Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Dêrikê bi coşeke mezin Festîvala 3yemîn a Zeytûnan li dar xist û di çarçoveya festîvalê de dîwana dengbêjan hat danîn û hunermend Xero Abbas jî konser da.
Festîvalê bi ziyaretên karkerên jin ên ku li fabrîqeyên zeytûnan û zeviyên zeytûnan dixebitin dest pê kir.
Hevşaredarên Dêrikê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Devrîm Demîr, Şaredara berê ya Dêrikê Çaglar Demîrel, aktîvîstên TJAyê, nûnerên DEM Partiyê yên parêzgeh û navçeyan, hevşaredarên navçeyan û gelek welatî beşdarî festîvalê bûn.
Di çarçoveya festîvalê de dîwama dengbêjan hat danîn û dengbêjên herêmê Tîrêj, Şêxmus Temel, Dîren Temel û Hediye Kalkan jî derketin ser dikê û bi stranên xwe şeveke xweş pêşkêşî welatiyan kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî festîvalê de axiviye.
Berîtanê behsa pêvajoya çareseriyê kiriye û daye zanîn ku tevgera Kurdan bi biryara xwe hewl dide rê li ber aştî û demokrasiyê veke û bangî dewletê kir ku êdî gavên şênber biavêje.
Piştî axaftinan hunermend Sorjiyan û Xero Abbas derketin ser dikê û xelkê tevî hunermendan stran gotin.
Li aliyê din, jinên Dêrikî jî bi cilên xwe yên Kurdewarî tevlî konserê bûn û dîmenên rengîn derketin holê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse