TAYBET - Fazil Husnu Erdem: Ataturk xweseriya Kurdan qebûl kiribû

28-09-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Fazil Husnu Erdem pirsên Maşallah Dekak bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Fazil Husnu Erdem pirsên Maşallah Dekak bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Fazil Husnu Erdem Destûra Bingehîn Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem got pêşnûmaya destûrê ya AK Partiyê ya sala 2007an ji ber gefên girtinê hatibû bipaşxistin û got, wê pêşnûmeyê dikarîbû pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Fazil Husnu Erdem anî ziman ku di pêşnûmayê de mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî hatibû dabînkirin û astengî hatibûn rakirin. Bi taybetî di xala 42yan a destûrê de qedexeya li ser perwerdeya bi zimanê dayikê dihat rakirin.

Li gorî Fazil Husnu Erdem, divê welatîbûn bi "Tirkbûnê" neyê pênasekirin û ji bo vê jî di wê demê de sê alternatîf hatibûn pêşniyarkirin.

Erdem got, "Tirkiye di nav 4-5 welatên cîhanê de ye ku welatîbûnê bi awayekî etnîkî pênase dike.

Destûrên cîhanê welatîbûnê bi awayekî etnîkî pênase nakin. Wek mînak, Îsraîl û Brîtanyayê destûrên wan ên nivîskî nînin lê rêgezên wan hene."

Erdem daxwazên Kurdan wekî guhertina pênaseya welatîbûnê, perwerdeya bi zimanê zikmakî û birêvebiriyên herêmî bi nav kir û tekez kir ku pirsgirêka Kurd, "pirsgirêka nasnameyê û hevparbûna serweriyê ye."

Wî gotina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a sala 2005an a li Amedê bi bîr xist ku gotibû, "Pirsgirêka Kurda, pirsgirêka min e."

Erdem amaje bi wê yekê kir ku rakirina benda dawî ya xala 42yan rê li ber perwerdehiya bi zimanê Kurdî vedike lê ji bo mayîndebûnê garantiyeke destûrî pêwîst e.

Erdem got, "Divê mafên çandî, zimanî û nasnameyî di destûrê de bi xalên taybet bên parastin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî û xizmetguzariyên giştî yên bi Kurdî pêwîstî ne."

Erdem derbarê nêrînên siyasî jî helwesta Bînalî Yildirim a piştgiriya Devlet Bahçelî weke şaşiyekê bi nav kir û gotç:

"Pêşniyara Bahçelî pênaseyeke bêalî ya welatîbûnê ye bêyî ku behsa Tirk, Kurd, Arnavût an Ereb bike. Divê pênaseya welatîbûnê li ser bingeheke etnîkî nebe.

Her kesê ku bi komarê ve girêdayî ye, xwedî maf û berpirsiyariyên wekhev e."

Fazil Husnu Erdem her wiha da zanîn ku tayînkirina qeyûman li dijî destûra heyî ye û divê tabûya li ser xweseriyê bi awayekî maqûl were şirovekirin.

Wî destûra sala 1921ê wek mînak nîşan da û anî ziman ku Mustafa Kemal sala 1923yan de xweseriya Kurdan qebûl kiribû û ji bo yekitiyê wekî serdema 1921ê pêwîstî bi xweseriyê heye.

Erdem bal kişand ser wê yekê ku niha Bahçelî, Erdogan û CHP piştgiriyê didin destûreke sivîl û hêviya xwe anî ziman:

"Em amade ne ji bo aştiyê tevkariyê di amadekirina destûra nû de bikin."

Hiqûqnasê Destûra Bingehîn Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak bersivandin:

Rûdaw: Mamoste herî zêde hemû alî dibêjin destûreke çawa? Di vê destûra bingehîn de, divê çi cih bigirin, çi tê de cih negirin. Sala 2007an jî bi serpereştî û pêşengiya serokwezîrê wê demê ku serokkomarê niha ye Recep Tayyîp Erdogan, we destûreke nû amade dikir lê we ew destûr danî aliyekî. Dikarî hinekî behsa wê bikî?

Dr. Fazih Husnu: Belê, dawiya meha Hezîrana 2007an bû. Serokwezîrê wê demê ku niha serokomarê îro ye, birêz Recep Tayyîp Erdogan, daxwaza amadekirina destûreke nû û sivîl kir. Serokê komîsyona me rehmetî Ergun Ozbudun bû. Wî jî bersiveke erênî da û komîsyoneke ku ji 6 akademîsyen û profesorên hiqûqa destûrî pêk dihat, hat avakirin. Me demildest di demeke gelekî kurt de dest bi xebatên amadekirina pêşnûmaya destûrê kir. Di nava du mehan de me pêşnûmayek amade kir. Ev pêşnûmayeke akademîsyenan bû. Piştre me li gel rayedarên AK Partiyê hevdîtinek kir. Me hevdîtineke hevpar kir da ku bibe metna AK Partiyê. Lê piştî civîna dawî, pêşnûmaya ku me amade kiribû nebû metna partiyê. Paşê em pê hesiyan ku, serokwezirê wê deme, ji ber gefên girtina AK Partiyê, ew pêşnûmaya destûrê ji rojeva xwe derxist.

Rûdaw: Ez jî tam dê wê bipirsim. Tîmeke ji 6 kesan pêk dihat ku hûn jî tê de bûn xebitî, pêşnûma amade kir. Lê bi hinceta ku dê AK Partî were girtin, ew pêşnûma bi temamî hat rakirin. Rast e?

Dr. Fazih Husnu: Belê, rayedar û erkdarên wê demê paşê ji me re got ku wan rakiriye. Helbet wê demê bilêvkirina nave destûra nû jî ditirsiyan, nedixwestin bê rojevê. Me sedema wê nizanibû. Lê paşê derkete hole ku ji ber gefa girtinê ye. Çimkî 6-7 meh piştî amadekirina pêşnûmaya destûra me, bi rastî jî li dijî AK Partiyê doza girtinê vekirin. Yanî em bi eşkere bibêjin ku rastiyeke wisa hebû.

Rûdaw: Baş e, dema em wê demê û îro bidin ber hev, gelo pêşnûmaya destûrê ya ku we amade kiribû, pêşnûmayeke wisa bû ku dikariya pirsgirêka Kurdan çareser bike?

Dr. Fazih Husnu: Belê. Wê demê yanî dema ku pêşnûmayeke bi vî rengî dihata amadekirin, rasterast û eşkere nedigotin dê ev pêşnûmeya destûrê pirsgirêka Kurdan çareser bike. Lê di encamê de, pirsgirêke Kurdan a ku nehatiye çareserkirin heye. Wê demê jî me hemûyan dizanibû, me hebû endamên komîsyonê dizanibû ku ev pirsgirêk heye û pêwîst e avek bi ser vî agirî de bikin. Helbet desthilatdariya AK Partiyê jî ev yek dizanîbû. Çimkî sala 2005an, dema Recep Tayyîp Erdogan hatibû Amedê, gotibû ku ev pirsgirêk pirsgirêka wî ye. Yanî wî pêwîstiya rûbirûbûna bi vê yekê re anîbû ziman. Me di metna destûrê de bi awayeke rasterast ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêziknameyek çênekir. Tenê me hewl da wan xalên ku hebûn û li pêşiya çareseriya pirsa Kurd asteng bûn ji holê rakin.

Rûdaw: We dest tedaxulî kîjan madeyan kir, mudaxaleyî kîjan xalî kir?

Dr. Fazih Husnu: Derbarê pirsgirêka Kurdan heta îro sê daxwazên bingehîn ên Kurdan hene, çi ji aliyê tevgera siyasî ya Kurdan ve be, çi jî bi giştî ji aliyê Kurdan ve. Ya yekemîn, daxwaza guhertina pênaseya welatîbûnê ye. Çimkî welatîbûn bi Tirkbûnê tê pênasekirin. Hemû Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn wekî welatiyên Tirk tên hesibandin. Lê Tirkbûn pênaseya nasnameyeke etnîkî ye. Ji ber vê yekê, Kurd bi mafdarî daxwaza guhertina xala welatîbûnê dikin.

Ya duyemîn, ew dixwazin paragrafa dawî ya xala 42yan a destûrê ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî qedexe dike, were rakirin.

Ya sêyemîn jî, daxwaza xurtkirina rêveberiyên herêmî ye. Yanî qebûlkirina şêwazeke rêveberiya nenavendî. Çimkî di dawiyê de, pirsgirêka Kurdan a ku em behs dikin, pirsa nasnameyê, pirsa serweriyê ye. Pirsa hevparbûna di serweriyê de ye. An jî bi gotineke din, mafê xwe bi xwe birêvebirinê ye. Li ser asta herêmî be jî naskirina mafê xwe bi xwe birêvebirinê ye. Esasê mijarê ev e. Ji ber vê yekê, xweseriya îdarî ya di destûra heyî de bi wesayeta desthilata navendî hatiye sînordarkirin. Daxwazên nermkirina vê yekê û berfirehkirina xweseriyê hene.

Rûdaw: Baş e, wê demê (sala 2007) we mudaxaleyî wan madeyan, wan xalan kir?

Dr. Fazih Husnu: Belê. Me wê demê paragrafa dawî ya xala 42yan ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ya Kurdî qedexe dike, rakir.

Rûdaw: Yanî we ew bi temamî rakir?

Dr. Fazih Husnu: Belê. Me ew rakir. Yanî me bi rêziknameyên yasayî, rê li ber perwerdeya bi zimanê zikmakî ya Kurdî vekir. Ya duyemîn, me derbarê welatîbûnê de pêşniyareke bi 3 alternatîfan kir. Di van pêşniyaran de, me bal kişand ser wê yekê ku welatîbûn bi Tirkbûnê neyê pênasekirin.

Pêşniyara "Welatîbûna Komara Tirkiyeyê" hebû. Ji bilî wê, me diyar kir ku welatîbûn tenê mafek e û esasên bidestxistin û windakirina wê, dê ji aliyê yasayan ve werin rêzkirin. Yanî me rêziknameyeke li gorî van sê bendewariyan çêkir.

Rûdaw: We tam zelal jî nekiribû, wisa we di ortê de hiştibû…

Dr. Fazih Husnu: Belê, belê.

Rûdaw: Baş e, dema ku em îro berê xwe bidin xala 66an a destûra bingehîn ku hemwelatîbûnê pênase dike, li Tirkiyeyê çi kes hebin hemû wekî Tirk têne binavkirin. Divê guherîneke çawa tê de çêbe, hûn çi pêşniyar dikin?

Dr. Fazih Husnu: Belê, niha mimkun e ku mirov tiştên mîna yên ku me sala 2007an pêşniyar kiribûn, pêşniyar bike. Yanî dema em li destûrên cîhanê dinêrin, di hinek ji van destûran de welatîbûn qet nehatiye pênasekirin. Di destûra Amerîkayê, destûra Kanadayê û hwd. de qet cih ji welatîbûnê re nehatiye dayîn. Di hinek destûrên ku cih dane de, qet pênase nehatiye kirin. Yanî nehatiye pênasekirin. Kî welatî ye, nehatiye pênasekirin. Hatiye gotin ku welatîbûn ku yek ji alternatîfên di pêşnûmaya me de jî ew bû, mafek e û esasên bidestxistin û windakirina wê dê di qanûnê de werin rêzkirin. Di hinek destûran de hatiye pênasekirin lê pênase ne li ser bingeha nasnameya etnîkî yan olî, lê li ser bingeha erdnîgariyê hatiye kirin.

Rûdaw: Yanî li wî welatî kî hebûye wekî welatî hatiye pênasekirin.

Dr. Fazih Husnu: Belê, belê.

Rûdaw: Negotiye tu Kurd î, tu Tirkî, tu Îngilîz î, tu Ereb î. Tiştên wisa tune ye.

Dr. Fazih Husnu: Belê, teqez. Li cîhanê nêzîkî 200 welat hene. Ji bilî çar-pênç destûran, rêziknameyên din bi vî rengî ne. Tenê di 4-5 destûran de ev heye. Yek jê Destûra Komara Tirkiyeyê ye. Bi Tirkbûnê pênase kiriye. Hinek destûr jî welatiyan bi Erebbûnê pênase kirine. Bi Misilmanbûnê pênase kirine û hwd. Yanî li cîhanê pênasekirineke bi vî rengî gelekî kêm e.

Rûdaw: Welatên bêdestûr jî hene?

Dr. Fazih Husnu: Belê hene. Îsraîl heye, Brîtanya heye. Hîn jî destûra Îsraîlê tune ye. Ya Brîtanyayê jî tune ye lê dema mirov dibêje destûra wan tune ye, yanî mebesta me; destûra wan a nivîskî tune ye. Wekî din, her çend ne di asta metneke destûrî ya nivîskî de be jî hukmên destûrî yên ku cihê wê digirin hene. Lê destûreke nivîskî tune ye.

Rûdaw: Baş e bi qasî ku tê bîra min, di wê pêşnûmeya ku we amadekiribû de gotibû hemû welatiyên ku li ser axa Tirkiyeyê dijîn em ji wan re dibêjin welatî. We wisa pênase kiribû.

 Dr. Fazih Husnu: Belê rast e…

Rûdaw: We negotibû Tirk e yan tiştekî din e. Niha îro hûn vê makezagonê vê destûra bingehîn çêkin, hûn dê navekî lêbikin an na? Hûn dê bêjin bila Kurd be, yan Tirk be. Yan Kurd û Tirk û Ereb û Çerkez hemû tê de hebin.

Dr. Fazih Husnu: Belê.

Rûdaw: We negotibû Tirk e yan tiştekî din e. Niha îro hûn vê makezagonê vê destûra bingehîn çêkin, hûn dê tu navekî lêbikin an na? Hûn dê bêjin bila Kurd be, yan Tirk be. Yan Kurd û tirk û Ereb û Çerkez hemû tê de hebin.

Dr. Fazih Husnu: Belê, di hinek destûran de, bi taybetî dema ku netewe tê pênasekirin, hemû kom, hemû netewe, nasnameyên olî û etnîkî yên ku li wî welatî dijîn tên pênasekirin. Di hinek ji wan de, yên sereke tên pênasekirin. Niha li welatekî mîna Tirkiyeyê ku ji aliyê etnîkî, olî û mezhebî ve xwedî cudahiyên gelek zêde ye, ne mimkun e ku mirov hemûyan yek bi yek bijmêre. Dema ku hûn yên sereke bijmêrin, hûn dê yên din aciz bikin. Ya rast ew e ku mirov qet cih nede vê yekê. Çimkî di van demên dawî de daxuyaniyên cidî yên li ser vê yekê hene. Daxuyaniyên ji cihên ku qet nayên payîn hene.

Rûdaw: Bînalî Yildirim yek ji van kesan bû..

Dr. Fazih Husnu: Teqez. Belê. Yek ji serokwezîrên berê Bînalî Yildirim bû. Wî hem di meha sibata borî de û hem jî di axaftina xwe ya li komîsyona meclisê de pêwîstiya pênasekirina welatîbûnê ne li ser bingeha nasnameya etnîkî, lê bi awayekî berfireh û giştîtir, li ser bingeha welatîbûnê anî ziman. Wî ew gotina xwe piştrast kir.

Rûdaw: Hûn jî wekî wî difikirin?

Dr. Fazih Husnu: Belê, belkî ya gelekî girîngtir jî ev e, pêşniyarek ji Devlet Bahçelî hat. Ew kesê ku berê li hemberî Kurdbûn, nasnameya Kurd û pirsgirêka Kurdan helwesteke tund nîşan dida pêşniyarek kir. Ew niha mîmarê vê pêvajoyê ye. Devlet Bahçelî jî meha adara borî di rojnameya Turk Gunê de nivîseke sêrojî weşand.

Di yek ji wan nivîsan de, wî tiştekî ku em hemû şaş kirin got. Got, "Her kesê ku bi benda welatîbûnê bi Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ye, xwedî maf û berpirsiyariyên wekhev e." Pênaseyeke bêhempa... Têgeheke notr? Ne Tirk heye, ne Kurd heye, ne Arnawit heye, ne Ereb heye, behsa kesî nekiriye. Yanî ew rêziknameyeke li ser bingeha welatîbûnê pêşbînî dike. Ev pêşketin dilê mirov xweş dikin. Yanî bi taybetî anîna pênaseyeke bi vî rengî ji aliyê Devlet Bahçelî ve, tekezkirina li ser îhtimala wê û gotina heman tiştî ji aliyê serokwezîrê berê Bînalî Yildirim ve, bi dîtina min girîng e.

Rûdaw: Baş e eger em behsa xala 42’an bikin ku mafê perwerdehiya bi kurdî we got asteng dike, rê li ber digre bikin… Îro eger em vê xala 42’an neguherin, wekî xwe bimîne, ev xal li pêşiya perwerdehiya bi kurdî asteng e? Yanî em dikarin li gorî vê destûra bingehîn bi kurdî perwerdehî bibînin?

Dr. Fazih Husnu: Belê, helbet. Ger benda dawî ya xala 42yan bê rakirin, bi awayekî yasayî pêşiya perwerdehiya bi Kurdî bi awayekî yasayî vedibe.

Rûdaw: Aha yanî divê ew xal rabe?

Dr. Fazih Husnu: Lê dema ku hûn vê rakin, desthilatdariya ku bê dikare li gorî dilê xwe tevbigere. Ji ber vê yekê sererastkirineke baştir û garantiyek pêwist e. Ji bo garantîkirinê û mayîndekirina wê dive xalên ku mafên çandî û kulturi diparêze lê bêne zêdekirin. Sererastkirineke wiha pêwist e.

Rûdaw: Mesela divê çi be?

Dr. Fazih Husnu: Mesela hûn dê bibêjin mafê hemû kesan heye ku çanda xwe û nasnameya xwe bi awayekî azad bijî, biparêze û bi pêş bixe. Dewlet ji bikaranîna van berpirsyar e. Bi vî awayî hûn bar dixin stûyê dewletê. Ev ji bo giştî ye. Li gel vê divê sererastkirinên taybet ên olî û zimanî jî hebin.  Helbet ji bo me a girîng mafên zimanî, çandî û nasnameyî ne. Paşê ji bo mîsogerkirina van mafan divê hûn xalên din lê zêde bikin.

Hûn dê di van xalan de wiha bibêjin, mafê hemû kesan heye ku xwe bi zimanê xwe bi rê ve bibe. Mafê wan e ku bi rêya çapemenî û medyayê, bi rêya nivîskî û dîtbarî van mafan li gorî dilê xwe bi kar bînin. Ya sêyemîn jî mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye. Ya çaremîn bi zimanê xwe dîtina xizmetê ye. Û di xizmetgûzariya dewletê û saziyên hikûmetê de mafê xizmeta bi zimanê dayîkê. Dema we ev maf mîsoger kirin, hûn bi vî awayî wan mafan diparêzin, bi xalên taybet jî qedexeyên heyî bi temamî radikin. Ev sererastkirina herî bêhempa ye.

Rûdaw: Baş e niha AK Partî, MHP û partiya sereke ya mixalefetê CHP amade ne ji vî tiştî re?

Dr. Fazih Husnu: Yanî qet nebe tu alî li dijî rakirina vê qedexeyê ranabe. Ez bawer nakim di rakirina xala 42an de û di rakirina qedexeyan de ti pirsgirêk derkevin. Lê sererastkirinên din dibin nabin ew jî maye li ser muzakereyan. Yanî di encama muzakerekirina navbera partiyên siyasî de ev yek çêdibe. Lê ger hûn tişta herî maqûl ji min bipirsin a herî maqûl mîsogerkirin û mayîndekirin e.

Rûdaw: Baş e xala 127an heye ku behsa xwesiriyê, otonomiyê dike. Yanî behsa şaredariyan dike, behsa xweseriya bajaran dike. Lê wesayeteke dewletê jî li ser wê xalê heye. Di wir de hûn li bendê ne guhertinek çêbe? Guhertineke çawa dikare çêbe?

Dr. Fazih Husnu: Xala 127an a destûra heyî bi rastî dibêje ku birêvebiryên herêmî dê di çarçoveya prensîba rêveberiya nenavendî de werin birêvebirin. Ev gotineke girîng e. Xweseriyeke îdarî ya ku otonomiyê xurt dike dide lê wesayeta desthilata navendî ya li ser vê herêmê jî pêşbînî dike. Destûr bi eşkereyî dibêje ku wesayetek heye. Lê tevî vê yekê, bi dîtina min, tayînkirina qeyûman a ku heta niha ji aliyê desthilatdariya heyî ve hatiye pêkanîn, pêkanîneke ku bi vê xala 127an re li hev nake. Yanî di yasayê de guherînek hat kirin lê ew guherîna di yasayê de bi destûra heyî re li hev nake. Yanî bi dîtina min, pêkanîna îro pêkanîneke li pişt destûra heyî ye jî. Niha helbet li Tirkiyeyê li hemberî xweseriyê muxalefeteke gelekî tund heye. Em li welatekî, li civakeke wisa ne ku avahiya unîter wekî tiştekî pîroz û tabû tê dîtin û axaftin. Nîqaşkirina li ser wê jî qedexe ye. Ji ber vê yekê divê ev bi hincetên gelekî maqûl were ravekirin. Bê guman, dema ku ji aliyê Kurdan ve were fikirîn, em dê bibêjin ev naskirina mafê xwe bi xwe birêvebirina Kurdan e.

Bi rastî Mustafa Kemal heman tişt gotiye. Yanî sala 1923yan di civîna Mustafa Kemal a bi rojnamegeran re li Îzmîtê de, yek ji rojnamegerên wê demê hebû. Navê wî Ahmet Emîn Yalman bû. Rojnamegerekî girîng bû. Ji dipirse. Dibêje, paşayê min, em dê vê pirsa Kurd çi bikin? Hûn dê çawa çareser bikin? Serê sala 23yan e. Ew jî dibêje, me jixwe bi destûrê, bi destûra 1921ê, bi qanûna teşkîlata esasî ev pirsgirêk çareser kiriye. Dibêje, ne mimkun e ku mirov Kurd û Tirkan ji hev veqetîne. Dibêje, ji Xarpêtê heta Sêwazê, heta deştên Konyayê her du unsur jî yek in, di nava hev de ne. Dibêje, veqetîn ne mimkun e. Lê dibêje, me jixwe di destûra 1921ê de xweserî daniye. Ji ber vê yekê Kurd dê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev gelekî girîng e. Û destûra 1921ê ji aliyê mecliseke ku meşrûiyeta wê ya sosyolojîk bilind e ve hatiye amadekirin. Û dema ku mijara xweseriyê hatiye axaftin, kesî îtiraz nekiriye. Heta hatiye gotin ku divê ji xweseriya ku pêşnûmaya destûrê pêşbînî dike zêdetir jî maf bêne dayîn. Destûr ji 23 xalan pêk tê, xalek pêvekirî jî heye. Ji 24 xalan, 14 xal ji bo xweseriyê hatine veqetandin. Çima hatine veqetandin? Gelekî hêsan e. Ji bo ku piştgiriya Kurdan bistînin. Ev der gelekî girîng e. Têkoşîneke niştimanî tê meşandin. Ev têkoşîn têkoşîna Tirk û Kurdan e. Di meclisê de ev gelekî eşkere tê gotin. Heta dema ku nîqaşên li ser welatîbûnê çêdibin jî tê gotin ku di vê meclisê de dê êdî Tirk jî û Kurd jî bibin xwedî gotin.

Rûdaw: Yanî eger îro destûreke bingehîn, makezagoneke nû bê çêkirin, gelo mimkun e wekî ya 1921ê be û muxtariyet ango xweseriyê bidin Kurdan?

Dr. Fazih Husnu: Belê, ez dixwazim wê bibêjim. Niha hesasiyeta wê demê çi bû? Bi hev re meşandina têkoşîna niştimanî bû. Çimkî jixwe Osmanî belav bûbû. Li Anadoluyê Tirk û Kurd mabûn. Yekîtiya wan wekî pêwîstiyekê tê gotin. Û ji bo pêkanîna vê yekîtiyê, hem dema ku têkoşîna niştimanî dihat meşandin û hem jî di serdema piştre de, wekî pêwîstiyeke pêkanîna yekîtiyê xweserî hat pêşbînîkirin. Heman hewcedarî ji bo îro jî tê gotin.

Yanî îro çi heye? Nêzîkî salek derbas bû. Pêvajoyek heye ku ji 1ê Çiriya Pêşîn ve dest pê kiriye. Heman hesasiyet heye. Li Rojhilata Navîn pêşketin çêdibin. Tê gotin ku mijara parçebûna Tirkiyeyê, parastina yekpareyiya dewletê di bin xeterê de ye. Demeke ku pêwîstî bi yekîtî û bihevrebûnê heye de, Devlet Bahçelî anî ziman ku ji bo domandina vê yekê, ji bo pêkanîna yekîtî û bihevrebûnê, pêwîst e hinek reformên destûrî û yasayî werin kirin.

Rûdaw: Yanî hûn bawer dikin dê çêbe?

Dr. Fazih Husnu: Ez nizanim, yanî heman serdem, heman hesasiyet, heman hincet heye. Madem ku ji bo pêkanîna yekparçebûnê divê em tiştekî bikin, wê demê çawa ku wê demê xweserî hatiye naskirin, divê ji bo îro jî were naskirin. Yanî xweseriya ku Kurd dixwazin jî ne tiştekî di asta federasyonê de ye. Yanî serxwebûn nayê xwestin, federasyon nayê xwestin. Berfirehkirina rêziknameya heyî tê xwestin. Yanî rêziknameya di destûra 21ê de... Rêziknameyeke baş e. Di metna destûrê de hem erkên aîdî navendê tên jimartin û hem jî erkên aîdî herêmê tên jimartin. Lê di çarçoveya qanûnên ku dê Parlamentoya Tirkiyeyê derxe de, dê meclisên parêzgehan hebin ku vê xweseriyê bi kar bînin… Mînak em Amedê wekî parêzgehekê bihesibînin, dê parlamentoyeke me ya hilbijartî hebe. Wekî meclisa şaredariyê ya îro. Li wir dê parlamento hebe. Bi şertê ku ne li dijî qanûnan û ne li dijî destûrê be, dê di mijarên wekî çandinî, geştiyarî, tenduristî, perwerde, weqf, alîkariya civakî de ev meclis xwedî erk be. Yanî em dê bi qanûn, biryar û rêziknameyên hiqûqî yên ku nûnerên me yên hilbijartî derxistine werin birêvebirin. Wê demê wisa bû.

Rûdaw: Dema em berê xwe didin pêvajoya nû, Devlet Bahçelî pêşengiya wê dike, Erdogan jî piştgirî dide. CHP jî li ber ne asteng e. Yanî weke berê li dijî dernakeve. Di rewşeke wiha de tu bawer dikî ku ev pêvajoya nû bi destûreke nû, bi makezagoneke sivîl tacîdar bibe û biçe serî?

Dr. Fazih Husnu: Belê, yanî şert û mercên îro, bi taybetî dema em li aktorên ku piştgiriyê didin vê pêvajoya nû dinêrin, wekî ku we jî got Devlet Bahçelî berê nedixwest li ser pirsgirêka Kurdan biaxive. Devlet Bahçelî di pêvajoya berê de aktorekî siyasî bû ku bi tundî muxalefet dikir. Partiya siyasî û beşa civakî ya ku ew temsîl dikir wisa bû. Pêşengî û lîderiya wî ya ji vê pêvajoyê re û piştgiriya CHPyê ya ji pêvajoyê re, cihgirtina wê di komîsyonê de gelekî girîng e. Hema bêje hemû partiyên siyasî yên sereke piştgirî didin vê pêvajoyê. Bi dîtina min, ev yek daneyek e ku amadekirina destûreke nû û sivîl hêsan dike. Bi rastî jî, ji bilî ÎYÎ Partiyê, partiyeke siyasî ya ku li dijî vê pêvajoyê derdikeve tune ye. Eger bixwazin ev pêvajo biçe serî, dê hin tiştan bikin. Di vê pêvajoyê de PKKyê biryara fesihkirinê da, çek hatin şewitandin, rewşeke aştiya negatîf derkete hole. Divê em vê aştiya negatîf veguherînin aştiya pozîtîf. Yanî divê em aştiyê mayînde bikin. Divê em aştiyê hem civakî bikin û hem jî berdewam bikin. Rêya pêkanîna vê yekê, yek ji pêwîstiyên herî girîng amadekirina destûreke nû ye.

Rûdaw: Eger sibê ji bo destûreke nû û sivîl careke din wekî 2007an gazî we bikin, hûn dê van fikir û ramanên xwe yên ku tu di vê hevpeyvînê de dibêjî, tu dê di vê komîsyonê de jî bêjî û binivisînî?

Dr. Fazih Husnu: Bê guman… Dema ku ji bo karekî bi vî rengî yê xêrê pêşniyareke wisa were, ez bê guman dixwazim zanîn, raman û tecrubeyên xwe yên şexsî di komîsyoneke bi vî rengî de bi kar bînim. Ez dixwazim tevkariyê bikim. Yanî ji bo aştiyê, em amade ne her tiştî bikin. Bê guman ez dê bikim. Ti gumana me ji vê yekê tune ye.

Rûdaw: Baş e gelekî spas dikim. Zor zor spas birêz Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem ku te fikir û ramanên xwe bi me re parve kir û her wiha tecrûbe û azmûnên xwe yên sala 2007an jî careke di ji me re vegot. Em hatin dawiya hevpeyvîna xwe. Heta hevpeyvîneke din bi xatirê we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst