Ebdulbasit Seyda: Eger Kurd mafên xwe nexwazin kes nade wan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulbasit Seyda bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulbasit Seyda bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ebdulbasit Seyda Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulbasit Seyda ragihand ku Amerîka û Ewropa bi awayekî pratîkî dan û standinê bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re dikin.

Ebdulbasit Seyda her wiha bangî Kurdan kir ku di qonaxa nû de bi awayekî çalak mafên xwe bixwazin.

Dr. Ebdulbasit Seyda di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re da zanîn ku her çend zû be jî ji bo paşeroja desthilata Ehmed Şer tiştek bê gotin lê li gorî wî "Amerîka û Ewropa bi awayekî pratîkî dan û standinê bi wan re dikin û têkiliyên wan ên rojane hene."

Seyda got, welatên Ereban jî bi heman awayî di nav pêwendiyan de ne û ya herî girîng ew e ku Kurd ji bo vê qonaxa nû çi amadekariyan dikin.

Wî derbarê destûra nû ya Sûriyeyê de diyar kir ku di biryarnameya demkî de gelek kêmasî hene lê ya girîng ew e ku Kurd xwe amade bikin û mafên xwe bi awayekî zagonî û siyasî bixwazin.

Siyasetmedarê Kurd li ser pirsa hebûna Kurdistanê di nav axa Sûriyeyê de jî tekez kir ku "Kurdistana Sûriyeyê" ne têgeheke îdeolojîk, lê rastiyeke dîrokî û erdnîgarî ye.

Dr. Ebdulbasit Seyda her wiha got, "Divê zimanê Kurdî li herêmên me bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Eger em israr nekin, ew dê bi hêsanî vî mafî nedin me."

Seyda da zanîn ku otonomî û federalîzm bi danûstandinan û xebateke siyasî ya bi hêz dikare pêk were.

Dr. Ebdulbasit Seyda bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bersivandin.

Rûdaw: Gelo ti nîşan hene ku desthilata Ehmed Şer dê bimîne yan na?

Ebdulbasit Seyda: Lê dema tu îro li rewşa dinyayê dinêrî, yên ku li deverên me xetê dikişînin Amerîkî ne, Ewropî ne û yên din in. Hemû têkiliyê pê re dikin, dan û standinê dikin, roj bi roj dewletên Ereban û yên din dan û standinê pê re dikin.

Tiştê ku niha xuya dike, ti îşaretên ku wê nemîne, tunin. Lê belê di siyasetê de tiştekî garantî jî tune. Mintiqe û devera min hîn ji zehmetiyan derneketiye. Meseleya Îranê nêzîk e, ka dê li Îranê şer bibe yan nabe, dê şopên wê li ser deverê çi bin? Ev pirs gelek hene. Lê bi ya min a girîngtir ka dê rewşa me Kurdan çawa be? Em ê çawa dan û standinê bi vê rewşê re bikin. Ango em ê li bendê bimînin, ka dê bimîne yan nemîne, li gorî min di meseleyên wiha de bi mirov dide windakirin.

Rûdaw: Gelo beşeke Kurdistanê di nava axa dewleta Sûriyeyê de bi navê "Kurdistana Sûriyeyê" heye?

Ebdulbasit Seyda: Çawa nîne, min li ser vê meseleyê gelekî nivîsandiye û dîrok heye û nexşe hene. Min gelek caran gotiye, min carekê di Foruma Stenbolê de jî behs kir. Gotina Kurdistan gotineke bêhtir ku di warê îdeolojîk de şidandine û bilind kirine, loma jî dema yek gotina Kurdistanê dibihîse ku ne Kurd be hinekî dicefile.

Lê gotineke gelekî normal e, tu dibêjî welatê Kurdan, deverê Kurdan. Niha em bi Erebî gotina "Menatiqa Kurdî" bi kar tînin. Wexta tu vegerî dîrokê û îspatan bînî meseleya Kurdistana Sûriyeyê rastiyek e û kes nikare çavên xwe jê re bigire.

Dilbixwîn: Aliyên siyasî dema diçin Şamê vê yekê piştguh dikin, ez vê yekê ji bo akademîsyenan nabêjim.

Ebdulbasit Seyda: Berî çend rojan li ser televîzyona Sûriyeyê di nûçeyan de ji min pirsîn, min wê gavê got, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dan û standin hebû. Di meseleya Sevr û Lozanê de. Lê dûre Kurdistan bû 3 parçe; Kurdistana Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê.

Lê Kurdistana Rojhilat di dema Sefewiyan û Osmaniyan de li hev kiribûn û parçe kiribûn. Carinan li te guhdarî nakin ku te çi got. Dibêjin te gotiye Kurdistan 3 parçe ye. 3 parçe piştî Şerê Cîhanê yê Yekem. Lê berî wê parçeyê 4an bû. Di dema Sefewiyan û Osmaniyan de bû.

Rûdaw: Li Sûriyeyê destûreke demkî çêbû, di wê destûrê îtiraf bi mafê neteweyî û siyasî yên Kurdan nehat kirin, Kurd bi giştî li dijî wê destûrê derketin. Tu wê destûrê çawa dibînî, destûreke çawa ji bo Sûriyeyê pêwîst e?

Ebdulbasit Seyda: Tişta ku te behs kir ji xwe ne destûr e. Ew daxuyaniya destûrê ye. Ew daxuyaniya demkî jî gelekî rexne lê hatin kirin. Min bi xwe jî gelek caran got. Tu dikarî çi navî lê bikî lê bike, bi daxuyaniya demkî ya destûrî tu nikarî vê yekê bikî.

Gelekî kêmanî tê de hebûn, li ser meseleya Kurdan û gelek tiştên din. Gelek pirsgirêk hebûn. Lê îro tu li pêşiya vê qonaxê yî, tu pê re dan û standinan dikî. Îro HSD ketiye bi vê îdareyê re ketiye guftûgo û dan û standinan. Divê gava li dû vêya destûr bê nivîsandin. Divê Kurd wê demê amade û şareza bin.

Niha Mersûma 13an derxistin, li gorî min hemû tiştekî çareser nake lê behsa tiştên serekî kiriye û li ser sekiniye. Lê li gorî min a girîng ew e ku ji sala 63an ji serdema Baasiyan nêrînek çêdibe ku li Sûriyeyê Kurd hene. Berê digotin tune. Wê rojê li Şamê li Ceremana semînerek çêkirin ez beşdar bûm, min got di destûra Baasiyan de dibêje welatê Ereban û li gorî wan Sûriye û Îraq û yên din tenê welatên Ereban in. Dema yek nebêje welatê Ereban e, wê demê ji welatê Ereban tê avêtin.

Niha di vê Mersûmê de nêrîna ku Kurd beşek in ji vî welatî û neteweyeke serekî ne û mafên wan ên çandî hene, li gorî min di mantalîte û mejî de guhertinek çêbû. Îca em Kurd divê ji aliyê xwe ve li ser ava bikin, divê mirov pêş bixe û amade be. Bi nêrîna em ê li mal pal bidin û dê mafê min hemû bidin û dê safî bibe, çênabe. Eger mirov li heqê xwe nepirse kesek ne lawê bavê mirov e. Dema heqê mirov li cem hinekan be û nedin, divê mirov li pey bigere. Îca ev mafê miletekî ye.

Rûdaw: Ziman gelekî girîng e û îro Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê ye, li gorî te divê zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê zimanekî çawa be, li kû derê zimanê fermî be, li kû derê zimanê duyem be?

Ebdulbasit Seyda: Divê ev were nîqaşkirin û em dev jê bernedin. Mînaka Kurdistana Îraqê li ber çavên me ye. Dema ku piranî Kurd bin, dikarin bi zimanê xwe bixwînin û zimanê din jî fermî ye, ew jî heye. Em sala 2007an bi mamosteyên Swêdî re hatibûn Silêmaniyê, min dibistaneke Erebî dît û pirsî.

Gotin ku 200 xwendekarên ku malbatên wan bi Erebî diaxivin û 400 jî Kurdên ku dixwazin zarokên xwe bişînin dibistana Erebî. Li Enkawayê bi zimanê Suryanî perwerde hebû. Niha dibêjin bila perwerdeya Kurdî wekî zimanê hilbijartî be. Lê mafê Kurdan e ku bibêjin em ê li deverên xwe bi zimanê Kurdî bixwînin. Ê ku dixwaze bila bi zimanê Erebî yê fermî bixwîne. Lê niha dan û standin têne kirin.

Dema ez li Şamê bûm, hevpeyvînek bi min re çêkirin, 20 xort û keçên Kurdan bi Kurdî dixwendin û dinivîsandin. Gaveke biçûk e lê wateya wê mezin e. Kê bawer dikir ku dê rojekê di televîzyona Sûriyeyê de Kurdî hebe. Lê em gihiştin wê qonaxê, di pêşangeha pirtûkan de beşeke pirtûkên Kurdî heye. Bi vî awayî mirov li ser ava dike û dimeşe. Em hêvîdar in ku dê baştir bibe. Lê kar û nêrîn jê re divê.

Rûdaw: Tu li gel wê yekê yî ku otonomiyê bidin Kurdan, ango herêmeke otonom a Kurdan li wir hebe?

Ebdulbasit Seyda: Çima nabe, mafê Kurdan e ku ev tişt bê kirin. Me ev tişt gelekî nîqaş kir bi mixalefetê re. Behsa nenavendiya berfireh dikirin, wê demê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) behsa federaliyê dikir. Behsa nenavendiya siyasî dikir. Ev jî tê nîqaşkirin. Li gorî min dema mirov şareza û zana be, tu dê gelek tiştan bi dest bixî. Dema mirov siyaseta perwerdehiyê ji xwe re deyne, ya tenduristiyê ji xwe re deyne û mirov şaredariyên devera xwe bi rê ve bibe, tu navê wê otonomî yan federalî yan tiştekî din lê bike. Lê ne wekî otonomiya ku Sedam dabû Kurdan û di naveroka wê de tiştek tunebû.

Rûdaw: Gelo ti postekî îdarî yan akademîk li Sûriyeyê ji te re hat pêşkêşkirin?

Ebdulbasit Seyda: Gelek vê pirsê ji min dipirsin lê ez li vê derê bibêjim; ne temenê min û ne jî tenduristiya min dihêlin ku ez ti postekî bistînim. Nifş hatiye guhertin. Bi rastî min li Şamê gelek xort dîtin ku derfetên wan ji aliyê teknîk û ziman ve baştir in. Niha kesên li îdareya Şamê 40 salî ne lê birêvebirên Encûmena Niştimanî ya Kurd 60-70 salî ne. Dem hatiye guhertin û divê em amade bin. Divê mirov nakokiyên Erebî û Kurdî kêm bike. Helbet ez dê bi ezmûna xwe, bi nêrînên xwe her tim alîkariya wan bikim lê ez naxwazim ti postekî fermî werbigirim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst