Endamê Parlamentoya Ewropayê yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt got, “Tenê du hefte berê gotûbêjeke me li Parlamentoya Ewropayê hebû ku ez jî beşdarî bûm, gelekî zelal bû ku ji baskê çep heta baskê rast piştgirî ji bo Rojava û Kurdan hebû.”
Jonas Sjöstedt piştî serdana xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand ku divê dorpêça li ser Kobaniyê were şikandin û alîkariyên ji bo Şamê bi merc bin.
Jonas Sjöstedt piştî serdana xwe, ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa mirovî ya li bajarê Kobaniyê gihiştiye asteke metirsîdar.
Sjöstedt amaje pê kir ku bajar di bin dorpêçê de ye û ji ber kêmbûna av, elektrîk û dermanan dinale, loma bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku demildest wê dorpêçê rake.
Sjöstedt di hevdîtinên xwe yên li gel Mezlûm Ebdî û serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê de, hevxemiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Kurdan ducare kir.
Parlamenterê Ewropî got, divê Şam û HSD pêbendî peymanan bin û tundiyê rawestînin.
Sjöstedt her wiha got: "Pêwîst e alîkariya darayî ya Ewropayê ya ji bo Sûriyeyê bi merc be. Eger Şam pere û rakirina cezayan dixwaze, divê rêzê li mafên kêmîneyan bigire û di pêvajoya aştiyê de bi pêş bikeve."
Wî parlamenterî pesnê modela Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê da, bi taybetî di mijara wekheviya navbera jin û mêran û bihevrejiyana pêkhateyan de û ew wekî mînakeke girîng ji bo Sûriyeya paşerojê bi nav kir.
Endamê Parlamentoya Ewropayê yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Di serdana xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de hûn bi kê re civiyan û we kî dît?
Jonas Sjöstedt: Em wekî şandeyeke Partiya Çep a Swêdê çûn, ez jî endamê Parlamentoya Ewropayê me. Li wê derê me serkirdayetiya Rojavayê dît, me Mezlûm Ebdî, wezîrê karên derve, serkirdayetiya YPG û PYDyê dît lê me gelek xelkê sivîl jî li seranserê Rojavayê dîtin.
Bê guman yek ji armancan nîşandana hevxemiyê ye ji bo wî xelkê ku li Rojavayê dijî lê ji bo wê yekê ye jî ku em balê bikişînin ser wê rastiyê ku niha derfetek ji bo aştiyê heye.
Lê divê hikûmeta Sûriyeyê ya li Şamê û aliyê Kurd jî pêbendî wan peymanan bin ku kirine. Divê tundiyê rawestînin, dorpêça li ser Kobaniyê bişikînin û çareseriyeke aştiyane bibînin ku xelk karibe bi hev re li Sûriyeyê bijî.
Rûdaw: Rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa bû?
Jonas Sjöstedt: Bê guman xelk ji paşerojê dilgiran in lê di heman demê de gelekî bi biryar in û ne amade ne ku dev ji wan hemû destkeftiyan berdin ku bi dest xistine. Ez dikarim bibêjim ku gelekî baş hatine birêxistinkirin.
Astengiyeke taybet ew bi deh hezaran koçber in ku çûne herêmê, hinek ji Helebê an ji gundên derdorê çûne, hinek jî xelkê Efrînê ne.
Ew di rewşeke dijwar de dijîn, piraniya wan di nav dibistanan de dijîn. Spas ji Xwedê re ku alîkariyeke zêde ji parçeyên din ên Kurdistanê ji wan re diçe, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê ku barhilgir bi alîkariyê ve diçin hundir. Ev xwedî wateyeke mezin e ji bo xelkê.
Lê bê guman tiştê ku niha pêwîstiya wan pê heye aramî ye, aramiyeke ji bo ku karibin vegerin warê xwe. Ev tiştek bû ku hemû Kurdan daxwaz dikir. Li wê derê ez wisa difikirim ku girîng e Şam karên xwe bi cih bîne.
Rûdaw: Hûn vedigerin Parlamentoya Ewropayê. Hûn dê tiştên ku we dîtine çawa ji parlamenter û berpirsên Ewropayê re bibêjin?
Jonas Sjöstedt: Bi ya min rola Ewropayê ya girîng heye ku bilîze û her wiha civaka navneteweyî jî, ji ber ku divê peyameke zelal ji bo Şamê hebe: Êdî tundî li dijî kêmîneyan nebe. Çi Kurd bin, Xirîstiyan, Elewî yan Durzî.
Divê çareseriyeke aştiyane hebe bi rêzgirtina li cudahiyên welêt. Hikûmeta Sûriyeyê alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê û gelek welatên endam werdigire.
Ez wisa difikirim ku gelekî girîng e ev alîkarî bi merc be. Eger pereyan ji Rojavayê werdigirî, eger ceza tên rakirin, divê di pêvajoya aştî û yekgirtinê de bipêşketin jî hebe.
Rûdaw: Rewşa Kobaniyê ji ber wê dorpêça li serê xerab e. Hûn çi dikin ji bo ku ew dorpêç nemîne û alîkarî bigihe bajêr?
Jonas Sjöstedt: Belê, ez dikarim bibêjim rewşa li Kobaniyê ji hemû cihan metirsîdartir e. Hîn pirsgirêkên mezin ên av, elektrîk, tenduristî û xwarinê hene. Hinek alîkarî digihe lê pêwîstiya wan bi ya zêdetir heye.
Ev bi rastî berpirsyariya hikûmeta Sûriyeyê ye, ji ber ku ew ji dabînkirina kareba û avê û vekişîna ji wan herêmên ku nêzîkî Kobaniyê ne berpirsyar in.
Xelkekî zêde li Kobaniyê heye, koçberên zêde jî li wir in. Belê Tirkiyeyê sînorê xwe girtiye, Tirkiye her tim pirsgirêkan ji bo Kurdên Sûriyeyê çêdike.
Ev bi rastî daxwaza herî girîng e li ser hikûmeta Sûriyeyê: Dorpêça Kobaniyê bişikînin. Dema nêzîkî mehekê berê ez li Rojavayê bûm, hejmareke zêde ya xwebexşên Amerîkayî û Ewropayî li wir bûn, çend caran hewl da ku bikevin nav Kobaniyê lê wan nekarî.
Rûdaw: Kurd daxwaza mafê xweseriyê dikin. Hûn li Yekîtiya Ewropayê çawa dikarin alîkariya Kurdan bikin ji bo ku ew daxwaz bê bicihanîn?
Jonas Sjöstedt: Ez wisa difikirim ku divê em zêdetirîn zextê li Şamê bikin ji bo şikandina dorpêçê. Hinek destûra sînordar ji bo hat û çûna xelkê hebû lê bê guman divê ev bê berfirehkirin.
Ji ber ku Kobanî berê jî di bin dorpêçê de bûye, bi dîtina min ev gelek bîranînan li cem Kurdan derbarê dîrokê çêdike û nabe ew dîrok ducare bibe.
Rûdaw: Hûn çi dikin ji bo ku Sûriye bibe welatekî demokratîk û tê de mafê pêkhateyan parastî be?
Jonas Sjöstedt: Bi ya min hêzên baş ên zêde di nav civaka Sûriyeyê de hene, rêxistina Kurdan bi xwe jî yek ji wan e. Loma ez wisa difikirim ku gelekî girîng e derî ji diyalogê re vekin, yasayeke nû ji bo partiyên siyasî hebe ku rê bide partiyan.
Niha ez dibînim hinek ji van ofîsan li bajarên cuda êriş li ser wan hatiye kirin û hatine girtin. Ev bi rastî naveroka demokrasiyê ye: Rêdan bi medyaya azad, rêdan bi damezirandina azadane ya partiyên siyasî û pirreng.
Niha Sûriye li çarrêyekê ye, dikarin wê rêyê hilbijêrin ku xelk bi hev re bijîn, rêzê li hev bigirin û demokrasiyeke wan a rasteqîn hebe.
Ew ew peyam e ku Parlamentoya Ewropayê divê ducare û ducare ji bo Sûriyeyê bişîne. Kurd bi ezmûna xwe, bi taybetî di pirsa wekheviya navbera jin û mêran de, tiştekî wan ê gelekî girîng heye ku pêşkêşî civaka Sûriyeyê bikin.
Bi awayekî ji awayan, Rojava ezmûneke bêhempa bûye ji bo Sûriyeyê, çi di pirsa jiyana pêkhateyên cuda bi hev re û çi di pirsa wekheviya zayendî de. Ez hêvîdar im Sûriye rê bide ku ev ezmûn bandorê li ser civaka wan bike.
Rûdaw: Naxwe em dikarin bibêjin parlamenterên Ewropayê dê serdanên Rojava û Sûriyeyê û alîkariya wan a ji bo paşerojê bidomîne?
Jonas Sjöstedt: Bê guman wisa ye. Em çavê xwe ji ser Rojavayê ranakin. Bi dîtina min ev berpirsyariya me ye. Wan qurbaniyeke zêde di şerê li dijî DAIŞê de da, ew jî di berjewendiya me hemûyan de bû.
Tenê du hefte berê gotûbêjeke me li Parlamentoya Ewropayê hebû ku ez jî beşdarî bûm, gelekî zelal bû ku ji baskê çep heta baskê rast piştgirî ji bo Rojava û Kurdan hebû.
Rûdaw: Eger pirsekê derbarê Îranê de bikim, gelo tu bawer dikî eger rewş li Îranê biguhere, bandorê li ser Sûriye û Îraqê jî dike?
Jonas Sjöstedt: Ez wisa difikirim ku dê bandorê bike û dikare gelekî metirsîdar û dibe ku bi tundî jî be.
Egera êrişa leşkerî ji aliyê Amerîkayê ve di paşerojeke nêzîk de heye, ew jî bê guman derbasî Îraq û Sûriye û dibe ku Libnanê jî bibe lê bila em hêvîdar bin ku li şûna wê dan û standinan bikin.
Rûdaw: Gelekî spas.
Jonas Sjöstedt: Ez jî gelekî spasiya te dikim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse