Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê hinek nûçeyên ku bi destpêka sala nû re li ser çalakiyên hêzên wan hatine belavkirin daxuyaniyeke fermî belav kir.
HSDyê ragihand ku nûçeyên derbarê "êrişên bi dronan ên li baregeha Firqeya 17an a li derdora bajarê Reqayê" û "topbarankirina gundekî Bûkemalê" bi temamî dûrî rastiyê ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev nûçe ji aliyê hinekan ve bi enqest hatine çêkirin û ti bingehên wan ên rastîn nînin.
HSDyê tekez kir ku hêzên wan di amadebaşiya herî bilind de ne û ew aliyên van “nûçeyên derew” belav dikin, ji armanc û encamên van îdiayan berpirsyar in.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bangî raya giştî kir ku guh nedin nûçeyên bi vî rengî yên ku rastiyê berovajî dikin.
Li ser hinek ajansên Sûriyeyê hatibû belavkirin ku HSDyê êrişî hêzên hikûmeta Sûriyeyê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse