Bakurê Kurdistanê; Zaroka 4 salî û dayik û bavên wê canê xwe ji dest dan

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bîracikê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro 1ê Çileya 2023ê du otombîlan li hev dan û di encamê de 1 jê zarok 3 kesan canê xwe ji dest da.

Îro 1ê Çileya 2023ê li nêzîk gundê Încirliyê yê Bîracikê, otombîla şofêra wê Başak Bozkurt û otombîleke din ku nehat zanîn şofêrê wê kî ye, li hev dan.

Di encama bûyerê de şofêr Başak Bozkurt, hevjînê wê Eyup Bozkurt û keça wan Mine Bozkurt a 4 salî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Her sê birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bîracikê hatin veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê her du hevjînan û zaroka wan canê xwe ji dest dan.

Hat zanîn malbata Bozkurt, ji bo daweta mirovên xwe ji navçeya Bîracikê diçûn navçeya Xelfetiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst