Balyoz William Roebuck dîplomatekî payebilind û xwedî ezmûn ê Amerîkayê ye ku bi taybetî bi xebata xwe ya li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê tê naskirin.
William Roebuck di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) de wekî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê kar kir û ew Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê bû.
Di vê çarçoveyê de, ew bi awayekî çalak li Rojavayê Kurdistanê bû û yek ji navbeynkarê sereke yê pêwendiyê di navbera Hikûmeta Amerîkayê û Rêveberiya Xweser de bû.
Pêwendiyên wî yên nêzîk bi Fermandarê Giştî yê HSDyê, General Mezlûm Ebdî re jî hebûn.
William Roebuck li ser guhertinên dawî yên Sûriyeyê got, “Ez bawer dikim ku dê hinek guhertin çêbibin. Di warê leşkerî de, ew dê bêtir wekî pergaleke navendî xuya bike. Di warê rêveberiya herêmî de, wekî rêveberiyên bajar û bajarokan, dibe ku bêtir desthilata nenavendî hebe. Divê ev yek were çaverêkirin.
Ez bawer dikim ku heta niha dan û standin bi giranî li ser aliyê leşkerî bûne û li ser wî alî, îhtimal e ku bêtir fermandarî û kontrola navendî hebe. Ev tenê awayê xebata artêşê ye. Pir dijwar e ku mirov xwedî pêkhateyeke fermandarî û kontrolê ya leşkerî ya nenavendî be. Niha, taybetmendiyên wê çi ne û dê pêkhateya fermandariya HSDyê çawa were yekkirin, ez hûrgiliyên wê nizanim. Ez bawer dikim ew hûrgilî divê di navbera Hikûmeta Şamê û HSDyê de bên çareserkirin.”
Dîplomatê Amerîkî Roebuck li ser axaftinên Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack jî wiha got:
“Ez bawer dikim ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Balyoz Barrack, bi desthilateke mezin nêrînên Hikûmeta Amerîkayê tîne zimên. Ew hevkarê gelek nêzîk ê Serok Trump e û gelekî baweriya wî pê heye. Ji ber vê yekê, heke hûn bibihîzin ku ew helwesta Amerîkayê li ser van mijaran dibêje, divê hûn qebûl bikin ku tiştê ew dibêje, nêrînên fermî yên Amerîkayê ne.”
William Roebuck li ser pêşhatên dawî yên Sûriyeyê bersiv da pirsên Nalîn Hesenê:
Rûdaw: Birêz William Roebuck, gelekî spas ji bo ku tu bûyî mêvanê Rûdawê. Bûyerên li Siwêdayê careke din aloziyên etnîkî û mezhebî yên Sûriyeyê derxistin pêş. Gelo modela Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jiyana hevbeş a pêkhateyan xurt nake?
William Roebuck: Pirseke baş e. Eşkere ye ku aloziyên berbiçav li Sûriyeyê hene, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê li beşên din ên welat jî. Ez bawer dikim ku heta radeyekê nenavendîbûn watedar e û helbet bi nenavendîbûnê re pêdivî bi rêveberiyên herêmî yên mîna Rêveberiya Xweser heye. Di dawiyê de divê ev pirsgirêk bi hikûmeta navendî ya li Şamê re bên çareserkirin. Ya ku Amerîka li ser israr dike ev e. Ji ber vê yekê, divê ev yek bi rêya dan û standinan were kirin. Ez baş nizanim hikûmeta navendî, Hikûmeta Şamê, dê çawa qebûl bike ku Rêveberiya Xweser wekî xwe bimîne. Ev divê bibe beşek ji nîqaşên li ser yekkirina HSDyê di nav artêşa hikûmeta navendî de.
Rûdaw: Tundûtûjiya li dijî Elewiyan a di dema desthilata Ehmed Şer de gihîş asta komkujiyê, gelo ev yek ji bo paşeroja Sûriyeyê ne cihê metirsiyeke mezin e?
William Roebuck: Pirseke baş e. Eşkere ye, tundûtûjiya ku di meha nîsanê de bi êrişên li Elewiyan çêbû û tundûtûjiya dawî ya li parêzgeha Siwêdayê, di navbera Durziyan û Erebên Sunnî yên Bedewî de, bûyerên pir cidî ne. Divê bên lêkolînkirin. Eşkere ye ku gelek kar li pêşiya hikûmeta navendî û artêşa niştimanî ya li Şamê heye da ku bibin hêzeke ewlehiyê ya bi bandortir. Ez bawer im Amerîka û dostên din ên Sûriyeyê dê bi Hikûmeta Şamê re bixebitin da ku performansa wê ya ewlehiyê baştir bikin.
Ez jî dipejirînim, ev bûyerên ciddî û cihê dilgiraniyê ne. Pêwîst e dostên Sûriyeyê yên li derve, wekî Amerîka û yên din, bi Hikûmeta Şamê re bixebitin da ku misoger bikin ev cure tundûtûjî careke din çênebe.
Rûdaw: Gelo rast e ku Amerîka piştgiriyê dide navendîbûna Sûriyeyê û li dijî daxwazên Kurd, Elewî û Durziyan ên ji bo sîstemeke nenavendî derdikeve?
William Roebuck: Ez bawer im tiştê ku nûnerê taybet diyar kiriye ev e ku Amerîka dixwaze peymanek çêbibe. Ew ji bo dan û standinan demeke diyarkirî datînin da ku piştrast bikin ev peyman pêk tê. Ew fêm dikin ku mînaka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hevkarên wan ên sivîl daxwazên xwe hene, her wiha hikûmeta niştimanî ya Şamê jî daxwaz û mercên xwe hene. Lewma pêwîstî bi dan û standinan heye. Ez bawer dikim ku Hikûmeta Amerîkayê eşkere dike ku yekbûna hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê pêk were. Ev ji bo wan pêşîneyeke sereke ye. Ji ber vê yekê, ez nafikirim ku ew li dijî astekê ji nenavendîbûnê ne lê tiştê ku ew dibêjin ev e ku divê ew tiştek be ku hikûmeta niştimanî jî qebûl bike. Ji ber vê yekê, divê di dan û standinan de her du alî bigihîjin lihevkirinê.
Rûdaw: Cenabê we serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye. Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê civiyan û daxwaza federalîzmê bûye daxwaza hevbeş a Kurdan lê Şam ne amade ye li ser vê mijarê dan û standinan bike. Gelo piştgiriya Amerîkayê ji bo vê siyaseta Şamê rast e?
William Roebuck: Ez bawer dikim ku divê serkirdayetiya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin tawîzan bide. Bi rastî, ez nafikirim realîst be ku heman helwestên berî çend salan bên domandin. Ev biryarên nû dê dijwar bin. Heger HSD bixwaze di yekkirinê de serkeftî be, ez bawer im hin ji helwestên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî israra wan a li ser nenavendîbûneke mutleq, dê parastina wan li hemberî pêwîstiya lihevkirinekê zehmet be.
Rûdaw: Eger li gorî rewşa niha ya Sûriyeyê otonomî zehmet be, desthilata Şamê dikare kîjan mafê sereke bide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê?
William Roebuck: Pirseke balkêş e. Helbet, hêz û serkirdayetiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwest û pêşîneyên xwe hene. Di dan û standinan de bêguman ew dê li ser pêşîneyên xwe israr bikin. Ez bawer im ew dikarin ji bo bidestxistina asta herî zêde ya xweserî û nenavendîbûnê dan û standinan bikin. Ya ku ez dibêjim ew e ku dê lihevkirinek çêbibe. Hêvîdar im, Amerîka û Fransa lê bêguman Amerîka wekî aktorekî sereke, dê alîkariya her du aliyan bike ku bigihîjin lihevkirineke adilane ku aramiya Sûriyeyê ji bo hemû gelên wê, hem piranî û hem jî pêkhateyan, xurt bike.
Rûdaw: Gelo piştgiriya Thomas Barrack a ji bo navendîbûna Sûriyeyê, nêrîna fermî ya Hikûmeta Amerîkayê ye?
William Roebuck: Ez bawer dikim ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Balyoz Barrack, bi desthilateke mezin nêrînên Hikûmeta Amerîkayê tîne zimên. Ew hevkarê gelek nêzîk ê Serok Trump e û gelekî baweriya wî pê heye. Ji ber vê yekê, heke hûn bibihîzin ku ew helwesta Amerîkayê li ser van mijaran dibêje, divê hûn qebûl bikin ku tiştê ew dibêje, nêrînên fermî yên Amerîkayê ne.
Rûdaw: Yanî em ji axaftinên we û gotinên Barrack fêm dikin ku Sûriye ber bi navendîbûnê ve diçe?
William Roebuck: Ez bawer dikim ku dê hinek guhertin çêbibin. Di warê leşkerî de, ew dê bêtir wekî pergaleke navendî xuya bike. Di warê rêveberiya herêmî de, wekî rêveberiyên bajar û bajarokan, dibe ku bêtir desthilata nenavendî hebe. Divê ev yek were çaverêkirin. Ez bawer dikim ku heta niha dan û standin bi giranî li ser aliyê leşkerî bûne û li ser wî alî, îhtimal e ku bêtir fermandarî û kontrola navendî hebe. Ev tenê awayê xebata artêşê ye. Pir dijwar e ku mirov xwedî pêkhateyeke fermandarî û kontrolê ya leşkerî ya nenavendî be. Niha, taybetmendiyên wê çi ne û dê pêkhateya fermandariya HSDyê çawa were yekkirin, ez hûrgiliyên wê nizanim. Ez bawer dikim ew hûrgilî divê di navbera Hikûmeta Şamê û HSDyê de bên çareserkirin.
Rûdaw: Birêz William, ez dixwazim nêrîna we wergirim. Hûn di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bûn. Her wiha hûn Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê bûn. Di vê qonaxê de ku DAIŞ hîn jî metirsî ye, hebûna HSDyê çi qasî pêwîst e?
William Roebuck: Helbet şerê li dijî DAIŞê pir girîng e. Divê ez bêjim ku wekî kesekî ku çend salan li ser sahayê bûm, ez dizanim HSD wekî hevkarekî Amerîkayê çi qasî bi bandor bû. Pir, pir bi bandor bû. Di vî warî de ti guman tune. Ji bo paşerojê, zehmet e. Ez bawer im di dawiyê de, pêdivî bi radeyeke girîng a yekkirina HSDyê di nav artêşeke niştimanî ya Sûriyeyê de heye. Ev dê bibe zehmetiyek lê zehmetiyek e ku ew dê neçar bin rêyên çareseriyê jê re bibînin. Dem û rewş li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diguherin. Serkirdayetiyeke baş ew e ku bi wan zehmetiyan re rû bi rû bibe û rêyeke nû ji bo paşerojê bibîne ku hem tiştekî ji berê diparêze, hem jî awayên nû yên kirina tiştan qebûl dike. Ev ew tişt e ku HSD neçar e bike.
Rûdaw: Pirs jî ev e; gelo zextên ji bo tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê metirsiya vejîna DAIŞê zêdetir nake?
William Roebuck: Belê, ez bawer dikim ku pir mimkun e vejîneke din a DAIŞê çêbibe. Ev xetereyeke mezin e. Ji ber vê yekê ye ku HSD û hebûna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha hevkariya wê bi Amerîkayê re pir girîng e. Ez hêvî dikim ku ev hevkarî dê bidome. Ew hevkariyeke pir bi qîmet bûye. Bi giştî, ez bawer im, şiyanên DAIŞê zêde dibin. Ew hîn jî li gorî lûtkeya hêz û bandora wan a di salên 2016 û 2017an de hinekî sînordar in. Ez bawer dikim ku ew hewl didin çalakiyên xwe û kadroyên xwe yên serkirdayetiyê xurt bikin. Pir girîng e ku HSD û Amerîka bi hev re li ser vê gefa ku DAIŞ çêdike, baldar bimînin.
Rûdaw: Ji bo ku pêkhateya HSDyê parastî bimîne, divê Hikûmeta Amerîkayê çi bike?
William Roebuck: Divê em bibînin ka ev pêvajo çawa diçe. Niha hêzên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, lewma bandora wan heye; ango şiyana wan a destwerdana rewşê heye. Ez bawer im divê Amerîka wê bandorê bi kar bîne da ku alîkariya HSDyê bike ku li ser peymaneke baş a ku rêzê li berjewendiyên wan digire, dan û standinan bike. Di dawiyê de Amerîka dê vekişe lê dema wê ne diyar e. Ez bawer im ew dê ne di demek kurt de be, belkî di demeke navîn an jî demeke dirêj de be. Ji ber vê yekê girîng e ku HSD hevsengiya rast û lihevkirina rast bi hikûmeta niştimanî ya Şamê re bibîne, bi awayekî ku rêzê li berjewendiyên HSDyê û hikûmeta niştimanî bigire.
Rûdaw: Birêz William Roebuck, hûn niha Alîkarê Serokê Hevpeymaniya Kendavê ne. Welatên Kendavê çawa li rola HSD û paşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinêrin?
William Roebuck: Ez bawer im ew fêm dikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzeke pir girîng e di şerê li dijî DAIŞê de bûne. Ew fêm dikin ku HSDyê roleke sereke di têkbirina DAIŞê de lîstiye. Ji ber vê yekê welatên Kendavê vê yekê fêm dikin û teqdîr dikin. Bi rastî, ez bawer im niha welatên Kendavê bêtir balê dikişînin ser bûyerên li Şamê û tiştên ku divê ji bo jinûveavakirin û vejandina Sûriyeyê bêne kirin. Mînak, min îro dît ku heyeteke bazirganiyê ya pir mezin a Erebistana Siûdî li Şamê ye. Wan li ser peymaneke hevtêgihiştinê ya hilberînê ya 6 milyar dolarî îmze kiriye.
Îmaratê jî ji bo nûjenkirina bendera Tertûsê peymaneke 800 milyon dolarî îmze kiriye. Ji ber vê yekê, eleqeyeke mezin a welatên Kendavê bi hilberîn û alîkariya ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê heye.
Rûdaw: Birêz William, eger hûn niha Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê bûna, we dê çi şîret li Hikûmeta Amerîkayê bikira?
William Roebuck: Ez dê şîretê li wan bikim ku ji bo helwesta HSDyê têgihiştî bin û qurbanî û destkeftiyên mezin ên ku HSDyê bi Amerîkayê re bi dest xistine, teqdîr bikin. Ez bawer im heta niha, tiştê ku Balyoz Barrack diyar kiriye ev e ku ew vê yekê fêm dike lê heke ez şîretê li wan bikim, ez dê tekez bikim; alîkariya wan bikin ku peymaneke baş çêkin, bi her du aliyan re bi awayekî adil bixebitin lê di heman demê de qurbaniyên ku HSDyê yên di deh salên dawî de ji bo şopandina berjewendiyên Amerîkayê yên li dijî DAIŞê dane teqdîr bikin.
Rûdaw: Spas, gelekî spas.
William Roebuck: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse