Hunermenê naskirî yê Kurd Hozan Dîno got, “Tu nikarî bi erzanî bînî zimên û bi kar bînî. Tiştekî din ê girîng ev e; hunermendek bi hêza xwe dikare hemû keç û kuran bike evîndar û dikare wan ji şoreşê jî dûr bixe. Divê tu wan hemû hestên ku ji bo me pîroz û girîng in, di jiyana wan de vejînî, biafirînî û her tim wan li wir bigirî. Em bi xwe li diyasporayê dijîn û em bi xwe çar parçe ne, bi vê yekê em zêdetir parçe parçe dibin.
Em çawa dikarin bibin neteweyeke mezin? Em neteweyek in ku li cîhanê zêdetirî 70 milyonî ne lê em bê welat in. Em parçeyekî azad dikin, li parçeyê din xwîn dirije. Yê din azad dikin, yê din birîndar dibe û xwîn jê diherike. Ez wekî Dîno dibêjim,’bi rastî em westiyane.’ Ez bang li hemû siyasetvanan dikim ku hin bingeh û pêgehan bibînin da ku neteweya me zêdetir nêzîkî hev bikin û êşên wan kêm bikin.”
Hunermend Hozan Dîno behsa duêta xwe û Xêro Abbas jî kir û got, “Car caran em diaxivîn û me digot, ‘Ka em bikin’ lê bi şêweyê pratîkî me ti carî derfet çênedikir. Xêro konserên wî hebûn, yên min jî hebûn. Ew diçû Kurdistanê û vedigeriya, piraniya dema wî li welêt bû, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bû. Ez zêdetir li Ewropayê bûm, ji ber ku min nedikarî vegerim. Ev jî mabû û me bi awayekî pratîkî nexistibû rojevê. Vêga bi alîkariya Hakan, ez dikarim bêjim me niha planek danî. Ez îro hatim studyoyê, tewra me paylot jî tomar kir, me demoyek amade kiriye.”
Hozan Dîno bû mêvanê bernameya Dîasporayê ya Rûdawê û bersiv da pirsên Hêmin Ebdullah.
Hevpeyvîna Hozan Dîno û Hêmin Ebdullah wisa ye:
Rûdaw: Gelekî bi xêr hatî Kek Dîno. Bi rastî ez wisa dibêjim, nifşê piştî min û ji min biçûktir, çi bi Kurmanciya Jêrîn (Soranî) Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) Hewramî, kes nîne ku strana "Oy Yarê" nebihîstibe û nas neke, kes nîne ku Dîno nas neke. Tu dizanî, cara yekem ku min navê te bihîst û min guh da straneke te, min nedizanî ya kê ye, min got "Dîno", bi Kurmancî ango "Ez dixwazim carekê te bibînim."
Hozan Dîno: Bi Soranî dibêjin şêt\dîn.
Rûdaw: Perjîn be... Bi rastî min got çawa ev nav hatiye hilbijartin? Çîroka "Dîno" çi ye? Çima Dîno?
Hozan Dîno: Belê Kek Hêmin, paşnavê me berê li Tirkiyeyê ‘Delî’ bû, ji ber ku bapîrê bapîrê min, navê wî 'Delî Memet' bû. Ango 'Delî' ne bi wateya dîn û şêt bû, belkî ‘rageş’ bû, ango hinekî zilamekî hêrsok an demargîr bû. Dema ku yasaya paşnavan li Tirkiyeyê derket, piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, paşnavek dan her kesî, ya me jî bû ‘Delî.’ Bi Kurdiya wê, Kurmanciya wê dibe ‘Dîno.’ Min jî digot bi Soranî jî dibêjin 'şêt.' Lê ez dînbûnê bi wateyeke neyînî nabînim, belkî ez bi erênî dibînim, ji ber ku mirov dikare hewl bide tiştekî cuda bike, tiştekî ku kes nikaribe bike. Ji bo ku tu bikaribî tiştên wisa bikî, ez vê yekê wekî hinek wêrekî dibînim. Ji bo min pir giran bû, pir zehmet bû ku mirov navê Dîno hilgire, ji ber ku di nav civaka me de li Kurdistanê tiştekî metirsîdar bû ku xortekî ciwan navê wî 'Dîno' be lê serkeftî bû.
Rûdaw: Berî navberê raporeke me li ser kurê mamoste Cemal Reşîd hebû. Cemal Reşîd di yek ji pirtûkên xwe de qala wan peyvên ku ji serdema Someriyan ve mane dike, yek ji wan peyvan ‘Dîno’ yan ‘Dînê’ ye. Dibêje di nav Kurdî de guhertin tê de çêbûye û berê wateyeke wê ya din hebûye. Min dît te duêtek bi Kek Xêro Abbas re kiriye. Ev tiştekî nû ye, ez dikarim bêjim cara yekem e yan duyem e?
Hozan Dîno: Ya duyem e. Berê min li gel xortekî ciwan duêtek kiribû. Ez hin caran piştgiriya ciwanan dikim ji bo pêşxistina çanda me. Lê ev cara yekem e ku ez li gel hunermendekî profesyonel duêtekê dikim. Gelek salên dirêj derbas bûbûn, gelek heval û guhdarên me dipirsîn çima hûn ligel stranbêjên din duetan nakin? Me jî got, 'Ka em yekê biceribînin, belkî bi dilê we be.’ Baweriya min ew e ku di paşerojeke nêzîk de, Hakan Akay dê gelek duêtên din bike û bi rê ve bibe. Em bi hev re stranekê dibêjin, hêvîdar im bi dilê we jî be.
Rûdaw: Demeke dirêj e tu Xêro Abbas nas dikî?
Hozan Dîno: Gelekî, bêguman.
Rûdaw: Ev planeke kevn e, ne nû ye?
Hozan Dîno: Car caran em diaxivîn û me digot, ‘Ka em bikin’ lê bi şêweyê pratîkî me ti carî derfet çênedikir. Xêro konserên wî hebûn, yên min jî hebûn. Ew diçû Kurdistanê û vedigeriya, piraniya dema wî li welêt bû, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bû. Ez zêdetir li Ewropayê bûm, ji ber ku min nedikarî vegerim. Ev jî mabû û me bi awayekî pratîkî nexistibû rojevê. Vêga bi alîkariya Hakan, ez dikarim bêjim me niha planek danî. Ez îro hatim studyoyê, tewra me paylot jî tomar kir, me demoyek amade kiriye.
Rûdaw: Bila ez bêjim ku Kek Xêro û Kek Hakan jî li odeya din li me temaşe dikin, ew jî li studyoyê ne, li ser serê me û çavên me re hatine. Hevkarên me vîdeoyeke kurt amade kirine, yek ji wan ciwanên jêhatî yên diyasporayê ye ku tiştek çêkiriye û behsa te dike. Ez dixwazim hevkar, eger vîdeo amade ye, nîşanî me bidin. Ka em bibînin. Belê, wî xortî portreyek çêkiriye, portreyek ji bo hunermend Hozan Dîno. Pir xweşik jî kar kiriye. Heftiya bê dê fîçereke wî were weşandin ku hevkara me Mey Dost amade kiriye. Pirsa min ev e; ez di nav ciwanan de pir dibînim ku ji Hozan Dîno hez dikin, wekî sembolekê ye ji bo wan. Di nav otomobîlên xwe de, dizanî tiştekî nû ye li diyasporayê, pir caran tu li cihekî dimeşî, otomobîlekê dibînî dengê wê pir bilind kiriye û tu guh didî strana Hozan Dîno. Çima ciwan ewqas ji te hez dikin?
Hozan Dîno: Belê, bi rastî ev pirs pir tê kirin. Zimanê sedsalê yan her sedsalek bi şêweyekî derûnî û civakî, pêdiviyên xwe diafirîne. Pêwîst e tu zimanê wan, jiyana wan, çanda wan, rabirdû û paşeroja wan nas bikî da ku tu bikaribî li gorî daxwazên wan stranan çêbikî. Ji ber ku bila em bêjin, bêguman her hunerek bi hêz û bi qîmet e. Mînak, berê stranan behsa qulingan dikir, behsa bêrîvanan dikir, behsa şivanan dikir. Lê îro mercên jiyanê guherîne, cihê jiyanê guheriye. Piraniya wan, wekî ku te jî amaje pê kir, bi milyonan Kurd li diyasporayê dijîn. Her wiha li her çar parçeyên Kurdistanê jî ciwanên me dijîn. Lê divê bi zimanê wan be. Êdî xezîneya peyvên zarokan û stranên zarokan ne pêwîst in.
Pêwîst e naveroka wan aliyê felsefî, wêjeyî, dîrokî û gelek aliyên din tê de hebin û werin nirxandin da ku tu bikaribî pêdiviyên wan dagirî û daxwazên wan pêk bînî. Mînak, piraniya wan evînên ku nehatine jiyîn, bi hezaran şehîdên me hene ji bo têkoşîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ku yek ji wan jî bi evîna xwe nejiyaye. Wê demê pêwîst e ez bibim zimanê evînên wan. Ji ber vê yekê ew min nêzîkî xwe dibînin. Ev rastiyek e. Evîna nejiyayî di dilê wan de wekî birînekê ma ye. Pêwîst e ez wan bînim ziman. Ew ji wî zimanî fêm dikin û ez jî ji wan fêm dikim.
Kêmasiya hunermendan ew e ku piraniya wan dibêjin,’Gelê me zimanê xwe baş nizane, pêwîst e em bi zimanekî sade binivîsin.’ Lê ne wisa ye. Bi rêya rêxistinan, dibistanan, torên civakî, ciwanên me hatine perwerdekirin. Di hemû çapemenî û her cihî de tu dibînî ku kur û keçên me û gelê me bi awayekî profesyonel bi Kurdî dinivîsin û dixwînin û ji hemû zaravayên Kurdî jî fêm dikin û ji me jî pêşketîtir in.
Rûdaw: Di ziman de baştir fêr bûne lê tirseke pir mezin jî heye. Ez mînakekê tînim. Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya cara berê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, tu vegeriyayî û li gel medyaya Tirkî axivîbûyî. Lig el wan tu dibêjî,’Ew ciwanên ku ez niha dibînim, dema ez çûm zarok bûn. Niha ji min re dibêjin xalo û mamo, ji bo min pir seyr e.’
Her wiha tu dibêjî,’Peyvên Îngilîzî pir dizanin, lê peyvên Kurdî nizanin.’ Ango ew metirsî jî heye. Nizanim niha ciwanên Bakurê Kurdistanê baş guh didin te tu dê çî ji wan re bêje? Ji bo wan kesên ku hêdî hêdî Kurdiya xwe ji bîr dikin, ji bo wan kesên ku ji bo wan ne girîng e bi Kurdî biaxivin tu dê çi bêjî?
Hozan Dîno: Bêguman. Ez her tim dibêjim asîmîlasyona herî giran a çand û ziman li Bakurê Kurdistanê pêk hat û bi rastî hîn jî berdewam dike. Lê hin tişt hene ku em birînên xwe pê derman dikin. Ango, her çend me gelek tişt jî winda kiribin, niha bila em bibêjin, bi alîkariya we, çapemeniya Kurdî, bi alîkariya hemû televîzyon û çapemeniyên Kurdî, bi rastî ciwanên me hêdî hêdî vedigerin ser rastiya xwe. Ji ber ku niha dema em li TikTok, Instagram, Facebook û torên din ên civakî dinêrin, em encamên wan dibînin.
Muzîka me zêdetir tê guhdarkirin. Pispor dibêjin, eger mirov peyvekê heft caran bibihîze, cara heştemîn êdî di xezîneya mejiyê xwe de ji bîr nake û ezber dike. Ji ber ku em û gelê me bi awayekî fermî nayên perwerdekirin, pêwîst e em bi muzîka xwe û bi çand, pirtûk, ziman, axaftin û helwesta xwe, xezîneya gelê xwe bi Kurdewarî bihêlin, nehêlin were kuştin û helandin, belkî wê vejînin.
Ji ber vê yekê ez hewl didim. Mînak, ji min dipirsin, dibêjin,’Mamoste, ev çi peyv e ku tu bi kar tînî?’ Ez wateya wê ji wan re dibêjim. Dibêjin,’Me ew nedizanî, çawa dibe? Me ti carî nebihîstibû.’ Ango, çiqas tu di stran û berhemên xwe de peyvên nû û resen bi kar bînî, ew wekî perwerdeyekê, wekî dibistanekê kar dike. Gelê me jî bi rastî gelekî hunerhez e. Gelê me qîmeta nirxên xwe dizane lê divê em bi xwe jî qîmeta wî gelî bizanin.
Rûdaw: Tiştekî pir balkêş e, konserên te li Ewropayê, wekî ku bi Îngilîzî dibêjin 'sold out' dibin. Beriya bilêt derkevin hemû tên firotin. Ez behsa Ewropayê nakim, wekî min got wisa ye. Lê niha ez dibihîsim li Başûrê Kurdistanê ewên ku li kontrola Rûdawê rûniştine, dibêjin,’Tu bi Xwedê kî, jê bipirse kengê tê Başûr?’
Hozan Dîno: Ez di sala 2008an de çûm Başûr lê ez vegerandim. Dilê min pir şikest. Ew birîn hê jî sax nebûye. Bêguman, mirov çawa hez nake vegere welatê xwe? Wekî ku dibêjin, mala te ye. Bêguman rojek dê bê, kîjan parçeyê Kurdistanê derfetê bide, ez dê biçim welatê xwe.
Rûdaw: Rast e, ew jî girîng e ku li wir bibihîsin, ji ber ku wekî min got gelek kesan ew pirs kiriye, çima Hozan Dîno carekê konserekê li Başûr nake? Sedî sed li wir jî dê 'sold out' bibe û hemû bilêt dê werin firotin. Ez piştrast im, dema dibêjim bilêt tên firotin, ne wekî hunermendên Ewropî û Amerîkî ye ku bi milyonan dolar be, belkî ji hezkirinê ye. Evînek heye ku hemû kes li holekê kom bibin û bi awayekî zindî guh bidin stranên te.
Hozan Dîno: Hezkirina gel ji bo min tenê ne ji ber hunerê ye, belkî hezkirineke ji rastiya xwe, ji Kurdewariyê, ji çareserkirina birînên wan e. Ango, dema gelê me ji me hez dike, ji gelek aliyan ve hez dike. Li helwesta te dinêre, li jiyana te dinêre, li hunera te dinêre. Hemû bi hev re watedar dibin. Ango, tenê ne hezkirineke wekî li welatên din e ku pirsgirêkên wan nînin, hezkirina gelê me cuda ye.
Rûdaw: Gelek kes dipirsin, gelo çîroka strana’Oy Yarê’ çi ye?
Hozan Dîno: Ez lêborînê dixwazim, ji ber ku ez tu carî çîroka stranên xwe eşkere nakim. Çima? Ji ber ku ez her tim dibêjim, ew hestên ku sernavê wan diyar be, wateya wan namîne. Ji ber ku divê her hest bi nihêniya xwe, bi taybetmendiya xwe were parastin û wekî xwe bimîne. Wekî ku mamoste Mihemed Şêxo dibêje 'Ay Lê Gulê', hinek dibêjin behsa Kurdistanê dike, hinek dibêjin behsa evîndara xwe dike, hinekên din dibêjin behsa tiştekî din dike. Ji ber ku sernavê hestan çi qasî nediyar be, asoya şîrovekirinê firehtir dibe. Bila bi vî şêweyî bimîne.
Rûdaw: Kesekî ku pir bi hûrî guh nedabe stranên te, dibêje pir xemgîn in, stranên Hozan Dîno xemgînin. Lê dema mirov baş guh dide, hêvî tê de heye. Çima ew hêvî ew qasî girîng e ji bo te di nav stranên te de? Di demekê de ku dîroka me, dîroka Kurdistanê, dîrokeke xemgîn e û heta niha jî xemgîn e. Çima ew mebest di stranên te de ji bo te ew qasî girîng e?
Hozan Dîno: Tu dibînî, Kurdistan çar parçe ye. Ne siyasetmedar ji hev fêm dikin, ne milet ji hev fêm dike, ne em gotina hev qebûl dikin. Em hawar dikin û dibêjin em ne çar parçe ne, em yek parçe ne. Em dikarin bi awayekî neteweyî tevbigerin. Min di Newroza par de jî got,’hêviya min a herî mezin ew e ku sala bê em bikaribin Newrozeke pir mezintir bi beşdariya hemû gelê Kurd bi hev re saz bikin, bi sed hezaran Kurd werin.’ Ango, em ji gotina peyva’yekîtiyê’ westiyane. Bi rastî, dema birînek li parçeyekî Kurdistanê hebe, aliyê din jî diêşe.
Tu çawa dikarî li mala xwe rûne eger li parçeyekî din Kurdek şehîd bibe yan Kurdek jiyana xwe ji dest bide? Wekî ku li Rojhilat diqewime, ew Kurdê ku canê xwe ji dest dide, em çawa dikarin dilxweş bin? Nabe. Ew birîn di me hemûyan de dimîne. Ji ber vê yekê, ez çawa behsa xemgîniyê nekim? Ez çi bibêjim? Ez nikarim wan bûyerên ku qewimîne neyînim ziman û di xezîneya gelê xwe de tomar nekim. Mînak, hin caran ez stranên evînî jî dibêjim, dibêjim,’Tu ji min re wekî welatê min î,’ ango, welatê min ji hezkirina te bi nirxtir e.
Ji ber vê yekê hin nirx hene ku divê werin parastin. Tu nikarî bi erzanî bînî zimên û bi kar bînî. Tiştekî din ê girîng ev e; hunermendek bi hêza xwe dikare hemû keç û kuran bike evîndar û dikare wan ji şoreşê jî dûr bixe. Divê tu wan hemû hestên ku ji bo me pîroz û girîng in, di jiyana wan de vejînî, biafirînî û her tim wan li wir bigirî. Em bi xwe li diyasporayê dijîn û em bi xwe çar parçe ne, bi vê yekê em zêdetir parçe parçe dibin.
Em çawa dikarin bibin neteweyeke mezin? Em neteweyek in ku li cîhanê zêdetirî 70 milyonî ne lê em bê welat in. Em parçeyekî azad dikin, li parçeyê din xwîn dirije. Yê din azad dikin, yê din birîndar dibe û xwîn jê diherike. Ez wekî Dîno dibêjim,’bi rastî em westiyane.’ Ez bang li hemû siyasetvanan dikim ku hin bingeh û pêgehan bibînin da ku neteweya me zêdetir nêzîkî hev bikin û êşên wan kêm bikin.
Rûdaw: Li diyasporayê albuma te derket. Berê jî hunera te hebû. Gelo bandora diyasporayê wer kir ku hunera te bihêztir bibe û evîna te ya ji bo welêt zêdetir bibe? Ji ber ku gelek kes tên diyasporayê, bila em bêjin Ewropayê, dibêjin,’Ewropa xweş e, azadî heye, jiyaneke rihet heye.’
Hozan Dîno: Ji miletê bindest hunermendekî azad dernakeve. Ev xwexapandin e. Tu li diyasporayê bijî, li xerîbî û penaberiyê bijî, tu nikarî bibêjî ez azad im. Ev derew e. Tu her xerîb î. Hûn jî baştir dizanin. Îro eger hûn vegerin parçeyekî Kurdistanê, parçeyekî azad, Başûrê Kurdistanê, ew hesta ku li wir heye dema tu li ser kolanan dimeşî, gelo tu li wir azadtir î yan li vir? Bêguman tu dibêjî,’Dîno, ez li vir azadtir dijîm û ez li vir natirsim.’ Her teyr bi refa xwe re difire. Bazek li gel qijikekê nafire. Divê em jî li gel refa xwe bifirin. Hatina me ya ji bo vir jî ji bo daxwazeke neteweyî û paşerojeke neteweyî bûye. Lewra ez dibêjim, li xerîbiyê dilxweşî nîne, mirov her tim dilbirîndar e.
Rûdaw: Carekê dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir, tu çûyî Bakur û welatê xwe. Te Holanda terikand ji ber ku te got,’Ne welatê min ê duyem e.’ Lê pêvajo serkeftî nebû û tu vegeriyayî. Gelo tu hêvî heye ku di demeke nêzîk de li Amedê, li Mêrdînê, li Wanê, li Şemzînanê, li cihekî konserê bidî?
Hozan Dîno: Ez her tim ji her demê bêtir bi hêvî me. Eger dewleta Tirkiyê û desthilata niha, Pirsgirêka Kurdan çareser neke, wê demê ew bi xwe dê hilweşe. Pêwîst e hesabên baş bikin, ji ber ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd li hemû cîhanê, li diyasporayê, siyasetê dikin, xwe diparêzin, xwedî sazî û dezgeh in, bi pêş ketine. Bawer bike, êdî tirs û fikarên min nînin. Kurd dê her bi dest bixe, tenê dem divê. Eger dewlet û desthilat jîr bin, dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger na, dê bibe bela serê wan.
Rûdaw: Bi hêviya aştiyê, bi hêviya dîtina konserên te li Başûr, ji ber ku min got daxwaziyeke pir mezin heye, her wiha li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî û xwezî rojekê li Rojhilat jî em te bibînin. Gelekî gelekî spas Hozan Dîno. Min sozek ji te girtiye, di demeke nêzîk de em dê dest bi podkastê bikin û tu dê bibî mêvan di podkastekê de û em dê dirêjtir biaxivin.
Hozan Dîno: Ez gelekî spasiya te dikim ji bo vê derfetê.
Rûdaw: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse