiye hilbijartin, ku serokwezîrekî desynîşan kir, ku partiya wî tune ye.

 

Ev pirsa kolanê û pirsa fiîlî ye. Herwiha ti komek tune ye ku serokwezîr vexwîne koma xwe û ti komek jî tune ye sozê bide, ku ew %100 piştevaniya wî dikin.

 

Ev cûreyeke ji kêşeyan e. Gava kes tê hilbijartin bo posta serokwezîr, ku ne ji ti partiyê ye, tê wê wateyê ku kêşeyên partiyan li gel kolanê heye û xwediyê pûanên kêm in û nikarin rûbirûyê gel bibin. Di demeke wiha de pêwîstiya kolanê bi çareserkirinê heye û ji soz û diruşmeyan bêzar e.

 

Di encamê de ji nav wan metirsiyên rûbirûyê Ebdulmehdî dibine, komeke rasterast heye û kabîneyek jî heye hevsoz e li gel wî û komên siyasî jî bo wî rûyên xwe spî bikine. Divê li ser beşek ji destkevtiyan li hev bikin, ku berê bo piştevanîkirina hikûmetê hatibûn bidestxistin. Berovajiyê vê yekê eger komên siyasî û bi taybetî hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha tevbigerin ku xwe bi ser bixin û hikûmeta navendî bişikîne, ew peoseya siyasî dişikînin û hemû alî dê rastî zirarê werin.

 

Heta niha te karnameya hikûmeta nû dîtiye, ti şefafiyetek heye bo were zanîn dê di paşerojê de çi bike?

 

Ew karname jî wek yên berê behsa têkoşîna li dijî gendelî û rêyên wê yên giştî dike. Kêşe di naverokê de ye. Wate, çi projeyek li ber dest e bo têkoşîna li dijî gendeliyê? Çi tê kirin bo kêşeya çekan ku ne di destê dewletê de ne? Çi erkên fermangeh û saziyan tên guhertin û tîne ser rêya wê ya rasteqîn? Pirsa aştiya civakî, pirsa peywendiyên li Herêm. Ev hemû keysên germ in û pirsên rojevê ne û di heman demê de zehmet in jî. Bo vê yekê pir zehmet e ku hikûmeteke ne ji partiyekê karibe van hemû kêşeyan çareser bike. Heta vê demjimêra derbas dibe jî tenê behsa wezîran tê kirin, ku kîjan berbijêrî bo kîjan posta wezîriyê destnîşa bikin. Ti caran behsa karnameya hikumî nehatiye kirin. Wate, eqlê şexsîkirina pirsê hêj herî zêde diyar e û ketiye pêş karnameya hikûmetê û behsa wê nehatiye kirin ku karnameya hikûmetê li ku û çawa were destpêkirin û karên li pêşiyê were diyarkirin. Ev yekem kêşe ye ku rûbirûyê hikûmeta nû dibe. Ji ber ku bêyî destnîşankirina karên li pêşiya wê û destavêtina bo 30-40 keysên pêwîst û girîng, baweriya min ew ku hikûmeta di karên xwe de bi ser nakeve.

 

Ku wate ev hikûmeta di destpêka tunelekê de bidawîbûna wê ne diyar e?

 

Het vê demjimêrê jî, bi ti şêweyekî nehatiye behskirin ku karê li pêşiya wê dê kîjan pirs û keys be. Dest bavêje çi cûre qeyranê: Xizmetguzarî, elektrîk an av, tenduristî an perwerde an jî dê li hemberî çi cûre keysê tevbigerin. Hewl û hêza dewletê tune ye û bi taybetî bo çareserkirina wan pirsên girîng pereyê wê tune ye. Diyarîkirina karên li ber û qenaetanîn bi kolanê û çareseriya niha û bilez û destavêtina projeyên jêrxaneyê, ev ne erkên hêsan in.

 

 

 Divê nûnerên Kurd çawa beşdarî vê hikûmetê bibin?

 

Piştî referandumê gelek girîng e ku hikûmeta Herêmê û partiyên Kurdistanî çavên xwe bi cûreyê tevgerînê û siyasetkirinê bigerînin li gel hikûmeta navendî û civaka Iraqê. Mixabin nakokî û rikberiyên di navbera Herêm û Iraqê veguherin nakokiyên nav pêkhateyan.

 

Li gor baweriya min pêwîsitya vê jî bi hewl û hêzeke pir bilind heye, ku ji aliyê sirkerdiyên Herêmê û partiyên Kurdî ve li gel partiyên Sunne û Şîe û aliyê din jî were dayîn bo ew hevkêşeya nû ya di navbera kesên herdu aliyan were pêkanîn. Nabe pêkhate tevlî vê pirsê werin kirin.

 

Te bi xw di sala 2016a de got, bi çavên Sunne, Şîe û Kurdan li dewleta Iraqê tê temaşekirin? Dibe ev di hikûmeta nû de rûbide?

 

Piştî sala 2003a, dewleta Iraqê şikestin xwar. Mebestan pêkhateyên tevahiya dewletê ye. Avakirina dubare ya dewleta Iraqê pêwîstî bi nefeseke din heye, bi giyanekî erênî, ev jî ne hêsan e. Ew metirsiyên li vê herêmê rûbirûyê me dibin, ku herêmeke ne aram e. Em ne Ewropaya Rojhilat in ku piştî parçeparçebûna Yekîtiya Sovyetê biçine nav Ewropaya Rojava. Herwiha em ne Almanyaya Rojhilat û Rojava ne. Metirsiyên me zêdetir in. Piştî referandumê derket ku hevkêşeya navdewletî rê nade wê yekê ku dewleteke Kurdî li beramberî dewleteke ne Kurdî were damezirandin. Lema pêwîst e mijar di ber çavan re were derbaskirin.

 

Çawa?

 

Hemahengiya hikûmeta Herêmê li ser pêkanîna kabîneya nû û dîtina xala hevbeş û destavêtina hinek keysan bi mebesta serxistinê, eger keys biçûk jî bin, baştir e ji pêşkeşkirina lîsteke dirêj a daxwazan ku cîbicîkirina wan zehmet e.

 

Vê carê daxwaza Kurdan ji hikûmeta pêşeroja Iraqê çî ye?

 

Divê di vê qonaxê de mijara bacan li ber çavan re bê derbaskirin, kêşeyên destûrî, çimku fêmnekirinek û şirovekiineke cuda derbarê destûrê de sedem e, ji bo kêşe bi dawî neyên. Mijara nenavdnîdiyê, enerjî, girêbestên îmzekirî, weke mînal hinek deyn hene, ku hikûmeta navendî pabendî wan nîne û deyn jî gelek mezin in. Lewma erkê ser milê hikûmetê ye, ku erkên xwe yên herî pêş diyar bike, divê du heta sê dosyeyan bidî Bexdayê, lê belê eger tu jê re bîst dosyeyan jê re bişînî, ez garantiyê didim te ku pêwendî dê rastî şikestinê bên.

 

Weke mînak cîbicîkirina madeya 140 ji karên herî pêşîn ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê be?

 

Nabe, sedema wê jî xuya ye. Piştî referandumê me pêwîstî bi wê heye ku em kêşeyên xwe sifir bikin (nehêlin), an ji vê xalê ve em dest pê bikin ku dawî pê hat? Ev pirs heta niha ji aliyê ti kesî ve ti bersivek jê re nîne.

 

Li gor te baş e ku were sifirkirin an jî ji vê xalê ve be ku dawî pê hatiye?

 

Heta niha di vê bareyê de ti gotûbêj nehatiye kirin, heta niha bi ti awayekê di gotûbêjan de amaje bi encamên referandumê nehatiye kirin. Iraq bi sepandina defaktoyê tevdigere, lema kêşe çareser nabe, çimku kêşe bûye kêşeya civakê, ne kêşeyeke siyasî û bes. Xwesteka damezrandina dewleta Kurdistanê, xwastekeke civaka Kurdî ye, bi tenê xwestek û daxwaza aliyên siyasî nîne. Lewma pêwîst e ku ew mijar di ber çavan re were derbaskirin.

 

Karê herî pêş ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema niha de ev e, ku divê astengiyên giring destnîşan bike, weke mînak dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê ku rasterast bandora wê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê dibe, divê ji karên herî pêş be.

 

Bandora dorpêçên Amerîkayê yên bo ser Îranê li ser Kurdistanê bi çi awayî dibe?

 

Çend deriyên sînorî yên rasterast hene, pevguhertina bazirganî di navbera Hewlêr û Îranê de heye, herwiha dewleta Iraqê jî di vê navberê de xwedî rol e û Amerîka rijd e li ser wê yekê ku bi ti şêweyekê nabe qaçaxî di vê navberê de bê kirin. Çimku Ameîrka biryara fetisandina Îranê dide û rê nade Kurd jî ku çavpoşiyê bike, çimku Kurd xwedî berjewendiyên hevbeş e li gel Amerîkayê. Hevkêşeyên berê vê carê bi ti awayî dubare nabin, rêveberiya Trump gelek ji rêveberiyên Obama û Bush ciyawaz e.

 

Bi nerîna te Amerîka dê çavdêriyeke xurttir bixe ser Iraqê, di dema sepandina dorpêçên li ser Îranê de?

 

Dê bi şêweyekê xurt wê yekê bike. Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bi hûrî zanyariyan kom dike derbarê tevgerên Kurd ên li gel Îranê de. Bi heman awayî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê jî çavdêriyeke xurt a tevgerên iraqiyan ên li gel Îranê dike û raportê ji Wezareta Darayî ya Amerîkayê re dişîne.

 

Ew zanyarî ne yan jî nerîn?

 

Min eger derbarê dosyayekê de zanyarî nebin, ez nikarim derbarê vê de biaxivim. Amerîkayê biryar daye, ku bi ti awayekê serederiyeke erênî li gel Îranê neyê kirin. Her kesek jî berovajiyê vê yekê kar bike, weke neyarê Amerîkayê serederî li gel tê kirin.

 

Gelo Iraq di navbera Amerîka û Îranê de çi tê serê wê, bi taybetî piştî ku dorpêç dikeve ser?

 

Hevkêşe gelek ji wê aloztir e. Gelo dewleta Iraqê şiyaa wê yekê heye, ku bibe navbeynkar? Bi baweriya min nexêr, çimku îradeya sizadana Îranê gelek ji wê mezintir e ku Iraq hewl bide, navbeynkariyê di navbera wan de bike, yan sizayan kêm bike yan jî bikare kêmek bandor di vê navberê de hebe.

 

Çima?

 

Sedem gelek in. Ew kêşe çend dehsal in ku berdewam e, rejîma Îranê li ser bingeha dijatîkirina Amerîkayê hatiye avakirin, kêş ne ya gelan e, kêşe ya hikûmetan e. Ew yek jî rewşa tevahiya navçeyê aloz kiriye. Rêveberiya Trump bi tenê bi dîtineke temam amerîkî li paşeroja navçeyê temaşe nake. Hevdem bi nêrîna Îsraîl, Siûdiye, Îmarat û Tirkiyê li navçeyê temaşe dike.

 

Dîtina iraqî tine ye?

 

Nexêr, ne mumkin e.

 

Çima?

 

Ne dîtina Kurdî û e ne jî dîtina iraqî nîne, berjewendiyên wan piştî derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê guhertin bi ser de het. Piştre li pey peydabûna DAIŞê careke din vegeriyan. DAIŞ di qonaxên xwe yên herî dawî de ye. Wan xwestin, ku bi rêya pêwendiyên xwe ve alternatîvekê bibînin. Amerîkayê xwest ku ji Rojhilata Navîn dûr bikeve, xwest ku tenê tevger û girêbestên bazirganî bike, ew dîtina rêveberiya Trump bû. Lewma di vê navberê de divê arasteyeke iraqî hebe ku dûr be ji dosyeya ewlekariyê, ji bo ku nêrîn û helwestên Amerîkayê cuda be ji çawaniya temaşekirina navçeyê. Wê demê dibe ku Amerîka bi dîtineke iraqî li navçeyê temaşe bike.

 

Eger Amerîka nehêle Îran ti kalayekê bîne nav Iraqê, renge li Iraqê şoreş çêbe. Ne wisa ye?

 

Reng e kêşeyek çêbibe, ku dibe bibe kêşeya civakê û herwiha berpirsatiya dewletê be jî. Ew du tiştên cuda ne, renge raya giştî dorpêçê qebûl neke û di vê baweriyê de me, ti kes jî dorpêçê qebûl nake. Çimku gelê Iraqê rastî dorpêçê hatine û gelek zehmetî dîtin.

 

Ku diçî Bexdayê, hest dikî ku li Îranê yî, bi qasî ku gelek tiştên Îranî û otomobîlên îranî dibînî…

 

Lewma ev yek kêşeyeke rasteqîn e, di vê baweriyê de me, ku Tsunamiyek di rê de ye û giring e ku hemû kes wê yekê bizane. Ji bile wê yekê jî dema ku kêşeya DAIŞê çêbû, Îran yekem welat bû ku bi hawara Kurd, Ereb, Sunne û Şîe ve hat. Hemû serkirdatiya Kurd û Ereb jî îtîrafê bi wê yekê dikin. Di encamê de rastiyek heye ku xwe ferz kiriye. Herwiha guhertinên nû jî hene, ku rêveberiya Trump û arasteyeke gelek bihêz heye ji bo dijatîkirina Îranê.

 

Iraq dewlet e, lê belê Kurdistan herêmeke biçûk e, eger Iraq nekare tiştekê bike, êdî Kurd çawan dikare biryarê bide, divê çi biryarekê bide?

 

Têkilîkirina aliyên pêwendîdar ên Iraqê li gel Amerîkayê gelek giring e, jibo ku bi wan bidin fêmkirin ku kêşe gelek aloz û kûr e. Ev xwesteka iraqî be yan na, lê belê ew yek pêwîstiyeke gelek giring dibe. Iraq di aliyê ewlekariya niştimanî de xwedî pêlan be. Gelo alternatîvên wê çi ne? Divê alternatîveke wê hebe di navbera Îran û amerîkayê de, eger ku yek ji wan ji dest da, bi çi awayî serederiyê li gel aliyê din bike. Eger Herêma Kurdistanê siyaseteke cuda ji siyaseta Iraqê cîbicî bike, di vê baweriyê de me, ku dê zirarê bike. Çimku ew yek pirsgirêk gelekî ji Iraqê û Herêma Kurdistanê mezintir e.

 

Di vê baweriyê de yî ku Amerîka ciyawaziyê bike di navbera Hewlêr û Bexdayê de? Weke mînak Amerîka mezintirîn konsulxaneya xwe li Hewlêrê ava dike.

 

Na, çimku mezintirîn balyozxaneya wê jî her li Bexdayê ye. Wate mijar ne wisa ye. Eger em bera xwe bidin aliyên fermî, Wezareta Derve û Wezareta Xizênedariyê (Darayî) serederiyê li gel Banka Navendiya Iraqê û saziyên fermî yên Iraqê dikin, çi li Hewlêrê be yan jî li beşên din ên Iraqê, lê eger behsa karê qaçaxçîtiyê were kirin, ew yek cuda ye, çimku dewlet qaçaxiyê nake û ew yek li derveyî desthilata wê ye. Eger bixwazî daxwazekê ji Amerîkayê bikî, ji bo ku çavpoşiyê bike bi rêya qaçax, eb mehal e û nayê qebûlkirin.

 

Kurd çi bike? Şandeke iraqî pêk bîne û li gel iraqiyan danûstandinê bike yan şandeke serbixwe pêk bîne û bi awayê cuda li gel Amerîkayê bicive?

 

Divê gotûbêj li gel hemû ew aliyên amerîkî were kirin, ku dostînî li gel Iraqê hene. Çimku kêşe girêdayî dewlet û civaka iraqî ye. Kêşe di navbera du dewletan de nîne. Bandoreke wê ya nerênî li ser qût û derbara rojane ya hevwelatiyan heye. Hemû keresteyên me ku ji Îranê û derv eve tên hawirdekirin, bandor li ser wan çêdibe, wê dema ku Amerîka dorpêçê dixe ser wî welatî. Di encamê de çimku ew kêşe, kêşeya dewlet û civakê ye, divê li gel hemû aliyên pêwendîdar gotûbêj were kirin, lê belê eger pêwendiyeke taybet hebe, ku bikare bandorê li raya giştî ya Amerîkî û endamên kongrêsê jî bike, gelek giring e ku were bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst