Şarezaya yasayî Alice Boughalem: Me hejmareke zêde ya binpêkirinan li Serê Kaniyê tomar kirine

09-10-2022
Zinar Şîno
Sê sal bi ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re derbas dibin
Sê sal bi ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re derbas dibin
Nîşan Serê Kaniye Girê Spî Alice Boughalem
A+ A-

Şarezaya yasayî Alice Boughalem dibêje li Serê Kaniyê gelek kes hatine kuştin, revandin û îşkencekirin û wan hejmareke zêde ya binpêkirinan li Serê Kaniyê tomar kirine.

Bi minasebeta salvegera sêyemîn dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ku Enqerê piştgiriya wan dike, Enstitûya Kurdî li Parîsê 3 panel birêve birin.

Di yek ji wan panêlan de Şarezaya yasayî Alice Boughalem lêkolînek derbarê rewşa Serê Kaniyê pêşkêş kir.

Bi gotina Alice Boughalem xelkê Serê Kaniyê nikarin vegerin malên xwe.

Alice Boughalem herwiha dibêje, wan ji sala 2019an ve gelek binpêkirinên grûpên çekdar li Serê Kaniyê belge kirine.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno derbarê herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê çend pirs jî Alice Boughalem kir û ev jî naveroka hevpeyvînê ye:

Rûdaw: Tu dikarî ji me behsa rewşa niha ya Serê Kaniyê bikî?

Alice Boughalem: Li Serê Kaniyê ji 2019an ve û bidespêkirina operasyona Kaniya Aştiyê , me hejmareke zêde ya binpêkariyên mafên mirov tomar kirin e, wek kuştin,êşkencedan, binçavkirin û revandina xelkê, ev proseya ku hişt guhertina demografî bê kirin, talanî dihat kirin, malên xelkê ji wan dihatin standin  ku piraniya wan ên Kurdan bûn, herwiha ji xelkên din ên resen wek Êzîdî, kemîneyên Kiristiyan û hemû kemîneyên din ên li wê navçeyê dijîn. Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê bi van binpêkariyan radibin, bê ku bên cezakirin. Em hewl didin hişyariyê bidin jibo ku ev tawan bê cezakirin derbas nebin. "

Rûdaw: We niha çi belge hene ku bajarê Serê Kaniyê di kontrola kê de ye? Ew der niha di destê leşkerên niştîmanî yên opozisyona Sûriyê de ne yan jî di destê hinek grûpên din ên çekdar de ye?

Alice Boughalem: Bi baweriya min hinek grûpên nava wan de ne li Serê Kaniyê, vê gavê zanyariyên zêde li ber destê me nînin ku bidim te, her dem tu dikarî bi rêya rêxistina me bizanibî, gelek rapor li ba me hene derbarê rewşa li wir, bi belge, têde rewşa qurbaniyan pêşan dide. Em hewl didin ku bihêlin dengê wan qurbaniyan bê bihîstin, da ku behsa wan binpêkariyan bikin.

Rûdaw: Hûn agahdar in niha kî dixwaze vegerin, xelkê resên ên Serê Kaniyê yên koçberî Tirkiyê bûne yan penaberên navxweyî ne?

Alice Boughalem: Planek ji aliyê Erdogan ve hatibû ragihandin jibo vegerandina nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li Sûriyê, ku dibêje veger ne neçarî ye, lê hîn rewş ne aram e, em nikarin bêjin ku veger li ser kêfa xelkê ye. Derbarê kesên ku derbider bûne, dema dixwazin vegerin malên xwe, belgeh li cem me hene çawa binpêkarî li dijî wan tên kirin gava doza malên xwe dikin. Gef li wan tên xwarin, keysbazî li dijî hinek kesan hatiye kirin, herwiha binpêkariyên cûda li dijî xelkê tên kirin.

Rûdaw: Pirseke din di nav raya giştî ya Kurdan de heye ku binpêkariyên mezin li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê diqewimin û demografya wan deran tên guhertin. Hûn şahidê guhertina demografiya wan deran in?

Alice Boughalem: Belê wek nimûne, ji Efrînê gelek rapor ketine destê me derbarê avakirina mêtîngehan li Herêma Efrînê bi taybet li Cindirêsê bi alîkariya rêxistinên mirovî yên ku divê bê alî bin û alîkariya kesên sivîl bikin ên ku derbider bûne. Lê ev mêtîngeh bi taybet ji bo xelkê ku ne ji wê navçeyê ne tên çêkirin, an jî ji bo çekdar û malbatên wan tên çêkirin, encam guhertina demografî bû, pirsyar li cem me hene derbarê alîkarî û plana van rêxistinan jibo avakirina van,mêtîngehan.

Rûdaw: Heman rewş li Girê Spî û Serê Kaniyê jî hene?

Alice Boughalem: Li Girê Spî û Serê Kaniyê hîn ti belgeh li cem me nînin derbarê avakirina mêtîngehan, lê ji ber guhertina demografî li Efrînê, tirs heye ev tişt li Girê spî û Serê Kaniyê jî dubare bibe.

Rûdaw: Bi erebkirin an tirkîkirin?

Alice Boughalem: Ez dikarim niha tenê bibêjim ku guhertina demografî li ser hesabê Kurd û kesên din ên resen tê kirin li navçeyê, lê derbarê planê zehmete bi awayekî yasayî tu îspat bikî ku destê Tirkiyê di vê Planê de heye. Ez dikarim tenê niha bibêjim ku xelkê Kurd tên derbiderkirin, zevî û çavkaniyên jiyana wan tên talankirin.

Rûdaw: Ti hêviyek li gor yasayên navdewletî bo xelkê Serê Kaniyê û deverên din heye ku careke din vegerin bo ser malên xwe?

Alice Boughalem: Niha ew welat ne ewle ye, madem ew navçe di bin dagîrkeriya Tirkiyê de ne tiştek nayê guhertin, derbarê kiryarên wan grûpên çekdar, em nikarin niha bêjin ku ewlekarî heye, lê em hêvî dikin ew karê ku em û rêxistinên mirovî dikin, em bikaribin bihêlin xelk vegerin malên xwe bi selametî bê ku kesek wan neçar bike vegerin.

Ji Serê Kaniyê bi taybetî hinekî zehmet e hejmara giştî bizanibim, bi milyonan koçber li Tirkiyê hene, li Lubnanê herwiha li Ewropayê, lê li Serê Kaniyê û Girê Spî gelek kes derbider bûne, herwiha gelek kes ji navçeyên din hatine, lê ez nikarim hejmara dirist a wan kesan niha bidim.

Belê gelek îfade li cem me hene, yek jê taybet bi jinekê ye, dibêje kesên ku hewl didin vegerin gund,mal û navçeyên xwe, rê bo wan nayê dayîn. Ew ditirsin ku vegerin, ji ber gef li wan tên xwarin û nikarin mal û milkên xwe vegerînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst