Serokê TGBê: Bavê min Kurd e, lê ez Tirkiyeke yekparçe dixwazim

14-03-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Serokê TGBê Yildirim Gençer
Serokê TGBê Yildirim Gençer
Nîşan TGB Yeketiya Ciwanên Tirkiyê Yildirim Geçer
A+ A-

Li Tirkiyê nîqaşên di derbarê girtina HDP û herwiha çêkirina destûreke nû  berdewam in. Ji bilî partiyên siyasî grubên cuda cuda jî di derbarê mijarên di rojevê de nêrînên xwe tînin ziman.

Yek ji wan gruban jî Yeketiya Ciwanên Tirkiyê ( TGB) ye. TGB yek ji rêkxistinên çalak e.

Berpirsê Ofaîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî ligel Serokê TGBê Yildirim Gençer hevpeyvînek pêk anî û di  vê hevpeyvînê de Gençer behsa Yeketiya Ciwanên Tirkiyê û mijarên di rojevê de dike.

Rûdaw: Ez di destpêkê de xêr hatine we dikim û dixwazin weke pirsa xwe yekem jî bipirsim Yeketiya Ciwanên Tirkiyê kengî hate damezrandin û armanca damezrandina rêkxistina we çi ne ?

Yildirim Gençer: Ez jî xêr hatine we û spasiya we dikim. Yeketiya Ciwanên Tirkiyê 19ê  Gulana sala 2006ê li Enqerê li peymangeha Zankoya Enqerê ya Ziman û Dîrok û Erdnigariyê hate damezrandin. Di damezrandinê wê de çend grubên di nav zankoyê de cih girtin û bi taybetî jî rola beşek grûbên Ataturkparêz jî hebû. 15 sal in bi şêweyekî aktîf li zankoyan û li lîseyan bi beşdariya ciwanan li karên perwerdê û karên siyasî yên welatê me em karên xwe didomînin. Em serdema niha em di nav de ne weke serdema şerê duyem yê rizgariyê bi nav dikin û armanca Yeketiya Ciwanên Tirkiyê ew e ku em dixwazin ciwanên Tirkiyê di serdemeke wiha de bêyî ferq û cudayî, çi çep çi rast be hemû ciwanan li ser vê rêya bicivînin ya ku Mistefa Kemal Ataturk nîşanî me daye. Em dixwazin helwesta xwe ya di derbarê parastina niştimanî de aşkere bikin, em dixwazin kêşeyên taybet yên ciwanan çareser bikin û ji bo wê em xebatên xwe didomînin.

Rûdaw: Dema em hatine navenda we min hevalekî dî dît ji Sêwerekê bû. Di nav we de ciwanên kurd hene? Hun çawa li kurdan û meseleya kurdan dinêrin?

Yildirim Gençer: Di destpêkê de ez wê bêjim ez jî ji aliyê bavê xwe ve Kurd im. Gellek hevalên me yên Kurd di nav me de hene. Li navenda me ya giştî weke serokê giştî ez Kurd im heman demê alikarê serokê me yê giştî jî Kurd e. Yeketiya Ciwanên Tirkiyê, çi Tirk bin çi Kurd bin ferq nake, rêkxistina hemû pêkhateyan e. Lê em dibêjin Gelên Tirkiyê, weke ku Mistefa Kemal Ataturk dibêje “Gelê Tirk ji  Neteweyên Tirkiyê yên ku komara Tirkiyê damezrandine pêk tê” em jî li ser vê destûrê ne. Ji ber wê di nav me de Kurd jî hene ji pêkahateyên din jî hevalên me hene. Em meselaya kurdan di çarçoveya yeketiya Tirkiyê de dibînin. Em li dijî cudaxwaziyê ne. Em yeketiyê diparêzin û em li dijî aliyên emperyalîst yên ku dixwazin meseleyan ji bo berjwediyên xwe kar bînin xwedî helwestin.  Ji ber wê em li dijî HDPê jî derdikevin. Ji ber ku li gorî me; HDP navendeke emperyalîstane û dixwazin li vê navendê bi Kurdan û Tirkan li hev cuda bikin.

Rûdaw: Heman demê mijarê perwerdeya bi zimanê Kurdî heye, Kurd dixwazin ku bi zimanê xwe perwerdê bibînin, hun mijara zimanê kurdî çawa dibînin, li gorî we mafê Kurdan nîne ku bi zimanê xwe perwerdê bibînin?

Yildirim Gencer: Pirsa girîng ew e ka îro kî daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dike? Pirsa din a girîng jî ew e ka bi Kurdî perwerde mumkûn e yan ne ? Li gorî me pêwîst e zimanê perwerdê yek be û îro Tirk zimanê perwerdê ye. Perwerde karekî zanîstî ye. Gelo îro xwendekarek dê bi kare bi Kurdî perwerdeya Hiquqê bibîne, yan wêjeyê bixwîne, bo nimûne bi kurdî mumkîn e ku perwerdeya doxtoriyê bê xwendin? Pêwîst e armanca wê daxwazê baş bê zanîn. Kurd jî îro dixwazin ku zimanê perwerdê tirkî be. Ji ber Kurd dikarin xwe bi tirkî baştir îfade bikin, bi tirkî dikarin baştir peywendiyê  bi hemû aliyan re bikin. Bi taybetî di van 20 salên borî de em dibînin mijara perwerdeya kurdiyê, bûye beşek ji planên dabeş kirin û parçekirina welatê me.  Em dibîn ku çi rastîyek û zemînekî cidî ji bo vê daxwazê nîne. Weke tê zanîn li Tirkiyê li zankoyan beşên kurdî hatine vekirin, li bajarên cuda cuda fêrgeh hatine vekirin lê çi elaqeyek nedît. Çima? Ji ber ku çi paşeroja kurdiyê nîne.  Dema paşerojek nebe daxwaz jî nabe, ji ber wê ev daxwazên heyî jî ciddî nîne. Bêguman pêwîst e ku Kurdî were pêşêxistin û parastin û azadiya Kurdiyê hebe, lê niha li Tirkiyê kêşe hatine çareserkirin, serdemên borî kêşeyên wisa hebûn. Kêşe li ser esasê yekrêzî û yeketiyê hatine çareser kirin. Helbet hê jî gellek mijar hene pêwîste bêne çareserkirin,lê daxwaza perwerdeya ji rastiyên heyî dûr e.

Rûdaw: Di rojevê de heman demê nîqaşên di derbarê çêkirina destûreke nû de jî hene. Hem desthilat hem jî oposizyon amadekariyan dikin. Nêrîna we li ser mijara destûra nû çi ye hun destûreke çawa dixwazin ?

Yildirim Gencer: Li gorî me nîqaşên li ser destureke nû tên kirin; pir hêja, girîng û watedar in, çima? Ji ber ku dema em li Tirkiyê û li cihanê dîroka çêkirina desturan dinêrin xuyaye ku destûr her dem di encama şoreşan yan jî şoreşên li hember şoreşan tên amadekirin. Bo minume destûra sala 1921ê ya Tirkiyê encama şoreşekê hatibû amadekirin. Destura sala 1982ê jî di encama şoreşeke li hember wê şoreşê  hate amadekirin. Destura 27ê Gulana 1960ê jî encama şoreşekê bû. Eger em îro di şerê rizgariyê de bin û şoreşek were encam dan pêwîst e ku destûra wê jî were nivîsin, lê destureke çawa? Li gorî me pêwîst e destûra nû li ser rêya Mistefa Kemal Ataturk û 6 bingehên esasî biparêze. Wate pêwîst e ku desûreke Komarîxwaz, neteweperwer, gelparêz, ilmanî (sekûler) şoreşger û dewletparêz be. Hinek alî dibêjin destur dikare kêşeyên aboriyê çareser bike, nêxêr ev gotin nerast e. Di dema xwe de referandum û sistema serokatiyê jî bi van gotinan dane pesend kirin lê kêşeyên heyî çareser nebûn. Destûra bingehîn kêşeyên rojana çareser nake, lê helwestan û armancan û xetên sereke diyar dikin ji ber wê pêwîst e ku ji bo Tirkiye destûreke nû were çêkirin û destûr jî pêwîst e li gorî nirx û pîvanên Ataturk were amadekirin û 6 xalên esasî jî werin parastin heman demê destûr pêwîste ku bibe rêberek bo şoşera aboriyê, bo çareserkirina kêşeyan bo çareserkirina kêşeyên ciwanan ku ciwan li paşeroja xwe bi hêvî bin. Pêwîst e ku destûr neya şoşerên li hember şoşerê lê destûra komarê be.  Li hember destûra heyî di aliyê siyasî de gellek kar hatine kirin û dê di aliyê hiquqî de jî kar were kirin.

Rûdaw: We behsa destura sala 1921ê kir ez jî ji we re behsa nimûneyekê bikim; sala 1958ê dema destûra îraqê hate amadekirin hate gotin ku “Kurd duyem netewe û şirîkê welatê iraqê ne” gelo niha li Tirkiyê mûmkîne ku tiştekî wisa di destûrê de were danan?

Yildirim Gencer: Me komara xwe Kurd û Tirk bi hev re ava kiriye. Hemû pêkhate li Çanakkale em bi hev re şehît bûn. Binêrin bajarê Dîlokê bûye Gazî, Riha bûye xwedî Şan û Mereş bûye Qehremani li wan herêman hemwelatiyên me yên kurd rê nedan terorê rê nedan serhildanên Ermeniyan, ev yeke bingeha welatê me ye. Kes nikare be ji hev cuda bike. Dibe ku destûra hun behs dikin pêwîstiyeke wisa hebe, lê li welatê me mijara kurdan û tirkan li ser hîmê yekparçeyî û yekrêziyê hatiye çareser kirin. Em dibêjin Gelê Tirk, peyva “Gelê Tirk” peyweke berfireh e û Kurdan jî Tirkan jî bixwe digire. Mistefa Kemal Ataturk dibêje Gelê Tirkiyê, nabêje neteweya Tirk,  dibêje gelên Tirkiyê,  wate behsa hemû gelan û pêkhateyan dike. Di nav wan gelan de Kurd hene, Laz û Çerkez û Ereb hene û Tirk jî hene. Ji ber wê em dibêjin di destûra nû de bila navê neteweyan nebe bila bêjin “Gelê Tirk” dê ji bo yeketiya me baştir be.

Rûdaw: Eger di destûrê de behsa Kurdan û behsa pêkhateyên din neyê kirin dewlet dê çawa bikare dilê xweş bike û hestên pêkvejiyanê zêdetir bike?

Yildirim Gencer: Pêwîst e ku em di destpêkê de wê yekê bibînin ku li gelê Tirk hevdu zêdetir digire, peywendiya pêkhateyan bi herêma rojhilat û başurê rohjilatê welatê me zêdetir dibe. Em dikarin bêjin ku li Tirkiyê proseyek hebû salên nodî heta salên 2000ê dibe ku niha jî bi destê emperyalîstan plan ji bo dabeşkirina welatên me bên kirin. Hewl dan ku Tirkiyê dabeş bikin û nexşeyên projeya Rojhilata Navîn ye Mezin hatine amade kirin. Tirkiyê li hemberî hemû wan hewlan şer kir û Tirkiyê şoreşa xwe encam da, lê pêwîst e ku kêşeyên aborî, kêşeyên kar û kêşeyên perwerdê yên wan herêman bêne çareserkirin. Pêwîst e yeketîyeke baş bi wan herêman re were avakirin. Îro di rojevê de dayîkên Amedê hene; hemû jî Kurd in, dayîkên Şirnexê dayîkên Colemêrgê hemû jî Kurd in. Çi dibêjin ? dibêjin em naxwazin Kurd û Tirk li hev cuda bibin, PKK dixwaze me ji hev cuda bike, dibêjin li dijî wan şer bikin û bila dewlet bi me re be. Dema dewlet destê xwe ji wan herêman bikêşe wê demê yeketî jî çênabe. Yeketi bi destê dewletê û destê civakê çêdine. Ew dest jî destekî dilxweşker e. destê dewletê birînan dipêçe û kar û demên borî yên xirab dide ji bîr kirin û hêviyan ji bo paşerojê ava dike. em dibînin ku li wan herêman jî pêngavên pêwîst ji bo geşepêdana civakî tên avêtin.

Rûdaw: Di derbarê HDPê jî kempîneyeke we heye hun dixwazin ku HDP were girtin. Sedem çi ye hun çima dixwazin HDP were girtin?

Yildirim Gencer: HDP êdî li Tirkiyê bûye kêşeyeke ewlehiyê, kêşeyeke li pêşiya serbixweyiya Tirkiyê, kêşeyeke mafê mirovan û mafê jinan e. HDP kêşeya mafê mirovan e. Ji ber dibe sedema şehîtkirina ciwanên me. HDP qatilê  Eren Bulbulê 15 salî, xwendekarê Zankoya Egeyê Firat Yilmaz Çakir û Mamosteya Şehit Şenay Aybuke Yalçin e,  ku hê nû dest bi wezîfeya xwe kiribû. HDP kêşeyek e ji bo jinan çima? Ji ber ku dayîkên Amed bê zarok hiştiye. Dilê dayîk û bavên şehîdên me şewitandiye.  HDP kêşeyeke li pêşiya serbixweyiya welatê me ji ber ku dixwaze welatê me parçe bike û ji bo vê yekê jî li Rojhilat û Başur rojhilatê welatê me bi destê rêkxistineke terorî ya weke PKKê guleyan dibarîne ser serbazên me û wan şehit dike. Ji ber wê li çi welatekî partiyeke wisa nikare bikeve parlementoyê. Welatekî weke Tirkiyê ku di encama şoreşê hatiye damezrandin hebûna partiyeke wisa nayê qebûlkirin. Em dibînin ku Tirkiye li hember rekxistina terorî serkevtinên baş tomar dike. Piştî ku sala 2015ê proseya çareseriyê ku me weke proseya dabeşbûnê bi nav dikir; piştî ku prose hate rawestandin û bi temamî hate betalkirin û tekoşîna çekdarî destpê kir êdî em dibînin ku şoşerek jî dest pê dike. Binêrin îro serbazên me li dijî PKKê serkevtinan tomar dike. Bi dil û can şer dike. Lê li Parlementoya me durişmên “bijî serok Apo” tên avêtin. Hewl didin ku artêşa me weke kesên xwînrij û qatil nîşan bidin. Îro serbazên me ji pişt ve têne xencerkirin. Şer tenê li sengeran nayê kirin, di nav xwe de jî encamên şeran û xirecir peyda dibin. Girtina HDPî ji bo tekoşîna li hember terorî karekî ferz e û ji bo ciwanan jî mafê jiyanê û azadî û serbixweyîya me ye. Gellek kêşeyên ciwanan hene yêk ji wan jî HDP ye. Girtina HDP ji bo ewlehiya Tirkiyê û ji bo parastina şoreşa Ataturk pêwîst e. Em ciwanên Ataturkparêz in û ji bo me ew nimuneya. Di diroka me de Mistefa Kemal Ataturk çi caran bi rêkxistineke terorî re hevdîtin nekiriye û rê nedaye ku ew bikevine nav parlementoyê, Wî serê xwe ji Şêx Seîd û Seyît Riza neçemandiye. Li dijî wan tekoşînek bi biryar meşandiye. Îro jî pêwîst e ku ew tekoşîn berdewam be. Rêbaza tekoşînê jî operasyonên serbazî û operasyonên siyasî û hiquqî ye.

Rûdaw: Mijara girtina HDPê heman demê peywendî bi mijara demokrasiyê jî heye. Madem demokrasî pirdengî û pirrengî ye wê demê girtina HDP zirarê nade demokrasiya Tirkiyê?

Yildirim Gence: Beriya her tiştî HDP îxanetê li 6 milyon dengdêrên xwe dike. Ez gellek kesan dinasim ku dengê xwe didin HDPê, lê ew dengê xwe nadin HDP ku serbazên me bêne gulebaran kirin. kes dengê xwe nade HDPê ku hewl ji bo dabeşkirina Tirkiyê bêne dan. Dengên ku diçin bo HDPê ne ji bo wê yekê ne, ku mamostayên me yên weke Şenay Aybuke Yalçin bêne şehitkirin. Lê HDP bi rêya wan dengan ji bo karên xwe yên terorî dike mertal û ji xwe re şerhiyetê peyda dike. HDP dengên dengdêrên xwe dike amurekî terorê. HDP xeletiya herî mezin li 6 milyon hemwelatiyên me dike. Dema ku HDP bê girtin wê ew 6 milyon hemwelatî jî azadtir bijî. Tenê girtina HDP kesê azad nake lê pêngaveke girîng girtina HDPê ye. Em nikarin bêjin 6 milyon deng hene û em xeletiyên HDPê bi vê yekê serpûş bikin. Em nikarin bejîn bila nehê girtin ji ber ku  6 milyon deng hene, bi milyonan alîgir û dengdêrên Adolf Hîtler jî hebûn. Ew jî desthilat bû. HDP 6 milyon deng hene, eger milyonek dengên DAIŞê hebin ma em dê rê bidin ku partiyekê ava bike? Yek gule çend deng e? Ma li hember guleyên li ser serbazên me tên barandin çi wateya dengan heye? Ma 30 milyon dengên HDPê hebin em ê rê bidin ku Tirkiyê parçe bike? Nexêr! Ji ber wê bila kes xwe bi hisaba dengan nexapîne. HDP di navbera me û wan hemwelatiyên me de bûye asteng dema HDP bê girtin em ê bi asantir bigehin wan 6 milyon hemwelatiyên xwe. Raste em dibêjin ku dengên diçin bo HDP ji bo terorê diçin lê ew yên ku deng dane HDP ne terorîst in. Ew hemwelatiyên me ne , birayên me ne, mezinên me ne, em dixwazin xwe bigehînin wan loma em dixwazin HDP bê girtin. Ew jî şaşiya xwe qebûl dikin. Di dema kempîneya me tên û piştgiriya me dikin îmza didin û dibêjin me dengê xwe da HDPê lê me şaşiyeke mezin kiriye, herkes şaşiyan û xeletiyan dike, gellek şaşî û xeletiyên me jî hene. Ji ber wê dema me HDP girt em ê xwe baştir bigehînin wan 6 milyon dengdêran jî.

Rûdaw: Weke pirsa dawî ez dixwazim bipirsim; rast e ku zêdetir HDP di rojevê de ye lê ji bilî HDP jî partiyên Kurdî hene; Partiyên weke HAK-PARr, PSK û PAK hene. Hun tenê dixwazin HDP bê girtin yan daxwaza girtina partiyên din yên Kurdan jî dikin?

Yildirim Gencer: Ez wisa bêjim; eger partiyeke ku peywendîya wê bi terorê re hebe, hewl ji bo parçe kirina Tirkiyê bide û li dijî serbixweyiya Tirkiyê be pêwîste were girtin. A-B-C ferq nake her partiyeke wisa be pêwîste bê girtin. Lê eger partiyek li dijî parçekirina Tirkiyê derkeve, nexwaze ku Tirkiye dabeş bibe, her partiya ku yeketiya Tirkiyê biparêze dikare li Tirkiyê karên siyasî bike. Lê pêwîst e pabendî yasa û hiquqê bin.  Bi çekan siyaset nayê kirin, eger partiyek çek hilgire yan piştigirya terorê bike, piştgiriya PKKê bike, piştgiriya DAIŞê bike , piştgirî hevkariya  FETO bike û bixwaze FETO  li Tirkiyê bike desthilat  ew jî şaşîyek e. Helwesta me li ser yekparçeyî û yeketiya Tirkiyê ye. Kî li dijî yeketiya Tirkiyê be û zirarê bide yeketiya me em li hemberî wan in. Kîjan alî  bixwaze yeketiya Tirkiyê biparêze û hewl bide ku Tirkiyê pêş bixe em jî bi wan re ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst